Li gund û navçeyên Mêrdînê xebatên hilbijartinê 2023-04-19 21:08:26   MÊRDÎN - Li gund û navçeyên Mêrdînê, serdana welatiyan hat kirin. Her wiha li gundê  Sitilîlî buroya hilbijartinê hat vekirin.    Partiya Pêşerojê ya Çep a Kesk (Partiya Çep a Kesk) di çarçoveya hilbijartinên giştî de xebatên xwe didomîne. Di çarçoveya hilbijartinê de li navçe û gundên Nisêbîn, Mehsertê, Kerboran, Mîdyat û Şemrexê xebatên hilbijartinê hat kirin.     Nisêbîn   Li Nisêbînê bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya DBP'ê û namzeta Mêrdînê Saliha Aydenız û Kamûran Tanhan, Dayîkên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêvebirên partiyê yên navend û navçeyê serdana gundan hat kirin. Şande destpêkê de çûn serdana tesîsên Ava Spì ku rojên derbasbûyî de ji ber lehiya rabû zirarê dît û ji esnafan re xwesteka derbasbûyî kirin. Şande piştre çû serdana gundên Qûzo, Gûrik, Xirabêbaba û Cinata Mezin kir. Jinan bi coş û kelecanek mezin û nîşaneya serkeftinê şandeyê pêşwazî kir. Şande piştre derbasî gundê Sitilîlê bû û tevlî vekirina bûroya hilbijartinê bûn.    Vekirina bûroya hilbijartinê   Destpêkê de Hevserokê Partiya Çep a Kesk a Mêrdînê Alaaddîn Turan axivî. Alaaddîn, anî ziman ku 14'ê Gulanê ji bo hemû gelan girînge bang gel kir ku roja hilbijartinê xwedî dengê xwe derbikevin. Piştre namzet Kamûran Tanhan axivî. Kamûran jî bi lê kir ku ji bo azadiya girtiyan û rizgariya Efrînê ev hilbijartin girînge û ji hilbijartinan re kêm roj maye. Kamûran, da xuyand ku ew ê hilbijartinê de teqez bi ser kevin û got Mêrdîn dê 6 wekîlan biçe meclîsê.   'Dixwazin salên 90'î bidin jiyîn'   Saliha Aydenîz jî diyar kir ku Sitilîlî warê Apê Musa ye. Saliha, destnîşan kir ku Apê Musa ji aliyê bi destên qirêj hatiye qetilkirin û wiha pê de çû: “Îktîdara AKP’ê û MHP’ê kesên ku wê demê van komkûjiyan kiriye ve tifaqiyê çêkiriye û dixwazin carekedin wê demê li me bidin jiyîn. Bi qetilkirina kurdan, tunekirin û qedexekirina zimanê kurdî ve dixwazin li îktîdarê bimînin. Ev 10 roj in em bajar bi bajar digerin û îro li Sitilîlî ne. Gelê Kurd bi saya Apê Mûsa û pêşengên din şiyar bûye û hêzê ji wan digire. Ev îktîdar dê nekaribe bi ser keve û winda bike. Ji Apê Mûsa û pêşengên ku vê rêyê ronî kirine re em spas dikin. Biryariya gelê Sitilîlî ji îktîdara AKP’ê re bû bersivek xûrt. Ew jî zanin ku wan windakiriye. Lewra jî dixazin bi tifaqên qirên salên 90’î carekedin bidin jiyîn. Ew winda kirin, em serketin.”   ‘Kurdistan ji wan re namîne'   Salihayê di dawiyê de da zanîn ku divê hemû gel xwedî dengê xwe derbikeve û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em lîstokên wan ên faşîst û qirêj baş nas dikin. Em bi rojan in li qadan in û me biryariya gel dît. Lîstokên vê pergalê naqede. Em li Kurdistanê bi AKP û MHP'ê re nava pêşbirkê de nînin. Em li Kurdistanê li dijî dewletê nav pêşbirkê de ne. Ji ber ku ev îktîdar bi pergala deêwletê ve tevdigere. Dewlet sed salin li dijî gelê Kurd van polîtîqayan dimeşîne. Ji ber vê jî Kurdistan ji wan re namîne."   Piştî axaftinan qurdeleya buroya hilbijartinê hat birîn û bername bi govendê berdewam kir. Bername bi serdana esnafên gund û tililiyên "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin ve bi dawî bû.    Mehsertê   Bi tevlîbûna namzet George Aslan, Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Bêrîvan Bahçecî û rêvebirên partiyê li navenda navçeyê serdana esnafan kir û gel bi eleqeyek mezin pêşwazî kir.    Şemrex   Li Şemrexê jì namzet Leyla Kaya, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê ku şûna wê qeyûm hat tayînkirin Fîgen Altindag û partiyan ve li navçeyê serdana gel hat kirin. Gel li vir têkildarî hilbijartinê de nêrînê xwe anîn ziman û heyetê got ju ee ê bersivê di sindoqan de bidin.    Kerboran   Li Kerboranê jî bi tevlîbûn Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar, namzeta Partiya Çep Kesk Selahattîn Ertaş û rêvebirên navçeyê ve li gundê Devan serdana gel hat kirin.    Mîdyat   Li Mîdyatê jî namzet Bêrîtan Guneş û rêvebirên partiya bi pêre bi minasebeta cejn Êzidiyan a Çarşema Sor çûn gundê Bacîna û Guven pîrozbahiyê kirin. Piştî pîrozbahiyê heyt ji gund veqetiya.