Li Misircê peyama ‘Em ê biserkevin’ hat dayîn 2023-04-16 20:52:12   SÊRT - Partiya Çep a Kesk li navçeya Misircê ya Sêrtê bi girseyekê mezin bûroya xwe ya hilbijartinê vekir. Girseyî bi dirûşmeyên xwe sekna ji bo hilbijartinê dan.    Partiya Çep a Kesk xebatên xwe re bê navber berdewam dike. Li navçeya Misircê bi tevlîbûna sedan kesî bûroya hilbijartinê hat vekirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk(DBP) Salîha Aydenîz, Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin, Hevserokê Partiya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk, namzetên Partiya Çep a Kesk yê Sêrtê û bi sedan kes beşdarî bernameyê bûn.    Bername bi govend û coşekê mezin destpê kir. Girseyî bi berzkirina dirûşmeyên “Em ê bi ser bikevin”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Heq, hîqûq û edalet bi çep a kesk dê were” û “Bijî berxwedana zindanan” qad tije kirin.    Di bernameyê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz axivî û destnîşan kir ku hilbijartina 14’ê Gulanê hilbijartinek dîrokî ye û wiha dirêjî dayê: “Ji bo ku kurd mafê zimanê xwe bigirin, mafê nasnameyê bigirin li qadan in û peyamên xwe didin. Gelê Kurd aştî û demokrasiyê dixwaze. Gelê kurd şikandina tecrîdê dixwaze. Em baş dizanin ku heya tecrîd neyê şikandin tu pirsgirêkên vî welatê nayê çareser kirin.”   Piştî axaftina Salîhayê bûroya hilbijartinê bi girseyî hat vekirin û bername bi gerandina govendê bi dawî bû.