Li Qoserê buroya hilbijartinê ya jinê hat vekirin 2023-04-12 23:41:36   MÊRDÎN – Partiya Çep a Kesk, li taxa Cumhuriyetê ya Qoserê bi coş û kelecanek mezin buroya hilbijartinê ya jinê vekir. Di bernameyê de namzetên Partiya Çep a Kesk bi lêv kirin ku ew ê di 14’ê Gulanê de pergala serdest têk bibin.    Partiya Pêşerojê ya Çep a Kesk (Partiya Çep a Kesk), di çarçoveya Hilbijartinên Giştî ya 14’ê Gulanê de xebatên ku tê meşandin de li Taxa Cûmhûriyetê ya navçeya Qoser a Mêrdînê buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Tax bi alên Partiya Çep a Kesk ve ku hat xemilandin, namzetên Partiya Çep a Kesk Bêrîtan Guneş û Leyla Kaya, aktîvîstên TJA’yê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Dayîkên Aştiyê û bi sedan kes tevlî bû.    Bernamayê bi dirûşmeyan dest pê kir   Bernameya vekirina bûroyê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û gerandina govendê dest pê kir. Jin û zarokên ku taxê bi tililiyên xwe xemilandin, dirûşmeyên xwe tim bê navber berz kirin. Di demek kurt de tax bi tevlîbûna sedan kesî vegûherî wek mitîngê. Piştî gerandina govendê axaftin dest pê kirin. Destpêkê de aktîvîsta TJA’yê Turkan Erol axivî û got jinan ji bo vekirina bûroyê kedek mezin dane û buroyê bi rengê jinê xemilandine. Turkanê bi lêv kir ku serkeftin dê ya jinan be.     ‘Em bi rihê Newrozê diçin hilbijartinan’   Piştre Hevşaredara Qoserê ku şûna wê qeyûm hat tayînkirin Nîlufer Elîk Yilmaz axaftinê kir. Nîlufer jî destnîşan kir ku hilbijartina pêşiya wan ji bo jinan gelek girînge û wiha axivî: “Em bi germahiya Newrozê ber bi hilbijartinê ve bimeşin. Vîna gel bi qeyûman hat binpêkirin. Bi tayînkirina qeyûman gotin ‘em we û vîna we nas nakin.’ Lê bila ew jî bizanibin ku Gelê Kurd gelek caran ji komkûjiyan derbas bûn, bedelên giran dan lê tu carî gav paşve neavêtin, serî netewandin û natewînin. Em ê heta dawiyê li berxwe bidin. Di 14’ê Gulanê de em ê bi ser kevin. Faşîzma AKP’ê û MHP’ê dê têk biçe. Serkeftin ya me û gelê me ye.”   ‘Şoreşa jinê li cihanê belav bûye’   Piştre namzetên Partiya Çep a Kesk Bêrîtan Guneş û Leyla Kaya bi gel hat nasandin. Bêrîtan Guneş jî bi lêv kir ku bi vekirina bûroya jinê re peyamek xûrt didin pergala faşîst û serdest. Bêrîtan, wiha pê de çû: “Em bi têkoşînek mezin gihîştin asteng gelek girîng. Li Rojhilata Navîn û cihanê şoreşa jina kurd di dîrokê de hewl hatiye dayîn ku bê tunekirin. Lê jin şoreşa xwe îro dîsa ji nû ve dinivîse. Tu kes nikare şoreşa jinê tune bike. Ev şoreş hêzê dide hemû gelê cihanê. Peyama me diyare. Em ê tu carî dev ji şoreşa jinê bernadin. Em ê tim li ser rêça vê şoreşê bin. Pêşiya me de hilbijartin heye û ev yek pêşeroja me ya sed salî dê diyar bike. Ji ber vê yekê jî divê em xebatên xwe li tax û kolanan geş bikin.”   ‘Em ê di rûpelên dîrokê de wan winda bikin’   Namzet Leyla Kaya jî da zanîn ku ji sala 2015’an vir ve pergala yek mêr zext, zilm û zordariyê li ser jinan, civak û xwezayê nemaye nemeşandiye û wiha axivî: “Ev pergal xwest ku jinê ji siyasetê, aborî û civakê dûr bixîne. Jinê ku li berxwe didin ya xistin zindanan ya jî sirgûn kirin. Em slavan ji Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel, Ayşe Gokkan re dişînin. Hevalên me yên jin îro li dadgehên Enqereyê vê pergalê didarizînin û dîrokê dinivîsin. Em wek jinên Qoserê silavên xwe ji jinên girtî re dişînin. Em meşaleya berxwedanê bilindahiyê radikin. Desthilatdariya mêr her çixwasî êrîşî jinan kir, jinan bêtir li berxwe da û destên hev girtin û berxwedana xwe mezin kirin. Em ê di 14’ê Gulanê de jî navê wan di rûpelên dîrokê de winda bikin. Îro hemû cihan bi yek dengî dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ qêr dike û têkoşîna rizgariya jinê bilind dike.”   Piştî axaftinan bername bi dirûşmeyan û gerandina govendê bi dawî bû. Di dawiya bernameyê de girse bi dirûşmeyên “jin jiyan azadî” û “Bijî Serok Apo” meşiyan û bername bi dawî bû.