Li Amedê buroya hilbijartinê hat vekirin 2023-04-04 20:36:26   AMED - Partiya Çep a Kesk li navçeya Rezan  a Amedê bi tevlibûna gel buroya hilbijartinê vekir.   Partiya Çep a Kesk li navçeya Rezan a amedê buroya hilbijartinê vekir.  parlamenterên HDP’ê, hevserokên HDP’a Amedê, Endamên meclîsa dayikên aştiyê, rêveberên navend û navçeyan yên HDP’ê û gelek welatî tevli bûn. Dayikên Aştiyê kurdela buroyê birîn û buro vekirin.   Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag di vekirinê de axivî û 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kir. Dersîmê wiha vegot: “Em niha berbi hilbijartinan ve diçin. Ev hilbijartineke pir girînge. Gel wê di 14’ê Gulanê de bersivaê bide. Wê têkoşîna jin û ciwanan biserkeve.”   Polîsan bi îdiaya ‘propanganda rêxistinê dike’ dem bi dem axaftina Dêrsîmê asteng kir. Gel bi çepik û tilîliyan bersiv da. Gel piştî gerandina govendê belav bû.