‘Meha Remazanê xemgîn derbas dibe hişê me li ser Hatayê ye’ 2023-04-07 09:04:25     Melîke Aydin    ÎZMÎR - Mexdûra erdhejê Gulseren Durmaz diyar kir ku ew meha Remezanê xemgîn derbas dikin û got piştî erdhêjê dewletê peywira xwe neaniye cih û got ew heqê xwe helal nake.   Di du erdhêjên mezin yên navenda wê Mereş bû de li gorî daneyên fermî 50 hezar û 399 welatî jiyana xwe ji dest daye. Li bajarên erdhêj pêk hat hîna hewcedariyên gel nehatine çareserkirin û di şertên giran de hewl didin travma erdhêjê ji ser xwe bavêjin. Jina bi navê Gulseren Durmaz ya di roja çaremin a erdhêjê de ji Hatayê hatine Îzmîrê diyar kir ku ew meha Remezanê bi xemgînî derbas dikin û got dewletê ne li Hatayê ne li Îzmîrê peywira xwe neaniye cih.    ‘Dihat zanîn wê erdhêj pêk bê’   Guserenê diyar kir ku malbata wê 54 sal berê ji Mêrdînê koçî Îskenderunê kirine û li Îskenderunê mezin bûye û wiha got: “Dihat gotin wê li Mereşê erdhêj pêk bê lê kesî guh nedayê. Ji xaniyê me re gotin xesar nedîtiye piştre gotin kêm dîtiye. Em çûn ser kavilan. Me nikaribû tiştek bikira. 4 rojan min tenê sê leşker li wir dîtin. Polîsek jî hebû. Li ber marketa BÎM’ê. Ji bo market neyê talankirin li wir bû. Welatiyan bi derfetên xwe vînç kire kirin. Em roja ewil çûn Kizilayê. Me kon xwest. Em di bin baranê de man. Me zarok kirin wesayîtan. Hevalên me piranî di bin kavilan de man û ji sermana mirin. Roja 4’an de em çûn hatin cem hevjînê min Îzmîrê.”   ‘Ez kirime endama AKP’ê’   Gulserenê, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser hatina xwe ya Îzmîrê: "Gotin hûn qeyda xwe li AFAD’ê nekin hûn winda xuya dikin. Me li qeymeqamtiya Torbali qeyda xwe çêkir. Ji Qeymeqamtiyê hezar lira pere hat dayîn. Welatiyan piştgirî dan me. Mirovên me nas nedikirin hatin serdana me. Lê dewleta ku divê berpirsyariya xwe bianiya cih tunebû. Ez kirime endama AKP’ê. 9’ê Sibatê de peyam hat ji min re. Gotin tu bi xêr hatî.”   ‘Kirê biha bûne’   Gulserenê ev tişt bi lêv kir: “Hevjînê min berê li Îzmîrê bû. Em jî hatin vir. Ez bo demekê hatim. Lê li wir dibistan tune. Em li wir li xanî geriyan gotin 8-9 hezar. Li vir 3 hezar û 500 e. Me 5 hezar depozito da. Me got em ji herêma erdhêjê hatine xwediyê xanî gotiye min eleqeder nake. Hişê me her tim li ser Hatayê ye. Remezan xemgîn derbas dibe. Zarok vir naxwazin. Min bi zor li dibistanê nivîsin. Em hewl didin vê travmayê ji ser xwe bavêjin. Em hewl didin behsa erdhêjê nekin. Zarokên min pir zehmetiyan dikşînin. Qebûl nakin. Hevalên zarokên min mirin. Remezan ji bo me pir zehmet derbas dibe. Dewletê peywira xwe neanî cih. Rewşa welatiyên li Hatayê dijîn qet nebaşe. Cihê serşoyê tune. Hemû bi zor derbas dikin. Şertên wan nebaşin. Taştê tune. Market tune.”   Gulserenê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku piştî li Îzmîrê bicih bûye welatiyan ew tenê nehiştine û wiha dawî lê anî: “Min spasiyên xwe ji bo wan kir. Lê ez hêrsa xwe ji mahşerê re dihêlim. Ez heqê xwe helal nakim. Di erdhêjê de kes tunebû. Gûnehê vê pir mezine. Gelek kes di bin kavilan de ji sermayê mirin.”