Di cejna Remezanê de li Helebê serdana gora pakrewanan hat kirin 2023-04-21 09:57:14   HELEB - Bi munasebeta hatina cejna Remezanê îro li taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê serdana gora pakrewanan hate kirin.    Bi munasebeta hatina cejna Remezanê îro li taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê serdana gora pakrewanan hate kirin.  Li goristana bi navê pakrewanên Şêxmeqsûda berxwedêr a ku li deverê bi navê Şiqeyef ku li xerbî taxê dikeve gelek kes kom bûn. Bi amedebûna endamên sazî û partiyên taxê û malbetên pakrewanan serdana gorên pakrewanan hat kirin.    Piştî deqeyeke rêzgirtin axaftin li ser navê Meclîsa Malbatên Pakrewanan Velantîna Ebdo ve hate kirin. Velantîna di destpêka axaftina xwe de got : "Em îro bi hev re li vî cihê pîroz bi hev re cejna Remezanê pîroz dikin, ev yek jî bi saya keda pakrewanên me ne, ji ber pakrewan nirxê herî pîroz a di dîroka gelan de ye. Wan ji bo avakirina welatekî azad û demokratîk canê xwe û tiştê herî buha dan."   'Pakrewan pêşeroja gelan ronî dikin'   Velantîna da zanîn Pakrewan pêşeroja gelan ronî dikin û wiha got:"Bi saya ked û berxewdana pakrewanên me pêşeroja gelan ronî dibe, her wiha tevî şert û mercên giran û hemî erîşên ku îro bi ser gelê kurd de tê lê em dibînin li hemberî hemî kiryarên hov êdî gelê me xwedî hêz û bawerî ye û li benda jiyîna pêşerojeke azad in."   Di dawiya axaftina xwe de Velantîna cejna Remezanê li tevahî gelê misiliman û malbetê pakrewanan pîroz kir.