‘Heta dawî em ligel serokatiya xwe ne’ 2023-04-09 09:05:02     WAN - Jinan diyar kirin ku divê demildest tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku du sal e agahî jê nayê girtin bê rakirin û gotin: “Heta ku em hebin em ê ligel serokatiya xwe bin.   Tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome û ev du sal e agahî jê nayê girtin. Gel ji ber vê bi fikarin û tecrîd her diçe li hemû girtîgeh û qadên jiyanê jî belav dibe. Jinên ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê wê pêk bên daketin qadan gotin divê tecrîd bê dawîkirin. Ji hilbijartinan re demek hindik ma û vekirina buroyên Partiya Çep a Kesk wek mîtîngan derbas dibe. Jinên tevli vekirina buroyan dibin azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dixwazin.   Jinên ji ajansa me re axivîn, bertekên xwe yên li dijî tecrîdê anîn ziman.    Siyanet Kamaç destnîşan kir ku derdê wan Abdullah Ocalan e, derdê wan zimanê wan e û gotin: “Divê ewil girtiyên siyasî bên berdan. Em naxwazin xwîn birje. Em dixwazin biserkevin.  Em zimanê xwe dixwazin. Gelê Tirk çawa ji leşkerên xwe hez dikin em jî ji serokatiya xwe hez dikin. Em ji zimanê xwe hez dikin. Kurd li çiyan tên qetilkirin. Em nikarin cenazeyê şehîdên xwe bigirin. Em jî hene em jî mirovin.”   ‘Heta dawî em bi Ocalan re ne’   Siyanetê balkişand ser operasyonan û berteka xwe wiha anî ziman:  “Zarokên me tên kuştin. Li dijî me şer dikin. Li pêş me dibin asteng. Abdullah Ocalan 24 sale girtî ye. Em dixwazin demildest hevdîtin bên kirin. Bila malbat parêzer û parlamenter biçin hevdîtinê. Em heta hebin em ligel serokatiya xwe ne.”   ‘Bila Abdullah Ocalan bê berdan’   Hatim Hatman jî daxuyakirin ku di serî de jin û ciwan divê civak li dijî tecrîdê rabin ser piyan û got: “Em azadiyê dixwazin. Bila Abdullah Ocalan bê berdan. Bila gele me azad be. Bila jin û ciwan rabin ser piyan. Bila her kes rabe ser piyan. Divê em dest bidin hev. Em ê biserkevin. Bijî Azadî û Abdullah Ocalan.”   ‘Em ê li malên xwe runenin’   Leyla Buge jî wiha berteka xwe anî ziman: “Em ji ber rewşa Abdullah Ocalan bi fikarin. Li girtîgehan girtî jiyana xwe ji dest didin. Divê dayik rabin ser piyan.  Zarokên wan digirin davêjin zindanan. Li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Xema kesî nîne. Lİ ser van mirovan tecrîd pêk tê.  Girtiyên nexweş nayên berdan. Gelo em ê heta kengê li malên xwe runin. Êdî bes e.Bila dayik rabin ser piyan. Bila kes li malên xwe runenin.”