Li Gever û Meletiyê buroyên hilbijartinê hatin vekirin 2023-04-10 13:10:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Gevera Colemêrgê û Çermîktiya Meletiyê buroyên hilbijartinê hatin vekirin. Di vekirina buroyan de wiha hat gotin: "Em li vir in, em ê bi hev re biguherînin."   Partiya Çepên Kesk xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne, li navçeya navendî ya Çermîktî ya Meletiyê û navçeya Gevera Colemêrgê buroya hilbijartinê hatin vekirin.   Colemêrg    Partiya Çepên Kesk li navçeya Gever a Colemêrgê yekemîn bûroya hilbijartinê vekir. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca, Sezaî Temellî û Saît Dede û bi hezaran welatî tev li vekirina bûroyê bûn. Bi hezaran kesan rahiştin alayên partiyê û li pêşiya bûroyê kom bûn. Girseyê gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Gever dê ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin. Vekirina bûroya hilbijartinê veguherî mitîngê. Piştî rêzgirtinê, sirûda Çerxa Şoreşê hate xwendin. Piştre jî Dede axivî û got ku Geverê tu carî serî netewandiye.    Parlamenter Feleknas Uca jî 14’ê Gulanê weke “Roja hesabpirsînê ye” nirxand û wiha domand: “Di vê hilbijartinê de dê azadî û demokrasî bi ser keve. Hûn ji zîhniyeta ku hewl dide me tune bike re bûn bersiveke mezin. Çi dibe bila bibe dê meşa me ya azadiyê bidome. Vaye gelê me li vir bersiva herî xurt dide. Ev meşa me dê rêya azadî û demokrasiyê veke.”    Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Mûşê Sezaî Temellî jî ev tişt anî ziman: “Em, ji bo ku dawî li vê feraseta faşîst û zordest bînin tên. Vê îktîdarê çendek sal berê mase wergerand. Di esasê xwe de ew mase, maseya aştî, azadî, çareseriya demokratîk û hêviya gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn bû. Maseya birêz Ocalan ku hêviya gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn e, wergerandin. Em ê di 14’ê Gulanê de wê maseyê dîsa rakin ser lingan û li çareseriyê bigerin. Mase wergeriya û di nava 8 salan de li vî welatî her cureyên bêedaletî û zilmê hatin jiyîn. Hemû siyasetmedarên me di girtîgehê de ne. Hemû çavkaniyên welêt ji bo şer tên xerckirin. Ji sifreya vî gelî di dizin û ji bo şer xerc dikin.”    Piştî axaftinan jî bi hezaran kesan heta demekî dirêj xelekên govendê gerandin. Piştî bernameyê, ciwanan dirûşm berz kirin û belavî taxan bûn. Di vê navberê de polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrişî ciwanan kir. Di encama êrişê de gelek kes hatin binçavkirin û gelek kes jî gazê bibandor bûn.    Meletî    Partiya Çepên Kesk xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne, li navçeya navendî ya Çermîktî ya Meletiyê buroya hilbijartinê kir. Vekirina buroyê bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş û Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistan (KKP) Sînan Çîftyurek û welatiyan bi coş pêk hat.   Ji ber ku di erdhejê de xesar gihiştibû avahiya HDP’ê jî buroya hilbijartine ya Partiya Çepên Keskê li konteynira li Taxa Cemal Gursel ya navçeya Çermîktiyê hat vekirin. Gelek beşdarî vekirina buroyê bûn û vekirin veguherî mitîngê.      Di destpêkê de parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş axivî û bi lêv kir ku ew dê di hilbijartinê de bi dirûşmeya 'Em li vir in' wê bi hev re rewşê biguherînin û wiha got: “Em ê bi gelê Meletiyê re biguherînin. Em ê bi jin, ciwan û hemû kesan biguherînin û hesab bipirsin. Ji bo jiyanek wekhev, azad em ê bixebitin. Em ê bi hev re komara demokratîk ava bikin.”    Pişt re jî Serokê KKP'ê Sînan Çiftyurek axivî û bal kişand ser kareseta erdhejê ya Meletiyê û ev tişt gotin: “Gel digot ‘me di erdhejê de dewlet nedît. Gel alikariya me kir.’ Di vê hilbijartinê de jî em weke Tifaka Azadî û Demokrasî ya Kurd ji gelê xwe re statû dixwazin. Edî gelê kurd nikare li Bakur bê statû bibe. Di sindoqan de jî em dibêjin Partiya Çepên Kesk.”    Herî dawî jî Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir axivî û destnîşan kir ku yek ji sedema karesata erdhejê jî desthilata AKP’ê û MHP’ê bû û ev tişt anîn ziman: “Li dijî vê desthilata ku em di bin kavilan de hiştin e, em ê bi hev re têbikoşin û di 14’ê gulanê de em ê di sindoqan de hesab bipirsin. Meletî bajarekî girîng e. Dema ku em em di hilbijartinê de hikûmetê têk bibin wê ev yek bandorê li ser hemû gelên herêmê bike. Di 15’ê Gulanê de li her bajarî wê hêviyên mezin bilind bibin û têkoşîna jiyaneke wekhev, azad û demokratîk dest pê bike. Edî dem hatiye ku em ji vê desthilata ku me parçe dike û cudakariye têxe nava me xilas bibin. Yek ji erka me ya herî girîng jî em li Meletiya ku erdhejê bandor lê kir dersekê bidin desthilatê.”   Keskin, bang li jin û ciwanan kir û got: “Em ê di vê mehê de birînên xwe yên erdhejê bipêçin û xebatên têk birina desthilatê bidin dest pê kirin. Ez bawer im hûn ê li Meletiyê di sindoqan de desthilatê têk bibin û Partiya Çepên Kesk dê serbikeve. Em weke Tifaka Azadî û Demokrasiya Kurd û Tifaqa Ked û Azadiyê tên, em bi yekiti û hevkariyê tên.”