Jinên Wanê: Em ê 14’ê Gulanê de desthilatdariyê bişînin 2023-04-14 09:04:27     WAN - Jinan diyar kirin ku sedema krîza aborî, siyasî û civakî ya li welat desthilatdariye û bi gotinên "Em nane hişk dixwin" û "Bila dengên xwe nedin faşîstan" bang kirin.   Li welat krîza aborî her diçe giran dibe û bandorek mezin li ser her alî dike. Din nav van polîtîkayên zextê de Kurdistan û Tirkiye xwe amade dike ku biçin hilbijartinan. Gel diyar dike ku divê desthilatdariya 22 salan biguhere û li bendê hilbijartinên 14’ê Gulanê ye. Li Wanê jinan mijar nirxandin û diyar kirin ku aborî bi guhertina desthilatdariyê wê sererast bibe.   ‘Sedema bihabûnê Tayyîp Erdogan e’   Aliye Koçak diyar kir ku ji ber her tişt zem bûye nikarin debara xwe bikin û got: “Êdî em bêzar bûne. Dolaba me velaye û difikirin ku dolabê bifroşin. Ji ber Erdogan ev bihabûn heye. Em nanê hişk dixwin. Ji ser me bihayan zêde dikin. Dewlemend dewlemend dibin û xizan jî xizan dibin. Kîloyek goş bûye 300 TL. Ez cejnê de çi bigirim? Tirkiye  têk çûye. Li Tirkiyeyê çi maye? Her tişt hatiye firotin. Hêvîdarim piştÎ hilbijartinan sererast bibe.”   Em biguherin!   Aliyeyê da zanîn ku destilatdariya heyî derseke ku qet nayê jibîrkirin daye gel û wiha dirêjî daye: “Ez û xwişka xwe ligel hev dijîn. Xwişka min 5 hezar TL mûçe digire. Em nizanin bi vî pereyi çi bikin. Em kirê bidin, em nan bigirin? Başe ku zarokên min tune ne. Hebûna wê wan jî ev rezîlî bijiyana. Desthilatdarî biguhere wê hinek tişt biguhertin. Em dixwazin biguherin. Em ê biguherînin.”   ‘Ez ji ku bînim’   Saîme Ozer jî destnîşan kir ku meha Remezanê de kîloyek goşt ji zaorkên xwe re negirtiye û ev tişt bi lêv kir: “Tuneye ez ji ku bînim. Em nikarin mirişkê bigirin. Sebze bihaye. Kes nikare ji zarokên xwe re tiştekî bigirin. Mirov perîşan bûne. Divê kurd vê hilbijartinê qezenc bikin.”   ‘Tirkiye têk diçe’   Turkan Sîncî jî ev bertek anî nişanda: “Tirkiye her diçe winda dike.Têk diçe. Heta ev li ser me be wê tiştek neguhere. Divê ev destilatdarî biguhere. Ev destê gel de ye. Divê em biguherin. Çi ji destê me bê divê em bikin. Desthilatdarî neguhere wê hîn bêtir em xera bibin.”   Kar tune mûçe tune   Gulnaz Orhan jî diyar kir ku ji ber keça wê nexweş ketiye neçar maye sewalên xwe bifroşe û wiha bi lêv kir: “Berê debare hêsna bû. Rewşa me ne başe. Em çi bikin em çi bêjin? Em nikarin debara xwe bikin. Kar tune, her tişt bihaye. Zarokên me betalin. Kîloya sebze 30-40 TL ye. Kar tune. Kar hebûya ezê bixebitiyam û minê li zarokên xwe meze bikira.”   Dan û standina cejnê bû xeyal   Welatiyek ku nexwest navê xwe bide got bi sê zarokan debare pir zehmete û wiha anî ziman: “Em hewl didin dan û standina cejnê bikin lê em çawa bikin. Tu tiştek nayê girtin. Ez nikarim zarokên xwe re cilan bigirim. Nanek bûye 6 TL em çawa bigirin.”   ‘Bila kurd dengên xwe nedin faşîstan’   Hulya Ugurlu balkişand ser zextên li ser Gelê Kurd û wiha daxuyand: “14’ê Gulanê de hilbijartin hene. Divê gel her tiştî li ber çavan bigirin û dengên xwe nedin faşîstan. Bila kurd êdî rezil nebin. Bila êdî dengê xwe nedin faşistan. Sedema hemû bihabûnan Erdogan e. Di meha Remezanê de mirov nikarin tiştekî bigirin. Nikarin cilan bigirin. Êdî bes e. Em ji vê zilmê xilas bibin.”   ‘Kurd tên înkarkirin’   Melîke Ozkurt jî ev nirxandin kir: “Kurd li her derê rastî newekheviyan tên. Em zimanê xwe diaxivin dibêjin hun çima diaxivin. Kurd nayê qebûlkirin. Lê heta hetayê ez kurd im. Bila he kes destê xwe bide ser wijdana xwe û biçe ser sindoqan.”