Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em li vir in em ê biguherînin 2023-04-06 12:19:44       ENQERE - Hevberdevka Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Dêrsîm Dag, di daxuyaniya ku ji bo hilbijartina 14'ê Gulanê hatî dayîn de axivî û got: "Em ê bi hev re bixebitin bi hev re bi ser kevin. Em ciwan in, em li vir in, em ê biguherînin."   Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê xebatên hilbijartina 14'ê Gulanê li navenda partiyê kom bûn û li ber avahiya daxuyaniyek dan çapemeniyê Hevberdevkên Meclîsa Ciwanan HDP'ê Dêrsim Dag û Rohat Guvercîn axivîn.    Axaftina Dêrsîm Dag wiha ye:    "Em ber bi hilbijartinekê dîroki ve diçin. Desthilatdariya ku têkçûna xwe ji niha ve dibîne, bi awayekî tund êrişê rêxistinbûna ciwanan dike. Di nav hefteyekê de zêdetirî 40 hevalên me bêhiqûqî hatin binçavkirin û girtin. Ev wêneyê tirsa desthilatdariya AKP û MHP yê. Ji ciwanan ditirsin, çimkî dizanin dê ciwan de wan ji qesrê wan bikin. Ji ciwanan ditirsin, çimkî dizanin ciwan dê dawiya wan bînin. Ji ciwanan ditirsin, çimkî ciwan dê desthilatdariya wan têk bibin. Em ê di 14’ê Gulanê de hesabê 21 salê ku hikûmeta AKP û MHP neyartiya Kurdan, ciwanan, jinan dike emê bipirsin.   Em ê siyaseta ciwanan û demokrasiya ciwanan ava bikin   Ciwanên hêja; em ê hemû kolanan, hemû taxan û hemû sindoqan bi rengê kesk ê boyax bikin. Em ê bi rengê xwezayê û bi hêza ciwantiye siyaseta Tirkiyê jî nû va ava bikin. Em ê siyasete ciwan û demokrasiya ciwan ava bikin. Em bi hêvî, bi coş û bi kelacan in. Em ê vê tarîtiyê biçirinin û derkevin ronahî ye. Em ê li hember desthilatdariya şerê taybet serbikevin. Em ê li hember desthilatdariya dijmine jinan û ciwanan serbikevin. Em ê li hember tifaqa faşîzmê serbikevin.    Em ê ji bo jiyana xwe û azadiya xwe bi ser kevin   Em ê bi hêza te, bi hêza me, bi hêza ciwanan serbikevin. Em ê ji bo serhildana Gezi yê û ji bo Berkîn Elvan serbikevin. Em ê ji bo mafê xwe yê jiyanê û ji bo Ozgecan Aslan serbikevin. Em ê ji bo mafê xwe yê perwerdehiye û ji bo Sîbel Unlî  serbikevin. Em ê li hemberî polîtîkayên şerê taybet û ji bo Îpek Er û Gulîstan Doku serbikevin. Em ê li hember faşîzmê ji bo demokrasiyê serbikevin. Em ê ji bo xwe, ji bo jiyana xwe û ji bo azadiya xwe serbikevin.    AKP ji bilî hilweşandinê tiştek neda vê welatê   AKP bi waadan hat desthilatdarîyê lê ji bilî xizanî, bêkarî, perwerdehiya bê zanist û tune hesibandina îradeya ciwanan tiştek ne anî. AKP li ser şaredarî û zanîngehan qeyuman tayin kir. Bi hişmendiya yekperasti di perwerdehiyê de zimanekî ferz kir. Akademîsyenên ku wek wî nefikirî bi KHK yan ji Akademîyê dûr xist. Zanîngehan û kampusan kir warê hêzên ewlehîyê. Xwendekaran bê wargeh, li kolanan de hiştin.     Em ê bi xwendekaran bikin hevparê rêveberîya zanîngehan. Em ê zanîngehên xweser, zanistî û azad ava bikin. Perwerdehiya bi zimanê zikmakî têxin meriyetê. Em ê wargehên bê heq ava bikin. Li dijî perwerdehiya zayendî em ê helwestnameya zayendiya civakî ji nû va bixebitînin. Em ê li dijî polîtîkayên şerê taybet ku bi taybetî li ser jinên ciwan pêk tên em ê xebatên hişmendîyê xurt bikin.    Em ê bi hev re bixebitin û bi ser bikevin, Partiya Çepên Kesk partiya te ye   Ji bo ku polîtîkayên ciwanan rasterast ji hêla ciwanan ve bên diyarkirin û bên birêvebirin em ê Wezareta Ciwanan ava bikin. Em ê wek jinên ciwan jiyana azad û wekhev ava bikin.    Hevalên hêja; Em ê bi hevdura bixebitin û em ê bi hevûdu ra serbikevin. Bi taybetî ciwanên ku dê cara ewil deng bikar bînin. Ji bîr nekin û xwe şaş nekin. Em ê denge xwe li 81 bajaran bidin Partiya Çep û Kesk. Partiya Çep û Kesk Partiya te ye û heger tu tune bî serkeftin qels e. Di siyasetê de tu tune bî, demokrasî qels e. Rêya serkeftin û Demokrasîyê ji te derbas dibe. AKP'ê tu yê tek bibî, serkeftina mezin tu yê binî.     Em li vir in em ê biguherînin   Ciwanên hêja; Evîna me jiyana azad e, evîna me wekheviyê, evîna me şoreş e û evîna me sosyalîzm e. Em ê jiyana azad û wekhev ava bikin. Em ê bi şoreşê pêk bînin, sosyalîzmê misoger bikin. Em ê bi hev re bixebitin bi hev re bi ser bikevin. Em ciwan in, em li vir in, em ê biguherînin.