Tûra hilbijartinê ya Serhedê li Agiriyê ye: Em ê bi ser bikevin 2023-04-15 13:45:03   AGIRÎ - Baskê tûra hilbijartinê yê Partiya Çep a Kesk ê Serhedê gihaşt Agiriyê.    Baskê tûra hilbijartinê yê Partiya Çep a Kesk ya Serhedê gihaşt Agiriyê.    Li Bazîdê Partiya Çep a Kesk buroya hilbijartinê ya jinan vedike. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş û namzetên parlamenteriyê tev li vekirina buroyê bûn.    Şandeya ku di ketina Bazîdê de hate pêşwazîkirin, ber bi navenda navçeyê ve bi rê ket. Şandeya ji aliyê girseyeke qelebalix ve hate pêşwazîkirin, hatin ber buroya hilbijartinê.    Keskin Bayindir got:"Dibêjin qey me lawaz dixin lê belê em bi dost û gelên xwe serkeftî ne. Em ê bi ser bikevin. Em dixwazin rêya çareserkirina meseleya kurd û aştiyê azadiyê vekin."   Hevberdevaka Partiya Çep a Kesk Çigdem Kiliçgun Uçar got: "Ew ê 15'ê Gulanê ji bo roja pîrozbahiyê be. Li Tirkiyeyê siyaset ji zû de ye ji raya xwe derketiye. Di serdema AKP-MHP'ê de siyaset bû rant. Tenê gotinên wan ên şer û tecrîdê heye. Em tenê partiye ku daxwaza demokrastiyê ji bo Tirkiyeyê dikin. "   Piştî axaftinan heyet heta buroya hilbijartinê ya duyem meşiya. Bernameya roja duyem a heyetê bi dawî bû.