Welatiyên li Licê êdî ji kolandina rêyan bêzar bûne 2023-03-30 09:04:29     Rojda Aydin     AMED - Endamên Meclîsa Şaredariya Licê ya ku ji peywirê hatibûn dûrxistin, diyar kirin ku xebata sereke ya qeyûm, girtina saziyên jinan û betalkirina xebatên çand û hunerê bû û gotin: "Qeyûm heta niha bi navê xebatê 4 car in rêya taxên navçeyê dikole. Welatiyên ku di nava heriyê de man bêzar bûn."    Di hibijartina herêmî ya sala 2014'an de Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) 102 şaredarî bi dest xist. Lê qeyûm tayinî 96 şaredariyên DBP'ê hatin kirin.  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2019’an de jî 3 Şaredariyên Bajarê Mezin, 5 bajar, 45 navçe û 12 bajarokan bi dest xist û bi giştî 65 şaredariyan qezenc kir.    Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) li ser daxwaza namzetên AKP’ê, mazbatayên 6 namzetên HDP’ê ku bi rêjeyên bilind bi ser ketibûn, bi hinceta KHK'ê betal kir. YSK’ê mazbatayên hevşaredarên navçeya Rezana Amedê, bajarokê Bazarcixa girêdayî navçeya Dîgora Qersê, navçeya Artemêtana Wanê, navçeya Ebexa Wanê, navçeya Tûşbaya Wanê, navçeya Tekmana Erziromê neda wan û mazbatayan da namzetên AKP’ê.    Hêj bi ser hilbijartinê de 5 meh derbas nebûn di 19’ê tebaxa 2019’an de li ser fermana Wezareta Karê Hundir qeyûm tayînî ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê hatin kirin.    Pêla duyemîn a tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên HDP’ê di mehên îlon, cotmeh, mijdar û kanûnê de jî berdewam kir û şaredariyên Bajarokê Awîska Qûbinê, Bajaroka Perî ya Dersimê, navçeyên Pasûr, Hezro, Peyas, Bismil, Karaz, Sûr, Yenîşehîr, navçeya Qereyazî ya Erziromê, Colemêrg, navçeya Gevera Colemêrgê, navçeyên Nisêbîn, Qoser, Stewr, Dêrik, Şemrex ên Mêrdînê, navçeya Kopê ya Mûşê, Bajarokê Lîzê ya Kopê, navçeya Gimgimê, navçeyên Cizîr û Hezex ên Şirnexê, navçeya Pirsûsa Rihayê, navçeyên Erdîş, Elbak, Rêya Armûşê, Bêgir, Qelqelî û Seray yên Wanê bi tayînkirina qeyûman hatin desteserkirin. Her wiha serokê Şaredariya Bajarokê Kaniyahenê ya girêdayî navçeya Hezo ya Êlihê Firat Karabûlût di 10’ê kanûna 2019’an de ji HDP’ê îstîfa kir.    Pêla binçavkirinan hevşaredaran û tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên HDP’ê pêvajoya şewba vîrûsa coronayê de jî dewam kir. Li ser daxwaza Wezareta Karê Hundir bi hinceta derbarê hevşaredaran de lêpirsîn hatine destpêkirin di 23’yê adara 2020’an de hevşaredarên Êlih, navçeyên Farqîn, Erxenî, Licê û Gêlê yên Amedê, navçeya Norşîna Bedlîsê, bajarokê Halfelî ya girêdayî Îdirê û bajarokê Ciwanîka girêdayî Sêrtê ji wezîfeyê hatin dûrxistin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin.    Bi tayînkirina qeyûman xebat, proje û xizmetên civakî yên Kurdistanê hatin rawestandin. Sazî û dezgehên jinan hatin girtin û xebatên pirçandî û pirzimanî ji holê hatin rakin. Derbarê mijarê de endamên Meclîsa Şaredariya Licê ya ku ji peywirê hatibûn dûrxistin Leyla Karakeçî û Guzel Kiran ji ajansa me re axivîn.    ‘Rêyên di navbera taxan de nayên çêkirin'    Leyla, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tabloya ku li navçeyê derketî holê û got: "Hûn dema rêya navçeyê binêrin hûn e bibînin ku qeyûm çawa xebitiye. Ji bo navçeyê heta niha tu xizmet nehatiye kirin. Zilmê li gel dikin. Ev tişt bi zanebûn tên kirin. Qeyûm heta niha 4 caran rêyên navçeyê xira kiriye. Lê hîn jî çênake. Rêyên Licê hertim tê kolandin. Bi vê awayî zilmek mezin li gel tê kirin. Qeyûm hem zilmê li xwezaya û hem jî li gel dike. Ev yek jî bizanebûn tên kirin. Ev yek ne xizmet e. Bi taybetî jî rêyên di navbera taxan de gelekî xirabe. Dema ku baran dibare hemû der dibe herî û şêniyên taxê pirsgirêkan re rûbirû dimînin."    ‘Êdî gel bêzar bûye'    Leyla, bi lêv kir ku piştî qeyûm hatiye tayînkirin şûnde hemû saziyên wan hatine girtin. Leyla, destnîşan kir ku cihên ku aîdê şaredariyê ne hatin firotin û wiha dom kir: “Di heman deme de şaredarî niha di bin deynek mezin de ye. Qeyûm dixwaze çand û xwezeya Licê jî xirap bike. Ji ber vê yekê tabloya Licê hemû tiştan dide li ber çavan. Gelek caran welatî daxwaz û pirsgirêkên xwe hem bi devkî û hem jî bi nivîskî anî ziman, lê qeyûm tu bersiv neda welatiyan. Gel dixwaze ev qeyûm demildest biçe. Êdî gel bêzar bûye. Li şaredariyê ji bo rantê her tişt tê kirin. Ew jî zanin ku dê bi hilbijartinê biçin û dawiya wan e. Em dizanin ku qayûm kavilek çawa ji me re hiştiye. Lê wekî ku gel jî dibêje, çawa diçin bila biçin, lê bila biçin.”     ‘Guh nadin daxwazên gel'    Guzel, jî bi bîr xist ku ji ber polîtîkayên AKP’ê du car in qeyûm tayînê Şaredariya Licê hat kirin û got piştî tayînkirina qeyûmê têkiliya gel a bi şaredariyê re qût bûye. Guzel, bi lêv kir ku ji bo civakê tu xebat nayê meşandin û wiha anî ziman: “Ji ber têkiliya qeyûmê bi civakê re tuneye nizanin ku li kîjan taxê çi pirsgirêk hene. Qayimê duyemîn ku tayînê şaredariyê hat kirin şûnde hemû rêyên Licê hilweşand û mirov êdî nikare bimeşe. Baranek dibare hemû kolan û kûçe di bin heriyê de dimînin. Di dema me de, me hemû rêyên taxan çêkibû. Lê belê qayûm piştre hemû rêyan carek din xira kir. Bi taybetî di mehên dawiyê de mirov nikare li taxan raweste. Gel bertek û nerazîbûnên xwe nîşa dide lê qeyûm guh nade û bersiv nate welatiyan. Dema ku şaredarî di destên me de bû me bi hêsanî karê xwe dikir.”   'Ji bo jinan xebatek nîne'    Guzel, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser xebatên qeyûm: "Xebatên qeyûmê bi tenê kolandin û hilweşandin e. Ji bo partî û saziyên xwe xebatan dimeşînin. Bi navê xizmetên civakî, ji bûdçeya şaredariyê alîkarî dide alîgir û partiya xwe. Tişta ku em behs bikin nîne ji ber ku karek li navçeyê nayê kirin. Di hêla çandî û xwezayî de jî tenê talankirin heye. Dema ku qeyûm tayînê şaredariyê hat kirin wekî hemû cihan ev qeyûm jî sereke êrişê qad û saziyên jinan kir. Her wiha êrişê saziyên me yên çandê jî kir û hemû saziyên me hatin girtin. Xebatkarên şaredariyê ji kar hatin derxistin. Ji bo jinan xebatek nîne. Li vir bi tu awayî ji bo civakê xebat tuneye."    ‘Şaredarî vegûheriye Midûriyeta Polîsan’   Guzel, diyar kir ku ji ber nêzîkatiya qeyûmê gel bi bertek e û wiha axivî: “Xelatî ditirse ku giliyên xwe bike. Di hêla avê de pirsgirêk dijîn. Bi taybetî di demsala havînê de av pirsgirêk e. Ava herî diherike. Ji ber vê welatî bertekên mezin nîşanda. Lê bi leşker û polîsan welatî tên tirsandin. Ji ber vê yekê jî welatî nikare bi rihetî pirsgirêkên xwe bîne ziman. Gel şaredariyê wek Midûriyeta Polîsan dibîne. Ji ber vê yekê nikarin bi rehetî bikevin şaredariyê û derbikevin. Dema ku şaredarî di destên me de bûn gel bi rehetî dihatin şaredariyê. Bê tirs pirsgirêkên xwe dianîn ziman. Me dixwest em ji gel re bibin bersiv. Welatiyên ku ji gundan jî tên giliyên qeyûmê dikin. Her wiha piştî ku qeyûm tayînê şaredariyê hat kirin şûnde destpêkê de tabelayên kurdî û navên bi kurdî yên parkan hatin guhertin.”