Mafê dengan ên jinên di bin rîskê de ne ewle ye 2023-04-13 09:03:28   Şehrîban Aslan   AMED - Parêzer Cansel Talay da zanîn ku jinên ewlehiya canê wan tune nikarin biçin dengên xwe bi kar bînin û got di 31’ê Adara 2014’an de 30 hezar jinî deng bi kar neanîbûn û îsal wê hîn zêdetir bin.   Hilbijartinên giştî yên li welat di 14’ê Gulanê de ye û jinên di bin tehdîd û tundiya mêr de ne mafê wan ê dengan jî di bin xetereyê de ye. Jinên li stargehan û Navendên Şopandin û Pêşîgirtina Tundiyê (ŞONÎM) dimînin wek mafê jiyana wan mafê dengên wan jî nayê rojevê û li ser daxwaza Midûriyeta Giştî ya Statuya Jinan a Wezareta Xizmetên Malbat û Civakî, YSK’ê hinek biryar girtin. Jinên di bin parastinê de wê nav û agahiyên nasnameyên wan bê veşartin, di lîsteyê hilbijêran de navê wan bên veşartin. Ji Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê parêzer Cansel Talay  rewşa jinên li stargeh û ŞONÎMAN dimînin nirxand.   ‘Çareserî nayê afirandin’   Canselê diyar kir gelek sazî û rêxistinên jinan, parêzeran der barê jinên di bin parastinê de pêşniyar kirine û daxuyanî dane û got: “Çareseriya wê hêsan e. Jixwe hemû stargeh ŞONÎM girêdayê dewletê ne. Bêyî navnîşana van jinan bê dayîn, bêyî jinan bişînin cihê jê reviyane dikarin dengên xwe bi kar bînin. Ev ne tiştekî ku nikare bê kirine. Dikare bê kirin. Lê daxwaz û serlêdanên wisa bi sedema ewlehiya hilbijartinê tê redkirin. Hinceta ewlehiya stargehan nayê kirin tên redkirin. Wezaret vê çareseriyê pêşniyar dike; Jina daxwaza bikaranîna dengê xwe bike ji emniyetê bi du polîsan re wê biçe dengê xwe bi kar bîne. Ev çareseriyek bê mantiq e. Jinek bi vê bawer nake û naçe deng bi kar nayne. Ligel vê bi du polîsên ligel wê garantiya canê mirovan tune ye. Mînak li Edliyeya Çaglayanê nav evqas polîs de jinek ji aliyê kurê xwe ve hat qetilkirin.”   ‘Ev ji bo hilbijartinan girîng e’   Canselê di berdewamiyê de wiha vegot: “Ji jinan re dibêjin ger bixwazin bila biçin bi kar bînin. Ev rêbaz tê wateya ku jinan li plana dawî dihêlin û jin nikarin biçin dengan bi kar bînin. Ewlehiya sindoqan ji ya jinan girîngtir tê dîtin. Dengê jinên li vir dimînin tên piştguhkirin. Hilbijartinên berê me ji wezareta malbat û civakî hat pirsîn û wan gotin ‘daxwaza wan hebe diçin dengê xwe bi kar tînin’. Lê me fêm kir ku ji 5 jinan yek diçe. Lê ev ji bo hilbijartinan gelek girîng e. Di hilbijartinên 31’ê Adara 2014’an de 30 hezar jinî deng bi kar neanî bû. Ev hejmar îsal wê zêdetir be.”   ‘Biryarên hatine girtin ne serkeftî ne’   Canselê destnîşan kir ku danezana hilbijartinê ya YSK’ê weşandiye ji bo jinan qels e û qelsiya herî mezin jî ev e ku qet behsa stargehan nekirine û got: “Dibêjin em ê bişînin lijneyên hilbijartina navçeyan. Lê rastiyek wisa heye. Dema mijar dibe ewlehiya jinan ji kesên asta jor bigirin heta jêr ewlehiya jinê nagirin.  Vê piştguh dikin girîngiyê nadin û nafikirin ku ewlehiya canê jinê wisa di xetereyê de ye. Ji ber vê biryarên hatine girtin ne serkeftî ne. Divê em ji jinan re vebêjin ku çima divê deng bên bikaranîn. Ji bo em îradeya xwe danîn holê divê em tax bi tax bi jinan re biaxivin û bêjin ku çima divê deng bên bikaranîn. Soz û gotin bila cihê xwe bigirin.”