Jin xwe amade dikin ku dîrokê biguherînin 2023-04-05 09:06:10     WAN - Gelê Wanê diyar kir ku di 14’ê Gulanê de jin amadene ku dîrokê biguherin û bi Partiya Çep a Kesk talibê  8 parlamenterîne. Hevsreoka Partiya Çep a Kesk a Wanê Gonul Uzunay diyar kir ku ew tax bi tax dixebitin û gotin ew hene.   Tirkiye ji bo hilbijartinên 14’ê gulanê xwe amade dikin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî îhtîmala girtinê wek Partiya Çep a Kesk wê biçe hilbijartinan. Li Serhedê xebatên hilbijartinê hatin destpêkirin û jin pêşengiya xebatan dikin. Hevseroka Partiya Çep a Kesk ya Wanê Gonul Uzunay ji ajansa me re der barê hilbijartinan de nirxandin kir.   Gonulê destnîşan kir ku Partiya Çep a Kesk partiyek nû be jî di şopa HDP’ê de diçe hilbijartinan û ji aliyê gel ve tê qebûlkirin. Gonulê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybet em ji jinan wê bawerî û hêzê digirin. Gel navbera ‘Tifaqa Cumhur’ û ‘Tifaqa Mîllet’ de mahkum bûye. Em tifaqa Ked û Azadiyê wek parçeyê riya sêyemîn dibînin.”   'Niha êrişê qanûna 6284 dikin'   Gonulê  diyar kir ku tifaqa Cumhur bi xepskirina mafê jinan re bi rakirina qanûna 6284 tifaqa xwe ava kiriye û ev tişt bi lêv kir: “Mafên jinan, destkeftiyên jinan hedef tên girtin. Lê em dibêjin ku Peymana Stenbolê encama têkoşîna hezaran salî ya jinan de hat bidestxistin. Peyman bi bedelên mezin hatin bidestxistin. Lê rejîma yek mêrî peyman rakir. Niha êrişê qanûna 6284 dike. Lê em ê bi awayekî xurt ji nû ve Peymana Stenbolê bînin. Di encamnameya de hat diyar kirin ku 8’ê Adarê wê bo jinan betlana fermî be. Partiya Çep a Kes jin, xweza û ekolojiyê giştî dibîne. Em jin wê daraza mêr biguherin.”   Wê daxwazên jinan bên guhdarkirin   Gonulê diyar kir ku bi rêxistibûnên xweser yên jinê xwe ji bo hilbijartinan amade dikin, kolan bi kolan xebatan dimeşînin û got: “Em bi taybet jinan re tên gel hev. Em li ser pêvajoyê, rojevê, hilbijartin, rol û misyon çiye, nirxandinan dikin. Em nirxandinên hevalên xwe yên jin digirin û fikren xwe tînin ziman. Em ê li çend navçeyên xwe yên mezin bi buroyên hilbijartinê yên jinan xebatan bimeşînin. Bi hêza jinê wê desthilatdariya AKP-MHP’ê biguhere.”    Jin bi kelecan 14’ê Gulanê dipên   Gonulê da zanîn ku jin bi moral  û kelecanek mezin armanc dike bersiva xwe di sindoqê de bide û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jin bi kelecanek mezin 14’ê Gulanê dipên. Bêguman ev kelecan û moral bandor li ser xebatên me dike. Me xurt dike motîve dike. Li Wanê hedefa me 8 parlamenterin. Îdiya me mezine em di vê baweriyê de ne.”