Li Hezexê bi girseyî buroya hilbijartinê hat vekirin 2023-04-15 13:59:15   ŞIRNEX – Partiya Çep a Kesk bi coşek mezin buroya xwe ya hilbijartinê li Hezexê vekir. Hevseroka Giştî yê DBP’ê Salîha Aydenîz, destnîşan kir ku mifteya aştî û demokrasiye di destê kurdan de ye.   Partiya Pêşerojê ya Çep a Kesk (Partiya Çep a Kesk) gera Botanê ya tûra hilbijartinê ya li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê li navçeya Qoser a Mêrdînê, piştî Nisêbînê dest pê kir, bi navçeya Hezex û Şirnexê berdewam kir. Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin, Hevserokê Partiya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk û namzetên Partiya Çep a Kesk jî di navê de şande hat li ber buroya hilbijartinê ya taxa Turgut Ozalê ya Hezexê. Şande li vir ji aliyê bi sedan kesî ve bi tililî, çepik û dirûşman hatin pêşwazîkirin û şandeyê piştre govend gerand.   ‘Mifteya aştî û demokrasiyê di destê kurdan de ye’   Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk Saliha Aydenîz, destnîşan kir ku 14’ê Gulanê têkçûyîna faşîzma AKP û MHP’ê ye û got: “Yên ku digotin em kurdan biqedînin têkçûyîna xwe amade kirin. Tu hêz nikare ber hêza gel bisekine. Hêza gel li vir e û hêza gel di 14’ê gulanê de serweriya xwe îlan bike. Desthilatdar israra xwe ya di şer de dixwaze berdewam bike, lê şer jî nikare wê xelas bike. Mifteya aştî û demokrasiyê di destê kurdan de ye. Ji ber vê hilbijartina 14’ê gulanê ji bo me gelek girîng e û em rola xwe bilîzin.”    Şande piştre bi konvoya girseyî derbasê Şirnexê bû.