Canan Çalagan: Jin wê jiyana azad bi Çep a Kesk ava bike 2023-04-10 09:05:21   Melek Avci   ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a  Partiya Çep a Kesk Canan Çalagan diyar kir ku ji şoreşa jinan a rojava  motîvasyonê digirin û dimeşin. Cananê got: “Piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê em ê jiyanek nû û demokratîk ava bikin. Ez bang li hemû jinan dikim ku di bin sîwana Partiya Çep a Kesk de cih bigirin."   Partiya Çep a Kesk beriya hilbijartinan di 30’ê Adarê de danezana xwe ji rayagiştî re deklere kir. Partiya Çep a Kesk danezana hilbijartinê ya bi dirûşma ‘Em li vir in em ê bi jinan re biguherin’  bi daxuyaniyek çapemeniyê di 2’ê Nîsanê de aşkera kir. Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Kesk Canan Çalagan der barê hilbijartinan de der barê riya sêyemîn de ji ajansa me re axivî.   ‘Tenê guherîna rejîmê  têr nake’   Cananê got Riya Sêyemîn ya bi pêşengiya jinan tê avakirin jiyanek nû pêşkêş dike û got tenê guherîna rejîma heyî têr nake û got: “Jin bi gelek pirsgirêkan re îro tên rû hev. Sedema vê jî pergala serdest ya mêr e. Ji ber vê di vê pergala heyî de tenê  guherîna rejîmê têr nake. Bêguman ji bo me guherîna rejîma yek mêrî ji bo me pir girînge. Têkoşîna me bi taybet ji bo guherîna vê rejîmê ye. Ji bo vê jî rêgaza rêya sêyem esas e.”   ‘Jiyana nû û azadiya jinê pêkane’   Cananê wiha dirêjî daye: “Riya sêyem derfeta ku jin tevli hemû pêvajoyên biryarê bibe dide.  Ev riyeke ku di encama têkoşîna jinê de derketiye holê ye. Ev pergal çiqas navendî bibe çiqas bibe yek tîp wê evqas bibe karekterê serdest yê mêr. Mêr ji vir jinûve dertên holê. Lê mekanizma û pergalek ku me ji têkoşîna xwe ya jinê bidest xistiye heye. Riya sêyemîn vê nîşan dide. Ev ji bo hemû jinan di her qadê de jiyanek nû pêşniyar dike.Jiyana nû û azadiya jinê bi riya sêyem pêkane. AKP-MHP 22 sale hebûna jinan tune dihesibîne. Gelek mafên wan xesp dike. Ev hilbijartin ji ber vê gelek girînge. Jinan di 22 salan de gelek zext û tundî, bêdadî jiyan. Peyaman Stenbolê ji aliyê desthilatdariyê ve hat feshkirin û niha jî qanûna 6284 dikin mijara bazarê. Lê jin wê li dijî tifaqa serdest ya mêr di sindoqan de bersivê bide.”   ‘Tevgara Jinên kurd destihlatdariyê ditirsîne’   Cananê destnîşan kir ku berxwedana hemû jinên li dijî pergala serdest têdikoşin, hêzê dide wan û wiha balkişand ser êrîşên li ser jinên Kurd: “Êrîşênli hember jinên Kurd tenê bi AKP-MHP’ê sînor nîne. Bi giştî pergala serdest ya mêr li hember îrada jinê êrîşan pêk tîne. Sedema van êrîşan jî eve ku ji îrade û hêza rêxistinkirî ya jinan ditirsin. Bi taybet bloka AKP-MHP’ê ji tevgera jinên Kurd ditirse. Demek nêz de şoreşa jinê li Rojava hat jiyîn. Li Rojava jinan têkoşînek mezin li dijî DAIŞ’ê da. Jinan li wir jiyan jinûve avakirin. Piştre jî şoreşek ava kirin. Hemû jinên cîhanê ev wek hêvî dîtin. Xwedî lê dekretin. Li Îranê niha jin li dora ‘jin jiyan azadî’ berxwe didin. Ev mirovan kelecanî dike.”   ‘Polîtîkayên AKP’ê pirsgirêk giran kirin’   Cananê  got di danezana hilbijartinê ya jinan ku aşkera kirine de xwestine ku Wezareta Jinê bê avakirin û got ev wek saziyeke ku li dijî pisgirêkên jinan çareserî bê afirandin, fikirîne. Cananê wiha dirêjî daye: “Ev yek ji daxwazên têkoşîna jinê bû. Îro jin pirsgirêkên cidî dijîn. Tundî pirsgirêka herî mezine. Jin di şertên giran de dixebitin. Bi heqdestên kêm tên xebitandin. Xizaniya jinê pirsgirêka mezine.  Ji ber vê daxwaz û pêşniya me ev bû ku Wezareteke Jinê ya ku raste rast bi gotina jinê xwe dimeşîne bê avakirin. Wezareta Xizmetên Malbat û Civakî ku yek ji saziyên ku polîtîkayên heyî dimeşîne, jinan di kaliban de sînor dike û navê wê bi tena serê xwe pisgirêke.  Wezareta em pêşniyar dikin tenê saziyeke wê gotina jinê esas bigire be."   'Em ê jiyanek azad bi hev re ava bikin'   Cananê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jiyanek nû bi pêşengiya jinê dikare ava bibe. Ev hêza me ya rêxistinbûn û îradê heye. Bi salane em têdikoşin û tecrübe û têkoşînek me heye. Em dikarin bibin pêşengên vê guherînê. Em bi vê hêza xwe bawer dikin. Ez bang li hemû jinan dikim ku em di bin sîwana Partiya Çep a Kesk de bên hev gel hev û jiyanek azad bi hev re ava bikin.”