Tûra hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk a Serhedê dest pê kir 2023-04-15 11:18:45   WAN - Tura hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk, îro li Serhedê di roja 2'yem de berdewam dike.    Partiya Çep a Kesk li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin. Tura hilbijartinê ya partiyê îro li Serhedê di roja 2'yem de berdewam dike.    Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li gund, bajarok, navçe û bajaran bi girseyî û coş tên pêşwazî kirin. Baskê Serhedê yê Tûra hilbijartinê îro jî bi tevlîbûna Hevberdevka Partiya Çep a Keskan Çîgdem Kiliçgûn Uçar, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindîr, Hevseroka Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş û namzetê parlamenteriyê yê Mûşê Sezaî Temellî berdewam dike.   Konvoya hilbijartinê serê sibê ji Wanê, ber bi navçeya Erdîşê ve bi rêket. Îro dê li Erdîş, Ebex û Bazîd, Giyadîn, Zêtka û herî dawiyê jî li navenda Agiriyê hevdîtina gel pêk bê.