Li Stenbolê yekemîn buroya hilbijartinê ya jinê hat vekirin 2023-04-09 12:57:52     STENBOL - Yekemîn buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk li Sultanbeyliyê bi tevlibûna bi sedan jinan bi lîlandin û govendê hat vekirin. Axaftina vekirinê ji aliyê Pervîn Buldan ve hat kirin. Pervîn Buldan got, "Stenbol ya me ye wê bibe ya Partiya Çep a Kesk. Divê jin li ser sindoqan hesab ji AKP biprsin û wê bişîn ser sergoyê dîrokê."   Partiya Çep a Kesk di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartina 14'ê Gulanê ya Serok Komarî û ya Giştî de li Sultanbeyliya Stenbolê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, yekemîn buroya hilbijartinê ya jinê vekir.   Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, Meclîsa Rêveber a Navendî ya Partiya Çep a Kesk (MYK) Çîgdem Ozbaş, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek û Berdevka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Marmarayê Dîlber Demîr beşdarî merasîma vekirinê bûn. Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), gelek rêxistinên jinan, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û bi sedan jin di merasîmê de hatin cem hev.   Kêfxweşiya jin û zarokan…   Buroya li Taxa Orhangaziyê ku dê vekirina wê bê kirin bi nepoxên mor û spî û bi alên Partiya Çep a Kesk hat xemilandin. Pankarta bi zaravayên kurdî; kurmancî û zazakî “Hûn Bi Xêr Hatin Şima Xêr Ameyê” hatin daliqandin. Jin û zarokên ku beriya vekirinê bi saetan hatin buroyê, bi cil û bergên xwe yên netewî û mor bi coş û heyecaneke mezin dîmenên rengîn çêkirin.   'Em kurd in'   Zarokên ku tevli  bernameya vekirinê bûn bi alên di destên xwe de gotin, "Em kurd in û ji aliyê bi sedan kesên ku tevli bernameya vekirina buroyê bûn bi tilîlî û çepikan hatin pêşwazîkirin.    'Dê guhertin bi destên jinan be'   Piştre Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn bûldan tevli bernameyê bû û bi şoşeke mezin ji aliyê girseyê ve hat pêşwazîkirin. Pervînê gel bi kurdî û tirkî pêşwazî kir, got, " Ev ne mîtîngek e, tenê vekirina buroyê ye, lê ev dîmen, wêneyê ku em dibînin nîşana wê yekê ye ku Çepa Kesk li Stenbolê çiqasî xurt e.  Ez spasiya her yekî ji we bi taybetî dikim. Em ê heta hilbijartinan  bi îradeyeke mezin bi buroya hilbijartinê ya jinan re bixebitin. Ev buroya jinan e, cihê ku jin karê xwe lê bikin, ji vir bigihînin gelê me û hilbijartina xwe pêk bînin. heta 14'ê Gulanê em ê li vir kar bikin. Ez bawer im heta 14’ê Gulanê ev buro dê tije bibe, bi jinan xurtir bibe û bi jinan xweşik bibe. Ger ku li vî welatî guhertinek çêbibe, wê bi destê jinan pêk were. Guhertina herî mezin li vî welatî wê bi keda jinan pêk were. Wê bi saya jinan be ku Çepa Kesk li Stenbolê hejmareke zêde ya parlamenteran bi dest bixe û rêjeya dengên xwe jî zêde bike.”   'Em ê hemû jinên vî welatî bikişînin aliyê  xwe'   Pervînê diyar kir ku li vî welatî jin her tim tên çewisandin û paşguhkirin û wiha got: “Kesên ku vî welatî bi rê ve dibin, mêtinger in, dijminatiya Kurdan dikin, li dijî demokrasî û aştiyê ne. Lê yên ku aştî, azadî û demokrasiyê bîne vî welatî em jin in. Belê jin tên mexdûrkirin, çewisandin, rastî zext û tundiyê tên û tên qetilkirin. Helwesta desthilatdarên vî welatî li hemberî jinan ev e. Li hemberî her cure zext, tundî, cehalet û înkarê em ê weke jin bên gel hev, em ê bibin yek, em hemû jinên vî welatî bikşînin aliyê xwe.”   'Dê jin jiyan azdî di sendoqê de be'   Piştî axaftinê Pervîn û gelek jinên li gel wê qurdaleya mor a li deriyê buroya hilbijartinê birîn û deriyê buroyê bi lîlandin û çepikan vekirin.