Jinên ku ber bi Amarayê ve meşiyan: 4’ê Nîsanê hebûna me ye 2023-04-05 09:08:46   Rojda Aydin - Rabîa Onver    AMED - Jinên ku ji bo pîrozbahiya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ber bi Amarayê ve meşiyan, anîn ziman ku 4’ê Nîsanê ji bo Gelê Kurd rojek girîng û vejînê ye, xwestin demildest Abdullah Ocalan bê berdan.      Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û MED TUHAD-FED'ê ji bo rojbûna 74'emîn a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan duh bi tevlîbûna sedan kesî ve bi dirûşmeya “Ji bo aştiyê ber bi Amarayê ve” meş hat destpêkirin. Di saetên serê sibehê de ligel zext û astengiyên polîs û leşkeran jî bi sedan kes berê xwe dan Amarayê. Ligel astengiyan tim bi dirûşmeyên “Ciwan fedaiyên Apo ne”, “Bijî Serok Apo”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok Apo” û “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” meş hat lidarxistin.   Jinên ku tevlî meşa Amarayê bûn, nêrînên xwe anîn ziman.     ‘Em dixwazin Serokatî bê berdan’   Kamîle Şîmşek, 4’ê Nîsanê li Gelê Kurd pîroz kir û got: “Em rojbûna Serok pîroz dikin. Em dixwazin Serok demildest bê berdan. Em aştî û wekheviyê dixwazin. Em şer naxwazin. Em dixwazin ji girtiyên me yên di nava çar dîwaran de ne bên berdan. Em dixwestin biçin gundê Serokê xwe. Me xwest em biçin serdana mala wî û rojbûna wî pîroz bikin.”   ‘4’ê Nîsanê hebûna me ye’   Elîf Tuluk Tumur jî destnîşan kir ku wekî her sal îsal jî xwestine biçin gundê Amarayê lê tên astenkirin û wiha pê de çû: “Serokatî rih û canê me ye. Em ji bo Serokatî ji Êlihê hatin heya vê derê. Me xwest rojbûna wî li cihê ku jê dayik bûye pîroz bikin. Em rojbûna Serok pîroz dikin û hêviya me ew e ku demek nêz de bigihîje azadiya. Wekî her sal dîsa rêya me hat girtin û destûrê nedan ku em biçin Amarayê. Em hêvî dikin Serokatî demek nêz de bê berdan. 4’ê Nîsanê hebûna me ye. Ev roj roja vejîna me ye. Bi saya Serokatiyê me xwe nas kir. Ji ber ku em jin berê tim di nava zext û zilmê de bûn. Bi saya Serok em ketin ferqa hebûna xwe. Ji ber vê rojê em serbilind û serfiraz in.”   ‘Ev du sal in em jê agahî nagirin’   Şukran Akkurt jî rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kir û got ew dikeve 74 saliya xwe. Şukran, da zanîn ku ew ji bo rojbûna Abdullah Ocalan hatine lê wekî her sal îsal jî hatine astenkirin û wiha domand: “Wekî her sal destûrê nadin ku em biçin gund. Lê ligel hemû astengiyan jî em hatin li vê derê. Em dixwazin agahî ji Serokatî bigirin û bigihîje azadiya xwe. Ev du sal in em jê agahî nagirin. Em hêvî dikin ku ev rojbûn bibe wesîle ku hevdîtin pê re bê kirin. Îro 4’ê Nîsanê ye û ji bo me rojek nû ye. Em dixwazin deriyên girtîgehan bên vekirin. Serokatî û hemû girtiyên me yên din bi salan e di nava çar dîwaran de ne.”   ‘Em rojbûna wî hezar carî pîroz dikin’   Şukran Dal jî 4’ê Nîsanê li Abdullah Ocalan, malbata wî û Gelê Kurd pîroz kir û got daxwaziya wan ew e ku ev roj bibe roja azadî û wekheviyê. Şukran, azadiya Abdullah Ocalan xwest û wiha da xuyand: “Em dixwazin biçin gundê Amarayê pîrozbahiyê bikin. Lê belê destûr nedan ku em biçin pîrozbahiyê bikin. Hemû rêyên ku diçin Amarayê girtin. Em rojbûna wî hezar carî pîroz dikin. Em azadiya Serokatî dixwazin û bila bê nava gelê xwe. Wekî hemû serokên cîhanê bila Serok di nav gelê xwe de be.”   ‘Ger Serok azad be em ê jî azad bin’   Hatîce Ayîn jî ev tiştan anî ziman: “Em ji bo rojbûna Apo hatine. Ew ji bo me gelek tişt kir. Em jî ji bo rojbûna wî hatin li vê derê. Heta ku Serokatî azad nebe em ê jî li qadan bin. Ger Serok azad be em ê jî azad bin.”      ‘Şikandina tecrîdê ji bo me gelek girîng e’   Garîbe Yeşîl jî da zanîn ku 4’ê Nîsanê ji bo Gelê Kurd rojek gelek girîng e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi vê rihê em hatine Rihayê û dixwazin biçin Amarayê. Ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan bişikê em ber bi Amarayê ve dimeşin. Ev roj ji bo Gelê Kurd rojek pîroz e. Em di bin astengî û zilmê de vê rojê pêşwazî dikin. Şikandina tecrîdê ji bo me gelek girîng e. Daxwaziya me hemû Gelê Kurdan ew e ku tecrîda Îmraliyê bê şikandin û Rêberê Gelê Kurd azad bibe. Ger Rêber Apo azad be Gelê Kurd jî dê azad be.”