Pêşî xwîna xelet dan, piştre hewl dan ku bi têlefonê derman bikin! 2023-04-01 09:31:20   Rahîme Tekîn    WAN - Makbule Kaya ya ku ji Stenbolê ji bo emeliyata fitiqa pişt hat Wanê ji ber xemsariya li Nexweşxaneya Lokman Hekîm li beşa lênêrînê ya giran têkoşîna jiyanê dide. Di dema emeliyatê de xwîneke cuda hatiye dayîn û malbat bertekên nîşanî vê rewşê dan.    Makbule ya ku di 20'ê Adarê de çû Nexweşxaneya Lokman Hekim a taybet a li Wanê, bi nexweşiya fitiqa pişt jê re hat gotin ku pêwîstiya wê bi emeliyatê heye. Dayika 2 zarokan Makbule ya 33 salî ku roja din hat emeliyatkirin, li şûna 0 Rh+ xwîna bê dayîn A Rh + xwîn hat dayîn. Makbule ku 7 rojan di beşa lênihêrîna giran a heman nexweşxaneyê de mabû, piştre sewqî Navenda Tipê ya Wanê YYU Dursun Odabaş kirin. Malbatê diyar kir ku piştî 3 rojan der barê bûyerê de agahî girtine û diyar kirin ku metirsiya jiyana Makbule didome.   Hevjînê wê Emrah Kaya, derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî û got: "Piştî emeliyetê rewşa wê xirab bû. û rakirin beşa lênihêrînê. Kesek derbarê mijarê de agahî neda. Ji me re gotin ji ber ku ji narkozê bi bandor bûye. Piştî 3 rojan me agahî ji xebatkareke nexweşxaneyê girt û got 'Xwîna xelet hatiye dayîn'. Me hewl da ku ji rayedarên nexweşxanê agahiyan bigirin. Ji be me re gotin 'Em li bendêne ku ji Enqereyê makine bê'. Ji me re ne gotin 'Xeletiya me ye me xwîn xelet daye'. Piştî 27’ê mehê Makbuleyê şandin Navenda Tib a Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncuyil a Wanê. Lê li vir ji me re gotin 'Hûn dereng ma ne'. Bi zanetî bi mirinê re hiştin. Heke agahiyeke rast bigotana me dikarî çareseriyek peyda bikira."   Emrah, da zanîn ku îhmalek heye û nayê qebûlkirin jî, hewl dan ku rewşa heyî veşêrin û got: "Em ê nexweşxanê gilî bikin. Rêveberiya nexweşxanê du xebatkarên xwe ji kar derxist û derbarê wan de serlêdana sûc kirine. Bi vî rengî kêmasî û xeletiyên xwe vedişerin. Ji bo emeliyetê 13 hezar TL û ji bo mayîna her rojekî jî me cuda pere dan."   Ji malbatê Soner Kaya jî wiha axivî: "Me xwest ku em nexweşa xwe bibin cihek din lê wekî pirsgirêk nîne nêzî me bûn. Ji me re gotin 'Li Enqerê pisporên hematolojiyê heye em bi telefonê agahiyan ji van digirin'. Herî dawiyê rayedaran ji Navenda Tib a Dursun Odabaş YYU, cihaz xwestin lê ji ber ku bijîşka Hemotolojiyê li vir nîne ciha neşandin û gotin 'Nexweşê sewqê li vir bikin' Piştre nexweşa me sewqê Navenda Tibê kirin. Li nexweşxaneyê ji me re gotin hûn dereng mane. Tişta ku niha bê kirin nîne."