Mirova Şemiyê têkoşîna xwe bi Partiya Çep a Kesk re kir yek 2023-04-20 09:05:18   STENBOL - Namzet Partiya Çep a Kesk û Mirova Şemiyê Ayşe Tepe ku têkoşîna xwe wek Mirova Şemiyê didomîne îro bi Partiya Çep a Kesk re kiriye yek û got: “Partiya Çep a Kesk rihê berxwedêr yê jinên kurd jî wek mîrate digire û wê ji bo hemû jinan bibin çavkaniya hêzê.”   Meclîsa Jinan a Partiya Pêşerojê ya Çep a Kesk (Partiya Çep a Kesk) di 5’ê Nîsanê de danezana hilbijartinê ya jinan aşkera kir û di 9’ê Nîsanê de partiya Çep a Kesk lîsteya xwe ya 600 namzetî ku jê 200 zêdetir jin bûn bi rayagiştî re parve kir. Partiya Çep a Kesk li 34 bajarî ri rêza yekemîn de jin nîşan dan. Yek ji namzetên jin  Ayşe Tepe ji herêma yekemîn a Stenbolê ye. Ayşe Tepe xwişka Ferhat Teşe yê di 1993’an de li Bedlîsê hat qetilkirinê ye. Ayşe ji Dayikên Aştiyê û Mirovên Şemiyê ye.   Jiyana bi berxwedanê destpê kiriye   Ayşeyê destnîşan kir ku kevneşopiya têkoşînê ji malbatê tê û di malbatek welatparêz de mezin bûye û wiha vegot: “Ji zextên salên 90’î ez jî gelek bi bandor bûm. Ji lîsteyê heta niha têkoşînê dimeşînim. Doza ewil a li min hat vekirin tevlibûna Newrozê bû. 16 salî di DGM’ê de hatim darizandin. Li zanîngehê di tevgera xwendekaran de bûm. JÎTEM’ê malbata min tehdîd kir. Encama vê de Ferhat hat revandin û qetilkirin. Her kes bîrdoziyek wan heye. Ji bo min nasname pir girîng e. Em li dîroka Kurdistanê binêrin, her kes bin zextan de mezin dibe. Li dijî vê mirov dikevin parastinê. Dema xwendekar bûm bi tevgera xwendekaran re bû. Li derve bi tevgera civaka sivîl re bûm, di xebatên der barê kurdan de, di çalakiyên Dayikên Şemiyê de têkoşiyam.”   Berxwedanek bi Partiya Çep a Kesk re bûye yek   Ayşeyê di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Min berxwedana xwe bi Partiya Çep a Kesk re kir ye. Ez ji Partiya Çep a Kesk bûm namzet. Yekane partiya li meclîsê bibe alternatîf û ji çareseriya pirsgirêkan re pêşniyaran bike Partiya Çep a Kesk e. Min têkoşîna xwe ji dê û bavê xwe dewr girt. Ji bo polîtîka bêcezahiştinê bê rakirin, gumanbar bi bandor bên lêpirsînkirin, sûcên dikevin ber demboriyê ji holê rabin divê sererastkirinên qanûnî pêk bê. Ya ku vê bike jî meclîse. Ez ê bibim dengê xizmên windaya, dayikên şemiyê û parçeyek çareseriyê. Ev bo min gelek girîng e.”   ‘Divê jin li dora Partiya Çep a Kesk bibin xelek’   Ayşeyê destnîşan kir ku Ferhat windayê Gelê Kurde û ew jî parçeyek vê têkoşînê bû û wiha dirêjî dayê: “Têkoşîna ji zarokatiyê destpê kir veguherî têkoşîna gelan. Têkoşîna min her çû berfireh bû. Partiya Çep a Kesk di siyaestê de cihê jinê xurt dike. Divê jin li dora Partiya Çep a Kesk bibin xelek. Em ê mirateya rihê berxwedêriya jinên kurd wek mîrate bigirin û  derxistin asta jor. Ev pêvajo ji bo kurdan wê bibe pêvajoyeke serkeftinê.”