Ji bo meşa Amara bang: Em dixwazin serokatiya me azad be 2023-04-01 09:07:26       Gulîstan Dursun   RIHA - Dayika Aştiyê Miyaser Korkmaz der barê pîrozvahiyên rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivî û wiha got: “Em dixwazin serokatiya xwe ligel xwe bibinin. Em daxwaza azadiya fîzîkî dikin. Azadiya wê azadiya me ye.”   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 24 sale li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin ji 25’ê Adara 2021’ê de agahî jê nayê girtin.  Tevî hemû serlêdanan bi awayekî kêfî hevdîtin tên qedexekirin.  Tecrîda li ser Abdullah Ocalan didome û gele Kurd niha xwe ji bo pîrozvahiya 74’emîn rojbûna wî xwe amde dike. Îsal jî gelê Kurd wê bi şîara ‘Ji bo Azadiyê berbi Amara’ wê bimeşin Amarayê.   Dayika Aştiyê Miyaser Korkmaz ya ji sala 2008’an de ye tevli meşen Amarayê dibe der barê armanca meşan de ji ajansa me re axivî.   Miyaserê da zanîn ku di 2008’an de ji Kurdistan û Tirkiyeyê bi dehezaran kes ji bo biçin amarayê li Alîgor a Pirsûsê hatine gel hev û rihê wê demê wiha vegot: “Wek mîhrîcanê bû. Şev û rojekê berdewam kir. Kon hatin vedan. Xwarin hatin çêkirin. Peyama aştiyê dihat dayîn. Gelek xweş derbas dibûn. Axaftin dihatin kirin sînevîzyon dihatin nişandan.”   Miyaserê balkişand ser sala 2009’an jî got gel dîsa li Alîgorê hatine gel hev û ji bo Abdullah Ocalan şitil hatine çandin û wiha daxuyand: “Piştre em meşiyan Amarayê. Leşker û polîsan êrîş kir. Mustafa Dag û Mahsum Karaoglan li wir hatin qetilkirin. Jin û ciwan sê rojan meşiyan û giştin Amarayê. Serokatî hêviya me ye. Bê wî jiyan nabe. Heta serokatî dernekeve gele Kurd ne azad e.”   Azadiya wî azadiya hemû Rojhilata Navîne   Miyaserê dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Em dixawzin wek salên berê biçin Amarayê. Ew gundê ku serokatiya me lê hatiye dinê. Niha tu agahî jê nayê girtin. Em dixwazin serokatiya xwe ligel xwe bibinin. Azadiya wî azadiya Rojhilata Navîne.”