‘Sedema mirinên li girtîgehan dewlet bi xwe ye' 2023-04-04 09:07:36   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Parêzvana mafên Mirovan Gulay Gun Bîlîcî, diyar kir ku niha bi navê "Ji bo girtiyên nexweş ên jin, 1000 jin" kampanyaya xwe didomînin û got: "Divê em zextê li siyasetmedaran bikin ku li ser rewşa girtiyên nexweş rawestin û bal bikişînin ser tenduristiya wan. Ji ber ku sedema mirinan dewlet bi xwe ye."   Di sala 2016'an de Aysel Tugluk hat girtin û piştre teşhîsa nexweşiya demansê hat dayîn. Ligel raporên heyî Aysel nehat berdan. Di çileya sala 2022’yan de bi navê "Ji bo azadiya Aysel Tugluk 1000 jin" kampanyayek hat destpêkirin. Her wiha bertek û nerazîbûnên raya giştî ya li hemberî neberdana Ayselê bê navber berdewam kir. Di encamê de Aysel, di 27'ê cotmeha 2022’yan de serbest hat berdan. Lê belê ji bo girtiyên nexweş yên din jî heta îro tu pêşketin pêk nehatin.    Di 21'ê Adarê de li Qada Newrozê ya Amedê pêkhateyên kampanyayê diyar kirin ku dê bi navê “Ji bo girtiyên nexweş ên jin, 1000 jin" kampanyaya xwe bidomînin. Parêzvana mafên mirovan û ya ku îmze daye kampanyayê Gulay Gun Bîlîcî ji ajansa me re axivî û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û polîtîkayên dewletê ya li hemberî girtîgehan.    'Girtiyên nexweş roj bi roj ber bi mirinê ve diçin'    Gulay, di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya kampanyayê û got: "Kampanyaya me ji bo hemû girtiyên jin derbasdar e. Em dibînin ku gelek girtiyên nexweş hêj jî nikarin xwe bighînin derfetên tedawiyê. Dewlet li girtîgehan li gorî xwe pergalek avakiriye. Kesên ku li dijî pergalê derdikevin jî dîzaynek cûda li pêş dixe. Ji ber pergala heyî girtiyên nexweş nikarin tedawî bibin. Piştî darbeya sala 1980'î bêtir pergalek taybet li girtîgehan hat birêvebirin. Piştre çêkirina Girtîgehên Tîpa F, bi serê xwe xeter bû. Girtiyên ku nikarin bê alîkarî bijîn û hewcedariya kesan dimînin bi Tîpa F alîkariya ku ji hevdû dikirin hatin astengkirin. Jixwe cezayê darvebirinê hat rakirin, lê rê li ber tedawiyê girtin ku girtî roj bi roj ber bi mirinê ve biçin."   'Kesên ku nêzî mirinê ne tên berdan'   Gulay, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser cudakariya ku di navbera girtiyan de tê kirin û wiha bi lêv kir: "Kesên muxalîf bin wek zarokên baş tên pênasekirin tên beraatkirin, kesên temenê wan mezin be dişînin malê. Lê kesên ku muxalîfê pergalê ne nayên berdan û nayên tedawîkirin. Mafê wan ên herî bingehîn a tedawiyê yek car tên astengkirin. Kesên ku nêzikî mirinê ne tên berdan. Sedema wan mirinan jî dewlet bi xwe ye."    Li girtîgehan cureyên kuştinê   Gulay, destnîşan kir ku li girtîgehê mirovan ji bo mirinê amade dikin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ev nêzîkatî cureyeke kuştinê ye. Gelek girtîgehên cuda hatin vekirin. Hema bêjin nîva nifusa Tirkiyeyê dikiran di girtîgehan de bi cih bikin. Pergala ku li girtîgehên cuda cuda hatî avakirin li ser kuştinê hatine dizaynkirin. Îşkenceya ku li girtiyan tê kirin tê wateya tecrîda li hemberî civakê. Peyama heke hûn li dijî pergala heyî derkevin dê encama we wisa be tê dayîn. Kesên ku tenduristiya wan baş dikevin girtîgehê dema derdikevin jî bi nexweşiyên dijwar re derdikevin. Ev kes an kurd û an jî kesên çepgir û sosyalîst in."   'Divê muxalîf bibin dengê girtiyan'   Gulay, da zanîn ku tiştên ku ji hêla muxalîfan ve bê kirin diyar in û divê bibin dengê girtiyan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em xwe bighînin gel. Ji bo vê jî divê em rê û rêbazan bibînin. Divê em zextê li siyasetmedaran bikin ku li ser mijarê rawestin û bal bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş."