Di doza Denîz Poyraz de ji heqeretê doz hat vekirin 2023-04-20 09:07:08     Melîke Aydin   ÎZMÎR - Jin bi Hev re bi Hêz in, piştî doza Denîz Poyraz daxuyanî dabû. Dîdar Gul ku di daxuyaniyê de axivî, bi hinceta heqeret li Wezîrê Karê Hundir kiriye doz hat vekirin. Dîdar Gul diyar kir ku wê heqeret nekiriye balkişandiye se sûcên hatine kirin û ji bo rûniştina ku wê 21’ê îlonê de bê dîtin banga  piştgiriyê kir.   Kujer Onur Gencer di êrîşa li hember Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê de Denîz Poyraz qetil kiribû. Di doza hat dîtin de cezayê mubetê li gumanbar hat girîn lê tevî hemû delîlênli holê kesên li pişt komkujiyê nehatin lêkolînkirin. Jin bi Hev re bi Hêz in (KBG) ku hem pêvajoya dozê hem pêvajoya ceza de cih girtin, piştî dozê li Kolana Kibrsi Şehîdlerî ya Alsancakê daxuyanî dan. Dîdar Gul ya li ser navê KBG’ê daxuyanî xwend piştî daxuyaniyê polîsan ew şopandin û hinceta heqeret li wezîrê karê hundir kiriye hat binçavkirin û lêpirsîn lê hat vekirin.   ‘Heqeret tune ne rastî hene’   Dîdarê daxuyakirin ku di dozê de gelek kesên berpirsên qetilkirinê hatine xelatkirin û ji ber vê piştî dozê daxuyanî dane û balkişandine ser berpirsan. Dîdarê wiha vegot: “Li holê heqeret tunebû. Bi taybet heqeretek li Wezîrê Karê Hundir, li Tayîp Erdogan tunebû. Lê salên dawî de buye mode û ji ber vê mirovan digirin. Me got ku Onur Gencer tenê ev bûyer organîze nekiriye. Jinek li avahiya partiyekê bi çekê hat qetilkirin. Berpirsyariya wezareta karê hundir, serokomarî, emniyetê heye. Me xwest berpirs bên darizandin. Piştre jî wekê ku min birevînin binçav kirin.”   ‘Hewl didin pêvajoyê bigirin’   Dîdarê wiha dawî lê anî: “Tiştên mi gotiye wek heqereta li Suleyman Soylu hatiye dîtin û doz hatiye vekirin. Ev hewldanên avakirina faşîzma mayînde ye. Yek Tayîp Erdogan û yê din Suleyman Soylu di pozîsyona ku her tiştî tune bikin de ne. Êrişê her alî dikin. Ceza didin kujer û dibêjin em serê bûyerê bigirin. Lê ne doza Denîzê ne jî doza kesên din yên hatine qetilkirin neqedyaye. Ji bo me doz neqedyaye.Ez bang li jinan dikim ku 21’ê îlonê de tevli rûniştinê bibin.”