Polîsan ji ber pîrozbahiya 4'ê Nîsanê êrişî dayikan kirin 2023-04-04 12:05:58     STENBOL - Li Stenbolê dayikan rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin. Lê belê polîsan êrîş kirin û 4 jin hatin hatin binçavkirin.   Dayikên Aştiyê û komek ji dayikên ku tevlî çalakiya Nobedê ya ji bo girtiyên nexweş bûne, li hev kom bûn.   Dayik li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê li taxa Kanaryayê li peravê bi dirûşma "Bijî Serok Apo" meşiyan û ji bo pîrozkirina rojbûna 74'an a Abdullah Ocalan gul berdan nava deryayê.   Dema ku çalakî bi dawî bû polîsan êrîş kirin û 4 jin kirin bin çavan.    Polîsên tirk her wiha hewl dan karê nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Zana Kaya û nûçegihanên JINNEWS'ê Rozerîn Gultekîn û Elfazî Toral asteng bikin.