‘Em ê dawî li vê rejîmê bînin’ 2023-04-05 09:04:25     Rozerîn Gultekîn - Elfazî Toral   STENBOL - Jinan bertek nîşanê ku desthilatdariyê qanûna 6284 kir mijara bazarê û bi partiya Yenîden Refah re tifaq ava kir, da û diyar kirin ku wê ev hilbijartin bibe hilbijartina jinê, wê dawî li vê rejîmê bînin û welatî nû ava bikin.   Desthilatdariya AKP’ê di şevekê de destkefetiya jinan Peymana Stenbolê fesh kiribû û piştî vê êrişên li hember destkeftiyên jinan berdewam kir. Demên cuda de qanûna hejmar 6284 ya ku jinan ji tundiyê diparêze jî kirin mijara bazarê. AKP’ê piştî dîroka hilbijartinê diyar kir şûnde bi partiyên tifaqa ava kir re ev qanûn kir mijara bazarê.   Partiya Yenîden Refah di guhertina qanûnê de pêşniyar kir. AKP-MHP’ê ev pêşniyar qebûl kir û partî tevli tifaqa xwe kir. Piştî vê HUDA PAR gir cem xwe û ‘tifaqa xwe ya dijminê jinê’ temam kir.   Jinan bertek nîşandê rewşê dan û der barê polîtîka û tifaqa ku desthilatdariyê ava kiriye de nirxandin kirin.   ‘Dixwazim malbatên ku mêr desthilatdarin ava bikin’   Endama Komeleya Dema Jinê Berîvan Saruhan da zanîn ku qanûna hejmar 6284 di encama têkoşîna jinan û rêxistinên civak asivîl de hatiye avakirin û ev qanûn jin û zarokan li dijî her cureyê xetereyê diparêze. Berîvanê wiha dirêjî daye: “Tifaqa Cumhur bi partiyên dijminê jinê  re tê gel hev û armanca wan ev e ku destkeftiyên jinan ji holê rakin. Me dizanibû ku êriş bi feshkirina Peymana Stenbolê dawî nabin. Niha jî êrişê qanûna 6284 dikin. Ev nêzîkatî jî zihniyeta tifaqê datîne holê.”   ‘Jin wê bersiv bidin’   Berîvanê destnîşan kir ku êrişên li hember destkeftiyên jinan li ber çavan digirim û dengê xwe bikar tînin û wiha wiha dawî lê anî: “Jin wek her qada jiyanê wê di hilbijartinan jî rola xwe bilîze. Li welatên demokrasî heye hilbijartin pir ne girîng in. Lê ji bo me pir girîng e. Jin wê ji bo jiyana xwe dengên xwe bikar bînin. Jin wê li dijî êrîşan di hilbijartinan de bersivê bidin. Rojên xweş nêz in.”    ‘Hewldanên dawî ne’    Endama Tevgera Femînîst Çep Gîzem Kurekçî jî diyar kir ku AKP 21 sal e ji ser polîtîkayên dijminê jinê siyasetê dimeşîne û wiha vegot: “AKP bi van polîtîkayan hewl dide jinê ji jiyanê qut bike û hepsê malê bike. Têkoşîna jinan a li dijî van êrişan desthilatdariyê ditirsîne. Em li tifaqa ku avakirine binerin. Nokteya mutabakata tifaqê jiyana jinan e. Ji ber wekê din nikarin li ser piya bimînin. Êdî hatine nokteya dawî. Hewldanên wan yên dawîne. Demek wan ya kêm maye. Em ê vê tarîtiyê ji welat derxînin. Wê bi têkoşîna jinan serkeftin bê. Ji bo xwe heyî bikin jinan tune dikin. Peymana Stenbolê şevekê de tunekirin. Bi rêxistina ku dibêje ‘ez seriyan jê dikim’ re hatiye gel hev û mafên me xesp dikin. Em ê dawî li vê rejîmê bînin û welatekî nû ava bikin.”   ‘Tevgera jinan pêş dikeve’   Ji Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin Ezgî Aslan destnîşan kir ku feshkirina Peymana Stenbolê ji aliyê gelek aliyan ve bi bertek hatiye pêşwazîkirin. Ezgiyê axaftina xwe wiha domand: “Tevgera jinan pêş dikeve û AKP li dijî vê bi salane polîtîka dijminahiyê dimeşîne. Partiya Refah qanûna 6284 anî ziman û li ber çavê hemû kesî tifaq avakirin. Vê rê li bertekan vekir. Ew dibêjin qey wê bi van polîtîkayan dengan kom bikin. Lê potansiyela wan hîn bêtir xistin. Divê em jin têkoşîna xwe biparêzin. Em ê li gorî mafên xwe tevbigerin. Divê em hemû li se sindoqan bin. Ez bang li hemû jinan dikim ku xwedî li têkoşîn û mafên xwe derkevin.”