Jinên Partiya Çep a Kesk: Dem dema parastina jiyana nû ye 2023-04-02 11:12:15     ENQERE - Partiya Çep a Kesk li Enqereyê Danezana Hilbijartinê ya Jinan eşkere kir.   Danezana Hilbijartinê ya Meclîsa Jinan a Partiya Pêşerojê ya Çep a Kesk (Partiya Çep a Kesk) li Otela Hîlton a Enqereyê bi tevlîbûna gelek jinan hat ragihandin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevberdevka HDK'ê Esengûl Demîr, Hevseroka SYKP'ê Canan Yuce, Berdevka ESP/SKM'ê Çîçek Otlu, Serokwekîla Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren, Ji Partiya Jinan Fatma Aytaç, ji PDK-T Bêrîvan Dal, ji EHP’ê Fîdan Ataselîm, ji EMEP’ê Îlke Işik, Dayikên Aştiyê, Komeleya Jinên Kurd, Tevgera Jinên Demokratîk, Komeleya Jinê ya Rosa, Komeleya Dema Jinê, Komeleya Jinan a Star, Weqfa Piştevaniya Jinanî Platforma Kedê, Federasyona Komeleyên Jinan a KESK û sendîkayên girêdayî wê, ÎHD û gelek nûnerên partiyên siyasî yên STK û parlamenterên jin tevlî bûn.   Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz û Lîsa Çalan ku di teqîna Qada Îstasyonê ya Amedê de birîndar bûbû, mêvanên taybet ên bernameyê bûn.    Jin, bi tililî û çepikan ketin eywanê û govend gerandin. Hunermenda şanoyê Berfîn Emektar pêşkeşvani kir û bername piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di tevahiya bernameyê de jinan bênavber dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Em bêdeng nabin, natirsin, serî natewînin” berz kirin.    Peyamên jinên girtî   Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar axaftina destpêkê kirin. Piştre jî peyamên Fîgen Yuksekdag, Leyla Guven û Sebahat Tuncel ku li ser navê siyasetmedarên jin Gultan Kişanak, Edîbe Şahîn, Nûrhayat Altûn û Semra Guzel şandibûn hatin xwendin.    Piştî daxuyaniya ku hat dayîn stranên hilbijartinê yên bi kurdî û tirkî jî danesîna wan hat kirin.