Peyama hilbijartinê ya jinên Botanê: Em ê bi ser kevin 2023-04-09 09:02:36   Sema Çaglak   ŞIRNEX - Jinên Botanê destnîşan kirin ku di hilbijartinê de Partiya Çep a Kesk dê 100 parlamer derxe û got: "Em ê di hilbijartinê de xwedî li rayên xwe derbikevin, em ê dawî li vî zilmê bînin û em ê bi ser kevin."   Ji hilbijartinên 14'ê Gulanê re ku dê pêşeroja civakan diyar bike, nêzî mehek û nîv maye, partiyên siyasî û tifaqan lez dan xebatên xwe. Di serî de beşên ku dê encamên hilbijartinê diyar bikin jin in ku nîvê gel pêk tînin. Li Kurdistan û Tirkiyeyê jin zend û bendê xwe badan û dest bi xebatan kirin. Li gelek bajaran buroyên jinan hatin vekirin, li taxan jinan xebatên xweser dan destpêkirin.    Li Botanê jî xebatên hilbijartinê ya jinan bênavber berdewam dike. Jinên Botanê derbarê hilbijartin û daxwazên xwe de ji ajansa me re axivîn.    ‘Hemû tişt di destê jinan de ye’   Rahîme Sîdar destnîşan kir ku serkeftin bi yekitiya kurdan pêkan e û got: “Em serkeftinê ji Partiya Çep a Keskê re diwazin. Serkeftin ya me ye. Silavê xwe ji hemû girtiyan re dişinim. Bes ji vî zilmê re. Hêviya me ew e ku deriyên girtîgehan were vekirin û ew zilma li ser kurdan bi dawî be. Bila jin û kurd hemû bibin yek. Heke em nebin yek em ê yek bi yek biçin. Hemû tişt di destê jinan de ye. Heke jin xwe pêş bixe û xwe bi rêxistin bike wê civak û jiyan jî pêş bikeve.”   ‘Em şer naxwazin’   Xanim Aksu jî diyar kir ku em dixwazin şer bi dawî bibe û wiha axivî: “Çavê hemû kurdan li pey serkeftinê ye. Bi nêzbûna hilbijartinê re pevajoyeke giran li pêşiya me ye. Hem şer heye, hem zilma li ser kurdan heye. Em ê di hilbijartinê de xwedî li rayên xwe derbikevin û em ê dawî li vî zilmê bînin."   ‘Bila hebûna me nas bikin’   Besna Temîz jî di axaftina xwe de wiha bal kişand ser têkoşînê: "HDP’ê mafê kurdan dixwaze. Em kurd ji bo mafê xwe têdikoşin. Di hilbijartinê de em aştiyê û demokrasi dixwazin. Ev hikûmeta heyî dibêje kurd tune ye û kurdan dixwazin xelas bikin. Em diqîrin ku em kurd in û zimanê me kurdî ye. Bila hebûna me nas bikin. Bila bibînin ku partiya me dê 100 parlementer derxîne. Kurd li pey doz û mafê xwe ne û dê bi ser bikevin.”   ‘Ji girtiyên siyasî re azadî’   Necîbe Temel, anî ziman ku hêviya wan gelekî mezin e û wiha bi lêv kir: “Hêviya me mezin e. Gelê Kurd gelek êş û zilm kişandiye. Di hilbijartinê de wê ser bikevin û dawî li vî zilmê bînin. Em azadiya girtiyên xwe dixwazin û aştî dixwazin. Em aştî û wekhêviyê dixwazin. Em naxwazin şer çêbibe. Herî zêde dilê dayikan dişewite.”   ‘Em li xweşiyê û azadiyê digerin’   Sûre Pusat, destnîşan kir ku dayik naxwazin êdî xwîn were rijandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dayik şer naxwazin. Aramiyek ji vî welatê re pêwist e. Em li xweşiyê û azadiyê digerin. Em naxwazin tu kurd werin girtin û werin kuştin. Bila êdî tu dayik negîre.”   ‘Yekitî, serkeftin û azadî’   Herî dawî jî Huzel Kocaman axivî û got: “Em dayikên şehîdan in û dilê me dişewite. Cîhan zilma li ser kurdan temaşe dike. Lê Kurd qedera xwe bi xwe biguherînin. Ne şer ne pevçûn ne jî zilm. Deng û dilê me bi yekitî, serkeftin û azadiyê ve diçe."