Namzeta Çep a Kesk a Dêrsimê Ayten Kordu: Em ê bi jinan re biguherînin 2023-04-15 11:23:06   Nişmiye Guler   DÊRSIM – Namzeta Partiya Çep a Kesk a Dêrsimê Ayten Kordu da zanîn Dêrsim her tim ji ber taybetmendiyên xwe yên bawerî, nasname û serhildana xwe bûye hedef û polîtîkayeke ku êrişî qadên jiyanê yên mirovan dike heye û wiha got:"Jin û gelê Dêrsimê li dijî vêya li berxwe dide. Em jî ji kevneşopiyekek şoreşa mejî pêk aniye tên û em ê bi jinan re biguherînin."   Ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê yên Serokomariyê û 28'emîn serdema hilbijartina parlamenteriyê herî zêde Partiya Çep a Kesk namzetên jin ji bo parlamenteriyê nîşan da. Namzeta Partiya Çep a Kesk a Dêrsimê Ayten Kordu li ser mijara hilbijartinê nirxandin kir.    *Em di destpêkê de dixwazin we nas bikin. Ayten Kordu kî ye? Çi dike? Ji bingeheke çawa ya têkoşînê hatiye?   Ez di 1971'ê de li Erzînganê ji dayik bûm. Ez ji beşa civaknasiyê mezûn bûm. Di salên 93'yan de min dest bi xebatên çalaki kir. Ez di nava hestên avakirina hebûna xwe de bûm. Ez kurdên elewî me. Di wan deman de bi nasnameya xwe ya elewîtiyê em hatin çewisandin. Piştre min dest bi xebatên jinan kir. Wê demê wekî Komîsyonên Jinan xebat dihatin meşandin. Piştre min peywira Serokatiya Komîsyona Jinê da meşandin. Piştre min di rêveberiya navçeyê de cih girt. Di 2003'yan de saziyên me yên xweser ên jinan dihatin avakirin. Çimkî divê me wekî perspektîfa rizgariyê ya jinê rêxistinbûyina xwe ya jinê pêş bixistaya. Bêtir em bi rastiya xwe ya jintiyê hatin rû hev. Divê nasmeyeke derdiket pêş pêk bihata. Bingeha me ya me xwe jê xwedî kir ev der bûn.    Li Stenbolê ewil Navenda Çandê ya Jinê ya Dîcleyê hatibû avakirin. Jina Azad bû piştre bû Dicle Jin. Piştre Komeleya Jinê ya Gokkuşagi hat vekirin. Min di damezrandina vê saziyê de cihê xwe girt. Ev ji bo min pêşketineke baş bû. Dema Kovara Dengê Jinê ya ewil derket em li partiyê bi jinan re rûdiniştin û me dixwend. Li vir kirina gotina xwe pêş ket. Me xwest bi Tevgera Jinê ya Azad a Demokratîk (DOKH) em têkoşîna xwe berfirehtir bikin.    *Jiyana we ya siyasî ya bi têkoşîna jinê dest pê kir piştre di kîja xetê de pêş ket?   Di partiyên siyasî de bêtir min di nava xebatên jinan de cih girt. Ez dikarim xwe wiha pênase bikim. Di 2015'an de xizmeta li ser axa xwe pêş ket. Di 2015'an de ez hatim Dêrsimê. Min biryar da ez li vir bi cih bibim. Li vir min li şaredariyê li ser mijara muduriyeta polîtîkayên jinê xebat dan meşandin. Sal û nîvekê min ev xebat meşand. Nirxên girîng li ser vê axê hatibû avakirin. Wê demê me li şaredariyê xebatên baş kirin. Nurhayat Altun wê demê hebû niha ew di girîgehê de ye.    Bi qeyûman îradeya me tune hat hesibandin   Ez difikirim ku di warê polîtîkayên jinê ez bûme xwedî tecrube. Me xebatên li ser tundiya li ser jinê, ekolojîk, xebatên derbarê cokariyê de maşand. Lê belê li gelek cihan êrişên rêjîma yekzilamî yên li dijî jinan dest pê kir. Jixwe her tim hebû lê belê bi qeyûman zêdetir bû. Çimkî li her derê qadên jiyanê yên jinê êriş pêk hatin. Bi qeyûman îradeya me tune hat hesibandin. Bi qeyûman re kooperatîfên jinan ên me li şaredariyê ava kiribûn û saziyên jinan hatin girtin.    *Hûn jî dizanin Dêrsim pir dibe hedef. Hem ji ber nasnameya elewîtiyê hem jî jiber nasnameya jintiyê. Gulistan Doku hat windakirin. Di heman demê de em dikarin Dêrsimê bi Aysel Dogan û Saryan jî bi bîr bixe. Bi taybet çima Dêrsim bi polîtîkayên şer ên taybet dibe hedef ?   Dêrsim ji ber nasnameya xwe dibe hedef. Hem kurd e hem elewî ye hem jî serhildêr e. Dîroka wê ya serhildanê heye. Gelek nirxên wê hene. Cihekî kozmopolîtîk e. Ji aliyê siyasî ve jî wiha ye. Hûn dikarin gelek aliyên siyasî li vir bibînin. Têkoşîna me ya li Dêrsimê jî dibe hedef. Çimkî bajarekî mûxalîf e. Ev mûxalefeta tim li dijî sîstemê ye. Çimkî wekî çandî kodên wê wiha ne. Qirkirin û înkar jî li dijî vê pêk hatiye. Polîtîkayên asîmîlasyonê jî li dijî vêya ye. Jin û gelê Dêrsimê li dijî qirkirin û asîmîlasyonê tim li berxwe da.    Çima ewqas koçberî heye?   Çima pirsgirêka kar heye? Çima ewqas koçberî heye? Çima ciwanên me întixar dikin? Çima hişbir li Dêrsimê ewqas pêşketiye? Ev polîkayana li her derê Kurdistanê heye lê belê li Dêrsimê hîn zêde ye. Êriş li dijî serhildanê ye. Dêrsim bajarê jinê ye. Lê belê Dêrsim di bin mêtingeriyê de ye. Loma daxwaza me ya Wezareta Jinê ne belasebe ye. Ji bo polîtîkayên jinê pêş bikeve, ji bo jin di qada civakî, siyasî, çandî de xwe pêş bixin, ji bo jin gotina xwe bike û ji bo zimanê siyaseta baviksalarî biguhere pêdivî ji Wezareta Jinê heye.    Hevserokatî temsîliyeta wekhev e   Hevserokatî jî temsîliyeta wekhev e. Têkoşîna me ya kotayê ya di partiyê de jî yek ji vê ye. Ev bi têkoşîna me pêk hat. Em ê wekî jin bibin sedema guhertinê.    *Partiya Çep a Kesk hevparê Tifaqa Azadî û Kedê ye. Li Dêrsimê jî pergaleke hevpariyê heye. We piştgiriya Federasyona Meclîsên Sosyalîst jî girt. Em dixwazin atmosfera li bajêr pirs bikin. Hûn dibêjin "Em ê bi hev re biguherin û bi hev re bi ser bikevin." Hûn li dijî çi dibin yek? Ev yekîtî çawa çêbû?   Rabirdûyeke vêya ya berî min heye. Li vir pêvajoyeke hatiye honandin heye. Berî vêya xwişka Aysel hat hilbijartin hevala Edîbe heye. Di serdemên cuda de tim tifaq pêş ketin. Lê dema em îro lê dinêrin wekî Partiya Çep a Kesk em dibînin tifaqeke hîn mayinde derketiye holê. Ev bêtir fikrî ye ne serdemî ye. Loma Dêrsim cihekî taybet e. Maketa Tirkiyeyê ye. Bi tifaqan re rêziknameyeke me heye. Bingeha me ya esil jî hevparî ye. Divê em bi hevkariyê bi pêş bikevin. Dibe ku nexşeya me ya rê cuda be. Lê belê helwesta me ya hevpar girîng e. Em bi hev re ji kuştinên jinan re dibêjin na. Em ji xizaniya jinê re bi hev re dibêjin na. Mesela Gulistan Doku hîn nehatiye dîtin. Me ji bo Gulistan Doku çalakî li dar xistin. Nêrîna jinê mirov tîne gel hev dibe sedema hevkariyê.    *Dema we bang li Dêrsimiyan kir we bal kişand ser Komara Demokratîk. Bi Komara Demokratîk dikare pirsgirêkên vî welatî çareser bibe?   Bi sîstema heyî jixwe pirsgirêk nayên çareserkirin. Hemû maf tên xespkirin. Hukumeta 21 salî hem dijminê jinê ye hem jî dijminê gel e. Di eslê xwe dijminê cudahiyan e. Çima me got rêya sêyem? Em siyaseta ku olê dike alav, bi tarîkatan tev digere, li ser înkarê hatiye avakirin red dikin. Rêya sêyem jiyaneke wekhev û jiyaneke pirjimariyê esas digire. Perspektîfa Komara Demokratîk pirjimariyê esas digire. Ev daxwaza gelek aliyan e bi taybet daxwaza me elewiyan e. Em mafê hemwelatiya wek hev dixwazin. Em dixwazin ev yek dikeve binê ewlehiya zagonê. Em wekî jin jî temsîliyeta wekhev dixwazin. Bi Komara Demokratîk wê polîtîkayên şer bi dawî bibe.    *Bi polîtîkayên we bal kişand ser niha li Kurdistan û Tirkyeyê rastiyeke girtîgehan heye. Li dijî polîtîkayên tecrîd û girtîgehan hûn ê wekî Partiya Çep a Kesk rêbazeke têkoşînê ya çawa bimeşînin?   Mijara me bal kişand ser ji xwe bi tecrîdê re eleqedar e. Tecrîd ne tenê avêtina mirovan a girtîgehan e. Tecrîdeke fikrî heye. Polîtîkaya tecrîdê ya îro tê sepandin li dijî gelê kurd û tirk e. Kesên devê xwe vedikin û qala demokrasiyê dikin di girtîgehan de ne. Kadroya li girtîgehan li gor vê hukumetê hatiye avakirin.    Dema em dibêjin tecrîd Birêz Abdullah Ocalan tê bîra me. Di eslê xwe de tecrîda fikrî ya mezin li wir e. Ji wir dest pê dike û li gel belav dibe. Em li dijî vêya têkoşîna xwe didomînin.    *Ez dixwazim ji we re pirseke taybet bipirsim. We di nava axaftinên xwe de qala Aysel Dogan kir. We ew nas dikir? Em dikarin hinekî fam bikin?   Berî Dêrsimê min xwişka Aysel nas kiribû. Dema ez hîn nû ji girtîgehê derketim min ew li hevdîtineke jinê nas kir. Min xwest herim hinda wê û wê nas bikim. Piştre li Dêrsimê jî hevdîtinên me pêk hatin. Jineke têkoşer bû. Ew rih jî dida. Jineke asî bû. Ew nirxeke girîng e. Li ser vê axê nirxekî girîng da afirandin. Têkoşîna wê hîn ji me re dibe ronahî.