Pincarê biharê hem şifa û hem jî çavkaniya debarê ye 2023-04-11 09:02:26     WAN - Pincarê biharê ku ku li Wanê bi hatina biharê re li ser dezgehan cihê xwe girt, hem çavkaniya debarê  û hem jî ji bo gelek nexweşiyan şifa ye.   Li Wanê bi hatina biharê re gelek cûreyên pincar cihê xwe li ser dezgehên esnafan girtin. Ji van cureyên pincar ê herî zêde ku li ser dezgehên bazaran balê dikişîne û tê firotin jî gulek e.  Gûlika ku di navbera Nîsan-Gulanê de li xwezayê şîn dibe, herî zêde ji Colemêrg û navçeyên wê tê berhevkirin û tînin li Wanê difiroşin. Ev pincarê ku li ser tendirustiya mirov bandora erênî dike di dema krîzên aborî de jî ji bo kesên xizan çavkaniya debarê ye.   Her ku bihar geş dibe cureyên wan zêde dibin   Esnafên ku li ser dezgehên xwe gulik û kerengan difiroşin dibêjin ku ew gulikê bi 15 TL, kerengan jî bi 25 TL difiroşin. Esnafê ku diyar kir  dê di dawiya demsala biharê de cureyên pincar zêde bibin, wiha got: “Piştî 15-20 rojan pincarê wekî luşe, mendê, soryaz, siyabo, heliz jî derdikevin holê. Ev pincar li Wanê peyda nabin. Em ji Gever û Şemzînanê tînin. Li vir tenê firotina wan em dikin."   Pincarê ku xwarina jêneger a kurda ye   Cureyên giya ku şêniyên herêmê jê re dibêjin "pincar" di nava her xwarineke ku çanda kurda ye de cih digire. Her çiqas Gûlik bi giştî di xwarinên birinc û bulgurê de tê tercîhkirin jî ji xwarinên goşt bigire heta xwarinên ji zeytê tên çêkirin de dikare were amadekirin. Cureyên pincar ku sembola demsala biharê ne, ji bo tenduristiyê jî gelek bi fêde ne. Pincarê ku jê re gulik tê gotin bi taybetî ji bo nerêkûpêkiya reglê  baş e, bi dewlemendiya vîtamîna C ku tê de zêde ye tê zanîn. Herwiha tê gotin ku ev pincar ji bo pirzik û û gelek pirsgirêkên din ên çermê morv jî baş e.   Bihayê pincar zêde kirin   Dema ku em li kolaneke din ji esnafekî pîvazan difiroşe dipirsin, ew xemgîn dibe. Dibêje, tişta ku par bi 3,50 TL dikirî bi 7 TL firotiye, îsal bi 40 TL kirî û bi 50 TL firotiye. Esnaf got, “Mirov bi çandina kel û pelan stresa xwe diavêt û niha ji ber bihayê zêde nikarin wê jî bikin. "