Li Hezexê buroya jinê ya hilbijartinê hat vekirin 2023-04-09 21:55:46   ŞIRNEX - Partiya Çep a Kesk li navçeya Hezexê bûroya jinê a hilbijartinê bi coşekê mezin vekir. Parlementera HDP’ê Şirnexê Nuran Îmîr, diyar kir ku Gelê Botanê bi sekna xwe ji niha ve serkeftin bi dest xistiye.   Partiya Çep a Kesk li kolana Alanyayê ya navçeya Hezexê ya Şirnexê bûroya jinê ya hilbijartinê vekir. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) yê Şirnexê Nuran Îmîr, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad(TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Partiya Heremên Demokratîk(DBP), MEBYA-DER, Komeleya Ziman û Çandê ya Bircabelek û gelek kes beşdarî bernameyê bûn.   Qad bi al û flamayên Partiya Çep a Kesk hat xemilandin. Bername bi stran û govend girtinê ve bi coşekê mezin destpê kir. Girseyî gelek caran dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Jinan bi meşaleyan û dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” ber bi qadê re meşiyan.    Piştî deqeyek rêzgirtina bi boneya kesên di erdhêjê de jiyana xwe ji dest dane, bername bi axaftina parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr ve berdewam kir. Nuran, diyar kir ku Gelê Kurd ji serkeftinê re gelek nêz in û got: “Em dizanin ku xewn û xeyalên we yên sedsalî heye. Serkeftina gelê Kurd ji niha ve ji we hemûyan re pîroz be. Gelê Botanê bi tijî kirina qadan û sekna xwe ve ji niha ve encamên hilbijartinê diyar kiriye. Ev îrade li dijî tecrîdê azadiyê, li dijî şer aştî û wekheviyê diparêze. Heya ku em wan pêk neyinin jî dê têkoşîna me li her qadê berdewam bike.”    Piştî axaftinê, bûro bi pêşengiya jinan  hate vekirin. Bername bi gerandina govendê bidawî bû.