'Muebbeta giran ji bo Rêberê Gelê Kurd anîn' 2023-04-04 09:03:32     Marta Somek    STENBOL - Parêzer Gulizar Tuncer da zanîn cezayê girtîgehê yê muebbeta giran dema Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anîne Îmraliyê dest pê kiriye û got:"Vê yekê bandor li ser hemû girtîgehan kiriye. Navê vê yekê îşkence ye. Divê hemû saziyên li berxwe didin berpirsiyariyê bigirin ser xwe."   Di 15'ê Sibata 1999'an de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komploya navneteweyî anîn Îmraliyê û ev 24 sal in di bin şerdên tecrîda giran de ye. Parastinên Abdullah Ocalan bû wek pirtûkekê û bala gelên cîhanê kişand.    Parêzer Gulizar Tuncer, têkildarî tecrîd û muebbetê de ji JINNEWS'ê re nirxandin kir.    Parêzer Gulizar Tuncer muebbeta giran piştî Abdullah Ocalan anîn Îmraliyê pêk anîn û got:"Ev ji îdamê xirabtir e. Wiha pêşkêş kirin. Ji bo Ocalan zagon derxistin. Her wiha “incommunicado” yanî têkiliya ku nikare bê danîn a mutlak pêk tê. Ji Omer Hayri Konar, Veysi Aktaş û Hamili Yildirim jî xeber nayê girtin. Malbat, parêzer, raya giştî û gelên cîhanê bi bang, serlêdan û hewldanên tên kirin daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dikin."   Sepanên giran   Gulizarê bi lêv kir ku mafên hatine bidestxistin, ji aliyê sîstema heyî ve hatiye xespkirin û wiha got:"Niha sepanên giran li ser girtiyên siyasî hene. Di demên berê de di sîstema hiqûqê ya tirk de cezayê girtîgehê yê giran ê heta mirinê tune bû. Kesên di serdema girtina Abdullah Ocalan de welat bi rê ve dibirin, gotin em ê cezayekî ji îdamê girantir bidên. Em hêdî hêdî bikujin. "   Mafê hêviyê nikare bê tunekirin   Gulizarê da zanîn ku muebbeta giran hêviya derketina ji derve winda dike. Di biryatên AÎHM'ê de tê gotin hûn nikarin mafê hêviya derketina derve ya girtiyan rakin. Li Îmraliyê mafê sohbeta girtiyan jî tê astengkirin. "   'Mînaka tecrîda li ser Abdullah Ocalan tune ye'   Gulizarê bi lêv kir ku li cîhanê mînaka tecrîda li ser Abdullah Ocalan tune ye û wiha lê zêde kir:"Komîteya Wezareta Konseya Ewropayê biryarên sepanê nagire û tenê hişyar dike. Malbat û parêzer nikarin hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin. Li tu derê cîhanê tiştekî wiha tune ye. Ev bandorê li girtiyên din jî dike."   'Navê vêya îşkence ye'   Gulizarê bi lêv kir ku li dijî Rêberê PKK'ê hiqûqa dijminatiyê pêk tê û wiha pê de çû:"Ji bo berjewendiyên xwe tecrîdê bi dawî nakin. Ji sala 1999'an heta niha nêzîkatiya welatan diyar bû. Niha tecrîda li Îmraliyê tecrîdeke giran e. Em vêya wekî tundiyekê dibînin. Navê vêya îşkence ye."   Têkoşîna li dijî tecrîdê   Gulizarê da zanîn tevî hemû bêhiqûqiyan têkoşîna tê dayin bi wate û girîng e û wiha got:"Divê em bibînin ku tecrîd çawa di nava civakê de belav dibe û li gor vêya em rêbaza têkoşîna xwe pêş bixin. Divê hemû kes di vî alî de berpirsiyariyê bigire ser xwe."