MKGP'ê rapora 3 mehî eşkere kir: Em ê dev ji têkoşînê bernedin 2023-04-03 12:46:20     STENBOL - MKGP'ê rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a 3 mehên sala 2023'yan eşkere kir. MKGP'ê diyar kir ku êrişên îktidarê yên li ser rojnamegeran dewam kiriye û got:"Bedela wê çi dibe bila bibe em ê dev ji têkoşîna xwe ya heqîqetê bernedin."    Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Beyogluyê rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a 3 mehên sala 2023'yan eşkere kir. Gelek rojnameger tevlî eşkerekirina raporê bûn. Di daxuyaniyê de dowizên "Wan serî netewandin me serî netewand em ê serî netewînin","Hûn çapemeniya azad nikarin bêdeng bikin","Em li ser şopa heqîqetê ne" hatin hilgirtin.    Rojnameger Saliha Aras, berî eşkerekirina daxuyaniyê axivî. Salihayê da zanîn ew zext tu carî serî bi wan nede tewandin û got ew ê zext me hîn bi hêztir bike.    Piştre, berê kurdiya raporê ji aliyê rojnameger Dûrket Suran û piştre jî rapor bi tirkî ji aliyê rojnameger Meltem Înci ve hat xwendin.    Di raporê de wiha hat gotin:   "Li Tirkiyeyê azadiya çapemenî û îfadeyê ya ku roj bi roj kêmtir dibe, di sê mehên destpêkê ya 2023’yan de jî mixabin bi êrîşên li ser rojnamegeran xwe dubare kir. Li gorî daneyên Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) a sala 2022’yan, Tirkiye di rêza azadiya çapemenî û îfadeyê de di nava 180 welatan de  di rêza 149’an de ye û ev yek mixabin ji aliyê me rojnamegeran ve baş tê zanîn ku ev tenê daneyên fermî ne.   Hevkarên me ji ber ku jin in, muxalif in, an jî bi taybetî ji ber nasnameya wan a rojnamegeriya Kurd hê zêdetir zext li wan tên kirin. Tên astengkirin, êriş li wan tên kirin, tên hedefgirtin û tên girtin. Gelek caran weke 16 hevalên me yên di 16’ê Hezîranê ya 2022’yan de li Amedê hatin girtin û îdianameyên wan piştî 10 mehan şûn de hat amadekirin, pêvajoya darazê vediguhere îşkenceyê.   Bêguman divê êrîşên li dijî çapemeniyê ji zayendperestiyê serbixwe neyê dîtin. Desthilatdariya ku dijminatiyê li destkeftî û mafên jinan dike, di sê mehên destpêkê yên sala nû de jî em jin kir hedef û li qadê xebatên me dijwartir kir. Hem bi desteserkirina alavên me yên teknîkî hem jî bi pêvajoya darazê ya li ser me tê meşandin re dixwazin weke her qadê di qada çapemeniyê de jî jin bên dorpêçkirin.   Em hem şahidên van êrîşan û hem jî yên ku van êrîşan bi xwe dijîn li aliyekî xwedî li karê xwe derdikevin, li aliyê din jî ji bona ku jin hê bêtir bên dîtin têkoşîna xwe didomînin. Çawa ku em dizanin ev êrîş ne yên pêşî ne, em di wê ferqê de ne ku dê ne yên dawî bin jî. Lê em dizanin; ya ku me li hemberî vê yekê biparêze û mezin bike rêxistinbûn û hevgirtina me ye.   Li girtîgehan ji bo vê kêliyê herî kêm 18 hevalên me girtî ne û li gorî rapora sê mehane ya ku em ê hûrguliyên wê bidin, di mehên Çile, Sibat û Adarê de herî kêm 33 hevalên me derket pêşberî dadger û derbarê 7 hevalên me de lêpirsîn hatine vekirin jî hene. Dîsa 6 hevalên me hatin binçavkirin, 5 hevalên me li girtîgehê bi lêgerîna tazî re rû bi rû man, kesekê cezayê hucreyê girt, Êriş li 12 kesî hat kirin. 2 rojnamegerên jin ji kar hatin derxistin, li 3 rojnamegeran jî cezayên cuda yên girtîgeh û cezayên pere hatin birîn. Di dema rojnamegerek hat girtin de înfaza rojnamegereke din a girtî mixabin hat şewitandin.   Her çend rapora me ya sê mehan a Çile, Sibat û Adarê giran xuya bike jî em dixwazin bibêjin ku hebûna me ya li qadan jî ew qasî bi hêz e. Û êrîş çi qasî zêde bin jî em dubare dibêjin ku em li vir in û em ê her li vir bin.   Li gorî daneyên ku me têkildarî meha Çileyê kom kirine;   Herî kêm 14 hevkarên me yên jin di encama dozên ku der barê wan de hatin vekirin de derketin pêşberî dadger. Di derbarê 2 hevalên me de lêpirsîn hatin vekirin, hevaleke me hat binçavkirin û 2 hevalên me jî li qadê êriş li wan hat kirin. Hevaleke me ji kar hat derxistin û li 2 hevalên me jî bi giştî 4 sal û 10 rojan cezayê girtîgehê hatin birîn.   Dîsa di vê mehê de hevalên me nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznur Deger, Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê Dîren Yurtsever, nûçegihan Berîvan Altan û Ceylan Şahînlî jî di nav de 9 rojnamegerên di 25’ê Cotmehê ya 2022’yan de hatin binçavkirin û di 29’ê Cotmehê de hatin girtin îşkence li wan hat kirin û îşkence li Girtîgeha Jinan a Sîncanê jî berdewam kiriye û êrişa lêgerîna tazî li 5 rojnamegeran hat kirin.    Her wiha nûçegihana JINNEWS'ê Derya Ren a ku ji ber ceza lê hatibû birîn di 25 Cotmehê de hat binçavkirin û girtin û di Girtîgeha Jinan a Amedê de ye ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekir lêdan xwar û cezayê hucreyê yê 3 rojan lê hat birîn.   Ji bo me di meha Çileyê de tekane xebera xweş serbestberdana rojnameger û derhênera belgefîlman Sîbel Tekînê bû ku di 17'ê Kanûnê de li Enqereyê hatibû binçavkirin û girtin.   Dozên hatine dîtin: 14 Lêpirsînên hatin vekirin: 3 Binçavkirin: 1 Lêgerîna tazî: 5 Cezayê hucreyê: 1 Êriş: 2 Cezayê hat dayin: 2 Avêtina ji kar: 1 Ceza: 4 Sal û 10 roj Serbestberdan: 1   Têkildarî meha Sibatê;   Di 6’ê Sibatê de ya ku em bi erdhejên navenda wê Mereş bû hejiyan, di meha Sibatê de li qadan weke rojnameger em bûn hedefa êrîşan. Di erdhejan de li gorî daneyên fermî herî kêm 50 hezar welatiyên me jiyana xwe ji dest dane, lê li gorî rojnamegerên ku qadan dişopandin hejmar hê zêdetir in. Her wiha di Sibatê de herî kêm 25 rojnameger di erdhejan de jiyana xwe ji dest dan. Di vê mehê de 10 rojnamegerên ku rastî êrîş û astengiyan hatin de, 11 rojnameger derketin pêşberî dadger. Di roja erdhej çêbû de rojnamegerek hat girtin, der barê 2 rojnamegeran de lêpirsîn hatin vekirin. Her wiha 2 rojnameger di çalakiyên dişopandin de hatin binçavkirin, rojnamegerek piştî gotinên xwe yên “ders ji erdhejê nehat derxistin” ji karê xwe îstifa kir û rojnamegerek jî ji kar hat derxistin.   Girtin: 1 Dozên hatin dîtin: 11 Lêpirsînên hatin vekirin: 2 Binçavkirin: 2 Êriş û astengî: 10 Îstifa: 1 Derxistina ji kar: 1   Têkildarî meha Adarê de;   Di meha Adarê de ya ku ji aliyekî kavilên erdhejê dihatin rakirin û ji aliyê din ve jî çalakî û pîrozbahiyên 8'ê Adar û Newrozê çêbûn de 6 rojnameger derketin pêşberî dadger, derbarê 2 rojnamegeran de doz hatin vekirin û 2 rojnameger hatin binçavkirin. Her wiha di meha Adarê de 41 hezar û 666 TL cezayê pereyan li rojnamegerek hat birîn. Hevala me Dîlan Oynaş a ku li Girtîgeha Jinê ya Sîncanê tê girtin û ev 6 sal in girtiye tevî cezayê wê qediya jî nehat tehliyekirin û înfaza wê cara 4'an hat şewitandin. Tehliyekirina wê 6 mehên din jî hat dirêjkirin.    Dozên hatine dîtin: 8 Dozên hatine vekirin: 2 Hejmara binçavkirinan: 3 Ceza: 41 Hezar û 666 TL Lêpirsîn: 1 Şewitandina înfazê: 1   Lîsteya jinên rojnameger ên girtî   1-Bêrivan Altan – Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê 2-Ceylan Şahinli -Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê 3-Derya Ren – Nûçegîhana JINNEWS'ê 4-Dilan Oynaş – Xebatkara Rojnameya Azadiya Welat  5-Diren Yurtsever – Mudura Karê Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê 6-Elif Ersoy –  Berpirsa Karê Nivîsê ya Kovara Meşê  7-Elif Ungur – Pêşkêşvana bernameyê 8-Habibe Eren – Nûçegîhana JINNEWS'ê 9-Hatice Duman – Mudura Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilimê 10-Neşe Toprak – Pêşkêşvana bernameyê 11-Ozden Kınık – Xebatkara TRT'ê 12-Özlem Seyhan – Gazeteci 13-Oznur Deger – Nûçegîhana JINNEWS'ê 14-Remziye Temel- Hesabgir 15-Safiye Alagaş – Mudura Nûçeyan a JINNEWS'ê 16-Sibel Mustafaoglu –Xebatkara Rojnameya Azadiya Welat 17- Tulay Canpolat – Nûçegîhana Rojnameya Sabahê ya Enqereyê 18- Nazlican Yildiz – Nûçegîhana JINNEWS'ê   Belê wekî me di serî de jî got tablo çiqasî giran û tarî be jî li vir dîsa em dixwazin dubare bikin; heta ku li dijî jin, xweza, gel, zarok, karker, bi kurtasî li dijî kê dibe bila bibe, êriş hebin û heta rojên xweş ên em xeyal dikin werin bedela wê çi dibe bila bibe em ê dev ji têkoşîna xwe ya heqîqetê bernedin.    PLATFORMA ROJNAMEGERÊN JIN A MEZOPOTAMYAYÊ."