Partiya Çep a Kesk li Botanê lez da xebatên xwe 2023-04-19 15:56:03   ŞIRNEX/SÊRT - Partiya Çep a Kesk li herêma Botanê xebatên xwe bênavber berdewam dike û ji hêla gel ve bala eleqeyek mezin dibîne. Namzeta Şirnexê Ayşegul Dogan, destnîşan kir ku ew ê bi pêşengtiya jinan ve biguherînin.    Partiya Çep a Kesk xebatên xwe yên hilbijartina 14’ê Gulanê bênavber berdewam dikin. Ji aliyekê ve buroyên xwe yên hilbijartinê vedike, ji aliyekê jî serdana esnafan tê kirin û belavok tên belav kirin. Li herêma Botanê jî xebat bi lez û bez berdewam dikin. Ji Partiya Çep a Kesk re  eleqek mezin heye.   Basa   Partiya Çep a Kesk digel namzetên xwe yên Şirnexê Ayşegul Dogan û Zekî Îrmez  li navçeya Basayê ya Şirnexê serdana esnafan kirin.  Şande piştî serdana esnafan li bazarê belavok belav kirin. Herî dawî şande û gel li ber bûroya hilbijartinê ya Basayê kom bûn.   ‘Wê bi pêşengtiya jinan biguhere’   Li vê derê namzet Ayşegul Dogan axivî û destnîşan kir ku ew ê bi pêşengtiya jinan bi ser bikevin û got: “Heke hin tişt biguherin ev ê bi destê jinan biguehre. Jin, dayik û ciwanan barên gelek giran heya niha hilgirtine. Ev hilbijartin ji bo me hilbijartinek dîrokî ye. Em çiqas zêde biçin parlementoyê em ê ewqas zêde mafên xwe bidest bixin. Ne tenê 4 parlementer divê em qasî ji destê me hat hewil bidin ku zêdetir parlementer bişînin. Lewra divê em hemû nîqaşên nav hevdû bidin aliyekê û tîfaqa xwe pêk bînin.”   Piştî axaftina Ayşegul namzet Zekî Îrmez jî axivî û destnîşan kir ku yek dengdanek jî wê qedera hilbijartinê diyar bike û got divê ji bo parastina sandiqon gelê bibe seferber.   Piştî axaftinan bûroya hilbijartinê bi dirûşmeyên 1Jin Jiyan Azadî” hat vekirin.   Bernameya Basayê bi govendê bi dawî bû.   Şandeyê piştre li derbasî navçeya Cizîrê bû û li wir jî serdana esnafan hat kirin û belavok hatin belavkirin.   Elkê   Li navçeya Elkê jî şandeya ku ji namzet Newroz Uysal û rêxistina Partiya Çep a Kesk pêk tê serdana esnafan kirin. Şande piştre li Taxa Yenîmahalleyê  bûroya xwe ya hilbijartinê bi coşekê mezin vekir.   Sêrt   Partiya Çep a Kesk li navenda Sêrtê jî serdana esnafan kirin û belavok belav kirin. Namzetên Sêrtê Sebahat Erdogan Saritaş, Tuncer Bakirhan û Abdullah Çetîn, Rêxistina Partiya Çep a Kesk yê Bajarê Sêrtê, Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan ( HDP) ya Bajarê Sêrtê, Tevgera Jinên Azad(TJA) beşdarî bernameyê bûn. Şande piştre serdana Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Şaxa Sêrtê û Odeya Sanayî û Bazirganiyê kirin.