Mexdûra Erdhejê: Em xwe di ewlehiyê de nabînin 2023-04-15 09:10:33   Dîlan Babat   HATAY - Ruçen Bizim a ku yek ji mexdûrên erdhejê ye anî ziman ku piştî erdhejê gelê Hatayê bi qedera xwe re rûbirû hatin hiştin, bi pêvajoya hilbijartinê re hatiye jibîrkirin û got, "Em ê dengê xwe bidin kesên heq dikin."     Di ser erdheja ku navenda wê Mereş bû  pêk hat re zêdeyî 2 meh derbas bûn. Hikûmeta ku piştî erdhejê alîkarî nedaye gel, tevî ku dem derbas bûye hê jî pêdiviyên bingehîn bi taybetî jî pirsgirêka xaniyan a gel bi cih neaniye. Mexdûrên erdhejê yên ku neçar man di konên ku ji bo şert û mercên demsalî ne guncaw in de dimînin, ji ber barana zêde dîsa mexdûr bûn.   Şîdet zêde bû   Li gel van pirsgirêkan, ji meha Adarê û vir ve şîdeta mêran li herêmên erdhejê zêde bûye, jin jî ji ber nebûna mekanîzmayan nikarin dengê xwe li dijî şîdeta ku li wan tê kirin derxînin. Ji ber kêmasiya xebatên derbarê zarokan de, zarok jî tên îstismarkirin. Bi amûra birînê êrîşî konê jina ku li navçeya Defne bi êrîşa mêr re rûbirû mabû kirin. Herwiha derket holê ku jineke din jî ji aliyê cendirmeyan ve şîdet lê hatiye kirin. Bi van pêkanînan re konên bê ewle yên li herêmên erdhejê ji bo jinan xetertir dibin.   Piştî du mehan karîbû konekî nû bikire   Ruçen Bizim a ku li Defneyê dimîne, tenê yek ji wan kesan e ku berî hefteyekê karîbû kon ji xwe re bikire, heta ku zêdeyî du meh derbas bûn hewcehiyên wê nehatin bicihanîn. Ruçen a ji erdhejê rizgar bû ku mala wê zirareke mezin dîtiye, li baxçeyê mala xwe kon veda. Rûçen 3 rojên ewil ên erdhejê wek felaket nirxand û diyar kir ku wan 3 rojên ewil hewcedariyên xwe yên tuwaletê li qadên vekirî pêk anîne. Rûçenê got, “Bi ti awayî alîkarî nehat. Hin cîranên me mirin, cenazeyên wan sê rojan wisa man. Êvaran me jeneratorek stend ku em tenê dikarin têlefonên xwe pê şarj  bikin. Me ji bo konan serlêdan kir lê dereng hatin. Ez neçar bûm bi zarokên xwe re di konê malbatekê de bimînim. Min hefteyekê kon vegirt. Di konê tê de me gelek avê derbas dike. Bahoz rabû û konên me firandin. Şert û mercên me gelek dijwar in.”   'Tualet nû hatine bicihkirin'   Ruçenê, diyar kir ku di warê madeyên xurek û paqijiyê de alîkariyên ku tên kirin gelekî kêm in û diyar kir ku ew hewl didin bi tiştên ku dikaribûn ji bin xirbeyan derxînin, îdare dikin. Ruçenê wiha got: “Me bi xwarinên ku ji bin kavilan derxistin heta niha îdare kir. Li nêzî me nexweşxaneyek meydanî hatiye avakirin, em dikarin ji wir xwarinê bistînin. Ew piştî nîvro xwarinê didin. Tuwaletên me nû hatine danîn. Beriya ku bê avakirin mehekê me pêdiviyên xwe li erdên vala bi cih anîn. Em li vir nêzî 12 kon in, em piştgiriyê didin hev. Ceryan û av piştî mehekê hat dayîn. Me kincên xwe jî diavêtin makîneya ku me ji binê kavilê derxistibû ku bi xwe re anî."   'Ez nikarim kûr razêm'   Ruçenê, diyar kir ku ew di konan de xwe ewle nabînin û wiha dewam kir: “Hevjînê min ji bo kar derket derve. Ez bi zarokên xwe re dimînim û ditirsim. Ji ber ku tuwalet dûr in, em neçar in ku hewcedariyên xwe yên tuwaletê heta sibehê taloq bikin. Em dizanin ku ev ji bo tenduristiya me zirar e, lê tiştek ku em bikin tune ye. Ez xewa kûr nakim, em heta sibê çavekî me vekirî radizên. Piştî erdhejê gel kêm bû, piraniya wan çûn. Em êvaran dudil dibin ku biçin tuwaletê. Di her konekî de bi giştî 4-5 kes dimînin. Ji bo cilşûştinê û serşokê her kes li benda rêzê ye.”   'Em terkî qedera xwe hatin kirin'   Ruçenê, diyar kir ku bi rojeva hilbijartinê re mexdûrên erdhejê hatin jibîrkirin û diyar kir ku pirsgirêkên erdhejzedeyan ji nedîtî ve hatin û hatin jibîrkirin. Rûçen wiha berdewam kir: “Di dema hilbijartinê de her kes wê bibîne ku heqê wî çi ye. Em ê dengên xwe bidin kesên ku heq dikin. Der barê Hatayê de hêj tiştek nehatiye gotin. Em hatin paşguhkirin û bi qedera xwe re rûbirû hatin hiştin.”