Emîne Şenyaşar: Wezîrê Dadê bi çi rûyî ji vir dibe namzet? 2023-04-12 10:39:11   Gulistan Dursun   RIHA - Emîne Şenyaşar a ku ev ji 2 salan zêdetir e li ber edliyeyê Nobeda Edaletê digire bertek nîşanî namzetiya Wezîrê Dadê Bekir Bozdag a li Rihayê da û got:"Ew ê ev îktidar biguhere û ew ê ev zilam biçe."   Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 751’ê de wê berdewam bike. Emîne Şenyaşar a ku ev ji 2 salan zêdetir e li ber edliyeyê Nobeda Edaletê digire bertek nîşanî namzetiya Wezîrê Dadê Bekir Bozdag a li Rihayê da û got:"Ew ê ev îktidar biguhere û ew ê ev zilam biçe."   Ji bo herkesî edalet   Emîneyê ji bo her kesî edalet xwest û got:"Di zivistan û havînê de em nabêjin germ û sar em li ber vê edliyeyê ji bo edaletê rûdinên. Erdogan jî dozger û dadger jî dizane tu sûcê me tune ye. Lawê min Fadil bi salan e li hucreya yekkesî tê girtin. Êdî bes e em edaletê ji bo lawê xwe jî ji bo herkesî dixwazin. Bila lawê min berdin, wa ye cejn jî nêz dibe em jî bi neviyên xwe wî pêşwazî bikin. Ez dipirsim qey ol û îmana we tune ye. We bi rehetî zarokên me kuştin."   'Em mafdar in'   Emîneyê da zanîn ku Bekir Bozdag bi çi rûyî li Rihayê dibe namzet û wiha pê de çû:"Gelê li vir dizane em mafdar in. Dizane Wezîrê Dadê Îbrahim Halil Yildiz diparêze. Li dû zaliman disekine, wê demê ew jî wekî wan zalim e. Em naxwazin were vir, gel jî naxwaze. Dema were pêşberî gel wê gel tû ser çavên wî bike û bêje 'Here ber edliyeyê. Tu yê çawa bersivê bide wan."   'Ew ê ev sîstem biguhere'   Emîneyê derbarê namzetiya kurê xwe Ferit Şenyaşar a Rihayê de got:"Ez ji bo namzetiya kurê xwe bextewar bûm. Heta lawê min ji girtîgehê derkeve em ê li ber edliyeyê bin. Bila lawê min berdin ez jî herim mala xwe. Mirov birçî ne. Girtîgeh bi kesên bê sûc tije bûye. Em hêvî dikin ku wê ev sîstem biguhere. Ew ê ev zilam here."