Adalet Kaya: Em ê guherînê bi jinan re bikin 2023-04-17 10:35:34   Nişmiye Guler   AMED - Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk a Amedê Adalet Kaya ya bi salan e li dijî tundiyê têdikoşe got ew ji rêhevaltiya jinê hêzê digire û ew ê bi jinan bi ser bikevin.    Ji hilbijartinên wê di 14'ê Gulanê de li Kurdistan û Tirkiyeyê pêk were hindik ma. Di vê çarçoveyê de partiyên siyasî jî xebatên xwe lezgîntir kirin. Hevparên Tifaqa Millet û Cumhur di warê derxistina namzetên jin de li dû man. Partiya Çep a Kesk li 34 bajaran jinên namzet di rêza yekem de nîşan da.    Hêviya jinan Partiya Çep a Kesk   Partiya Çep a Kesk a ji bo jinan bû hêvî bi profîla xwe ya jinan derdikeve pêş. Nazmetên nivîskar, hunermend, rojnameger, perwerdekar, akademisyen, nûnerên rêxistina jinê yên Partiya Çep a Kesk hene. Loma tê hêvîkirin ku ew ê Partiya Çep a Kesk di hilbijartinan de bi ser bikevin.    Adalet Kaya kî ye?   Adalet Kaya ya ku Seroka Komeleya Jinê ya Rosayê ye wekî namzet di rêza 4'emîn a Partiya Çep a Kesk a Amedê de cihê xwe digire. Edalat Kaya ya ji Pasûra Amedê ye li ser tercubeyên xwe û ji bo çi Partiya Çep a Kesk hilbijartiye ji ajansa me re axivî.    Zarokatiya Adaletê li Pasûrê derbas bûye. Ew di zarokatiya xwe de tundiya dewletê nas dike. Ew jî yek ji wan zarokan e ku bi tundiya dewletê ya di salên 90'î de hatiye koçberkirin. Adaletê li ser jiyana xwe wiha didomîne:"Di wê serdemê de me koçî Amedê kir. Min li vir dibistana amadehiyê xwend. Di wê serdemê de Hizbûllah û kuştinên kiryarên wê diyar zêde bûn. Di wê demê de pevçûn zêde bûn. Ji bo em hev biparêzin me wekî heval bi hev re tevgera xwe didomandin. Çimkî êriş pêk dihatin. Ji bo zangîngehê ez çûm Enqereyê. Min li wir perwerdeya Zanista Siyasetê û Rêveberiya Cemaweriyê girt. Ez bi KPSS'yê li qada cemaweriyê bi cih bûm. Nêzî 15 salî ye li saziyan peywirên cuda dikim. Herî dawî min Serokatiya Daîreya Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kir. Bi rejîma OHAL'ê di sala 2016'an de hatim îxraçkirin. Wê demê pêvajoyeke zextê ya nû dest pê kir. Pêvajoyeke dijwar a bi KHK'yan bû."   'Her kêliya ku bi tevgera jinê re tev geriyam min xwe azad hês kir'   Adaletê piştî tê îxraçkirin bi tevgera jinê rêya xwe dewam dike û di pêvajoya avakirina Komeleya Jinê ya Rosayê ya sala 2018'an de cih digire. Adaletê wiha dewam dike:"Her kêliya ku bi tevgera jinê re tev geriyam min xwe azad hês kir. Pêvajoya qeyûm bêhna me teng kiribû. Me xebatên rêxistinbûyina azad a di qada sîvîl de dan meşandin. Ez seroka damezrîneriyê ya Komeleya Jinê ya Rosayê me. Nêzî 5 salan e di nava vê xebatê de me."    Teşhîra şerê taybet ê li Kurdistanê   Adaletê da zanîn wan li Komeleya Jinê ya Rosayê gelek xebat dane meşandin û ji jinan re bûne alîkar û wiha got:"Li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet ên li dijî jinan zêde ne. Polîtîkayên wekî derûnî tên meşandin hene. Me got ka gelo tedbîrên li dijî vêya çi ye? Me rêxistinbûyina xwe zêde kir û em hîn zêde hatin dîtin. Dema me li taxan xebat dikirin serlêdana jinan zêde dibûn. Me xebatên berfireh û girîng kir. "   Pêvajoya girtinê   Ji ber van xebatana di 12'ê Gulana 2020'î de Adaletê tevî xebatkarên komeleyê tê girtin. Piştî 3 mehan girtî ma hat berdan. Adaletê got:"Wê demê her xebatên me kirin ji aliyê darazê ve dihat îllegalîzekirin. Pêvajoya Gulana 2020'î dest pê kir. Tim rêveber û xebatkarên komeleya me dihatin binçavkirin û girtin. Tundî li me hat kirin. Me tundiya di nava civakê de ya ji ber retê teşhîr kir loma jî dewletê berê xwe da me. Me digot divê em hîn bi hêz bin."   'Rêhevaltiya jinan mirovan pêş dixe'    Adalet, di axaftina xwe de wiha behsa xebatên xwe ya li Komeleya Jinan a Rosayê dike: "Ji zarokatiyê heta îro ez bi şîdeta dewletê re rûbirû mam û li malê jî bûm şahidê şîdetê. Ez bûm şahidê xizanî, polîtîkayên taybet ên şer, destdirêjî, windakirin û hwd. Tevlîbûna min a tevgera jinan jî piştî tayînkirina qeyûman a li sazî û dezgehên jinan, girtina navêndên xebatê yên jinan û ji holê rakirina qadên jiyanê yên jinê pêk hat. Ji bo me hebûna avahiyan ne girîng e. Ji bo domandina rêxistinbûna me, avakirina sazî û dezgehan, me aktîvîstên TJA'yê şopand. Di pêvajoya avakirina Komeleya Jinan a Rosa û xebatên ku di komeleyê de hatin kirin ji bo min şanaziyek e. Têkoşîna ji bo azadiya jinê, piştevaniya ji bo jinan tê kirin, vekirina qadên jiyanê ya ji bo jinan hem ji bo min û hem jî ji bo hemû jinan dibe başiyek. Di her qada jiyanê de jin bi şîdetê re rûbirû dimînin. Rêhevaltiya jinan hem ji bo jinan û hem jî ji bo civakê girîng e. Ji ber vê jî em xweparastinê di nav xwe de didin destpêkirin, belavî jinên din jî dikin û pêşdixin. Birêveberina xebatên jinan mirovan gelekî pêş dixe."   'Em ê guherînê bi jinan re bikin'   Adalet, diyar kir ku piştî rêvitiyeke dirêj biryara xwe di êla siyasetê de daye û wiha bi lêv kir: "Piştevaniya bi hezaran jinan a ji bo Partiya Çep a Kesk heye. Ez armanc dikim ku xebatên ku bi salane wek aktîvîstek dimeşînim li parlamentoyê jî bimeşînim û bikim hêzek mezin. Baweriya min bi guherînê heye û em ê vê tiştî bi jinan re bikin. Veguherîna civakî em ê di serî de ji xwe destpê bikin, hêza jinan jî heye ku civakê biguherîne. Ji ber vê sedê jî min biryar da ku ez di nav Partiya Çep a Kesk de siyasetê bikim.    'Mekanîzmayên edaletê avabikin'   Adalet, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser xebatên Partiya Çep a Kesk: "Divê parlamentoya ku di nav de dengê gelan, jinan, kedkaran, karkeran, xwendekaran û cotkaran heyî bê avakirin. Divê parlamentoyeke xurt bê avakirin. Ji bo li vir em bibin hêza avakar, guhertin û veguhertinê divê em hêza gel bibin parlamentoyê. Li dijî xizaniyê divê em polîtîkayên aboriyê pêşbixin, divê îktîdara dewlementiya vî welatî didize ji holê bê rakirin. Divê gel tiştên ku aîdê wê ye bigire. Bi xebat û hilberînê divê em parvekirinê jî bi ser xin. Em di vê baweriyê de ne ku jin dikarin li dijî şer, polîtîkayên taybet mekanîzmayên edaletê avabikin. Em ê ji bo vê yekê bixebitin."   'Em ê polîtîkayên şer teşhîr bikin'   Adalet Kaya da zanîn ku li Kurdistanê polîtîkayên şer ên taybet tên meşandin û wiha bi lêv kir: "Em armanc dikin wan polîtîkayan teşhîr bikin û di nava jin û ciwanan de li hemberî wan yekan cudakariyê li pêş bixin. Bi sala ne li Kurdistanê şerek tê meşandin û em ê li hemberî vî şerî jî têkoşîna xwe bidomînin. Piştî hilbijartinê pêşxistina daraza serbixwe û pêk anîna edaletê girîng e."