Jinên Rihayî: Kî nûnertiya me bike dengê me ji wan re ye 2023-04-18 09:03:58   Gulistan Dursun   RIHA - Li Rihaya ku hîn şopên erdhejê lê xuya dikin jin li dijî îktidarê bi hêrs in û dibêjin:"Em dixwazin êdî hinek tişt serast bibin. Em kurd in û Partiya Çep a Kesk nûnertiya me dike. Em ê dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk."   Demek kurt ji hilbijartinên 14'ê Gulanê ma. Piştî lîsteyên namzetan eşkere bûn xebat bi awayekî lezgîntir meşiyan. Li Rihayê jî tevî şopên erdhejê û zextan xebatên hilbijartinê didomin. Jinên li Rihayê derbarê rewşa hilbijartinê û zehmetiyên ku dibînin axivîn.    'Vaat hene lê elê îcraat tune ye'   Hatice Kiliç: Hevjînê min nexweş e. Zarokek min a astengdar heye û tenê keçe min dixebite. Fatura min a av û ceyranê hat ez nikarim bidim. Di her hilbijartinê de tên vaatan didin lê belê dema tê ser icraatê em tiştekî ji aliyê kesekî ve nabînin. Xizmetê nakin. Bi ser de jî kavilên erhejê tînin li nêzî mala me dirjînin. Li vir lehî rabû mala xwişka min di bin avê de ma. Em ji bo wê li malên kirê dinêrin. Em bi sê zarokên wê derî bi derî digerin. Lê em xanî nabînin. Me di erdhej û rabûna lehiyê de tu alîkariya dewletê nedît."   'Ji AKP'ê re deng tune ye'   Adul Demir: Min berê dengê xwe dida AKP'ê hevjînê min jî dida HDP'ê. Lê belê ez ê êdî deng nedim AKP'ê. Di warê aboriyê de êdî her tişt pir buha ye. Em êdî dixwazin hinek tişt serast bibin. Em kurd in û Partiya Çep a Kesk nûnertiya me dike. Em ê dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk. Piştî erdhejê jî em dixwazin edalet bê."   Necla Tepe: Heta niha me dengê xwe dida AKP'ê lê belê erdhej çêbû mirov ji tîna û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan. Êdî ez ê dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk. Ev partiya me ye. Encax ew xwedî li me derkeve. Loma em ê dengê xwe bidin vê partiyê.    'Wê welatiyên Rihayê di 14'ê Gulanê de piştgiriyê bidin dayika Emîneyê'   Sahra Dogan: Ez dixwazim ji bo hilbijartina bê xwedî hêvî bim. Kî heq dike bila ew qezenc bike. Wê îhtimaleke mezin ê heq dike bi ser bikeve. Ez kurd im û ez ê dengê xwe bidim xwe. Ez bawer dikim piştî hilbijartinê wê hinek tişt baş bin. Wê têkoşîna Emîne Şenyaşar jî bi ser bikeve. Têkoşîna dayika Emîne da cesaret da her kesî. Hêvî da. Wê welatiyên Rihayê di 14'ê Gulanê de piştgiriyê bidin dayika Emîneyê.   Naile Kaplan: Ez bawer im em ê dest bidin hevdu û vê hilbijartinê bi hev re qezenc bikin. Em ê di 14'ê Gulanê de wan li ser sindoqan bê hilm bihêlin. Em ê bi ser bikevin.    'Barê me giran e'   Emine Yaşar: Gel bi salan e di bin zilm û zextê de ye. Ev ji du salan zêdetir e dayika Emîneyê li ber edliyeyê ye. Ne edalet heye ne jî hiqûq. Loma ez ji gelê Rihayê rica dikim bila dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk. Em hêvî dikin ku wê piştî hilbijartinê rewş baştir bibe. Em dixwazin girtiyên di zindanan de û serokatî serbest bê berdan. Em ê li Rihayê herî kêm 7 parlamenteran derxin. Serokatî di bin tecrîdê de ye dayika Emîneyê li vir e. Loma barê me pir giran e."