Jinên Amedê ji bo hilbijartinê nêrînên xwe anîn ziman 2023-04-03 09:03:25   Rojda Aydin - Rabîa Unver   AMED - Jinên Amedê, têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê ku dê bên kirin de, nêrîn û daxwazên xwe anîn ziman. Jinan, bi lêv kirin ku bila îqtîdara heyî êdî biçe û qeyrana ku li welat tê jiyîn bi dawî bibe.   Di 14’ê Gulanê de ku Tirkiye ber bi hilbijartinên Serokkomarî û Giştî ve diçe, ev hilbijartin ji bo hemû gelên Tirkiye û Kurdistanê hilbijartinek girîng e. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  ji ber doza wê ya girtinê didome dê bi Partiya Çep a Kesk re biçe hilbijartinê. Her wiha Tifaqa Ked û Azadiyê got ku ew ê namzet dernexine, Tifaqên Milet û Cumhûr jî namzetên xwe diyar kirin. Gelên ku ji vê hilbijartinê gelek bi hêvîne daxwaza çûyîna Serok komar Recep Tayyîp Eerdogan dikin.    Peyamên jinan   Jinên Amedê jî têkildarî vê hilbijartinê de nêrîn, daxwaz û fikrên xwe anîn ziman. Jinan, di dest pê kê de tecrîda ku li tevahiya girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê belav bûye xwestin bi dawî bibe û deriyên girtîgehan bên vekirin.  Jinan diyar  kirin ku bûtçeya ji bo gel hatiye veqetandi îktîdar di şer de bi kart îne û pêşiya qeyrana aboriyê vedike. Jinan, daxwaz kirin ku bila îktîdara heyî êdî biçe û ev şer bisekine û ev qeyran çareser bibe. Her wiha jinan bal kişand ser tundî û komkûjiya ku li dijî jinê zêde bûye û gotin ku ew dixwazin mafên xwe carekedin bi dest bixin.