Piştevaniya Mor şertnameya xwe ya hilbijartinê aşkera kir 2023-04-14 22:03:43   STENBOL-  Piştevaniya Mor bi dirûşma “ Em ê ji nû ve jiyanê ava bikin” şartnameya xwe ya hilbijartinê aşkera kir.    Piştevaniya Mor, li derketina Metro a Pangaltiya Navçeya Şîşliyê bi dirûşma “ Em ê ji nû ve jiyanê ava bikin” şertnameya xwe ya hilbijartinê aşkera kir. Daxuyanî ji hêla namzeta Stenbolê ya Partiya Çep a Kesk Nîlay Kuş ve hat xwendin.    Nîlay, diyar kir ku bal kişand ser hilbijartina 14’ê Gulanê û got, “Em weke jin dixwazin desthilatdariya AKP-MHP’ê ji serê xwe bavêjin. Ji bo şandina vê  em ê têbikoşin. Ez hemû jinan vedixwînim têkoşîna azadiya jinê. Ev jiyan ya me ye. Werin em bi têkoşînê mil bi mil dijminê xwe ji holê rakin. Werin em jin bi hev re jiyana ku em dixwazin ava bikin.”   Piştre xalên şartnameyê hat xwendin.    Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.