Meşa Amarayê bi dawî bû 2023-04-04 15:44:04     RIHA - Ji bo pîrozbahiya 4’ê Nîsanê meşa ku ber bi Amarayê ve dest pê kiribû bi dawî bû.   Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û MED TUHAD-FED'ê ji bo rojbûna 74'emîn a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li gundê Amarayê yê Xelfetiyê bi dirûşmeya “Ji bo aştiyê ber bi Amarayê ve” meşa ku dest pê kiribû bi dawî bû.   Ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran welatî ber bi Amarayê ve ketin rê. Girse ligel hemû astengiyan li ser Xaçereya Payamli gihiştin hevdû û daxuyaniyê dan û piştî daxuyaniyê ber bi Amarayê ve ketin rê.    Girseya ku bi konvoyê xwestin biçin Amarayê, di têketina li çoltera Taxa Yanaloba ya navçeya Pîrsûsê ji aliyê cendirmeyan ve hatin astengkirin. Cendirme bi hinceta qedexeya walîtiyê destûr neda ku girse derbasî Amarayê bibe. Li ser vê yekê girse rê ji maşîneyan re girt. Girseya ku ji bo pîrozbahiya rojbûna Abdullah Ocalan hatin, govend gerandin û dirûşmeyan berz kirin.   Girseya ku li hemberî astengiyan rê girtibû piştî demek dirêj rê ji trafîkê re vekirin û çalakiya xwe ya meşê bi dawî kirin.