Namzeta Hatayê Şîrîn Nur Vural: Ez ê ji bo dîtina kedê têbikoşim 2023-04-19 09:08:05   Dîlan Babat   HATAY - Namzeta partiya Çep a Kesk a Hatayê ya di rêza duyem de, Şîrîn Nur Vural da zanîn ku  ji her nasnameyên cuda di bin sîwana Partiya Çep a Kesk de ye berê xwe dayê û got ji bo keda jinan bê dîtin wê têbikoşe.   Ji hilbijartinên serokomarî û parlamenteriyê re demek nêz ma û Partiya Çep a Kesk bê navber xebatên xwe dimeşîne. Partiya Çep ji 600 namzetî 264 jin  nîşan dan. Namzeta rêza duyemîn a Hatayê jî Şîrîn Nur Vural e. Şîrîn ji Antakyayê ye û erdhejzede ye.   Şîrîn Nur Vural kî ye?   Şîrîn di 1982’an de de li Serînyol a Hatayê hat dinê. Çar xwişk û bira bûn. Şîrînê diyar kir ku bavê wê li Arabîstanê dixebitî û ji bavê xwe dur mezin bûne. Şîrînê wiha got: “Min ji apê xwe re digot bavo. Dayika min hem bû dê hem bû mamoste ji me re. Ez tenê keç bûm sê birayê min hebûn. Min serî neditewand. Ji zarokatiyê de li dijî pergala serdest ya mêr bûm. Min di wan deman de zextên civakê yên li ser jinan fêm kiribûn. Dema bavê min dihat malê nedixwest ez piştî birayên xwe bêm malê. Min Dibistana Bilind a Mamostetiya Bedenê ya Kocaeliyê qezenc kir. Bavê min bi min bawer bû. Lê her tim di jiyanê de nakoqî hebûn.”   ‘Nasnameyên cuda ligel hevin’   Şîrînê wiha dirêjî dayê: “2004’an de çûm zanîngehê. Min têkoşîna jinê jî nas kir. Ez mezun bûm. Min û hevalan Piştevaniya Civakî ya Serînyolê ava kir. Ez bûm endama wê ya damezrîner. Min demekê serokatî kir. Min di mîhrîcanan de pêşkêşvanî kir. Di kolektîfa keda jinan de di kampên jinan de min cih girt. Min xwe li van merciyan rehet hîs dikir. Em her tim di nav hev de û aram bûn. Ji ber vê jî min berê xwe da Partiya Çep a Kesk. Partiya Çep a Kesk Nasnameyên cuda dihewîne.”   ‘Em ê bo Peyamana Stenbolê têbikoşin’   Şîrînê destnîşan kir ku projeyên der barê jinan de wê bi Partiya Çep a Kesk bikin jiyanê û wiha domand: “Wê teqez tiştên xweş bên kirin. Ji bo Peymana Stenbolê bikeve jiyanê em ê têbikoşin. Wek jinek ku dayika sê zarokan ez ê ji bo keda jinan ya nayê dîtin têbikoşim. Ji bo wekheviyê ji bo mûçeyê wekhev ji Partiya Çep a Kesk bûm namzet. Piştî erdhêjê gelê Antakyayê terkî qedera xwe hatin kirin. Tu carê alîkarî nehat kirin. Em ê ji bo jinan qadên bi ewle ava bikin.”   ‘Em soz didin’   Şîrînê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wê bêyî ku sazbûna dîrokî ya Antakyayê xera bibe bikevin pêvajoya avakirinê û wiha dawî lê anî: “Em soz didin ku wê her kes  li ser axa xwe li gorî xwe xaniyên xwe çê bikin û windahiya aborî bi lez çareser bikin. Em wek Partiya Çep a Kesk û Meclîsên Jinan wê li cem gelê xwe bikin.”