Endama rêveberiya jineolojiyê: 4’ê Nîsanê vejîna jinên Rojhilata Navîn e 2023-03-30 09:02:20     Medya Uren   AMED - Endama Navenda Jineolojiyê ya Şehba-Efrînê Şîrîn Ehmed têkildarî 4’ê Nîsanê wiha got: "Ji 4’ê Nîsanê heta roja îro pêvajoyek mezin a qonaxên jidayîkbûna jinê heye. Jin bi ramanên Rêber Apo re ji nû ve zindî bû. Ji bo vegera jiyana xwezayî, demokratîk û azad bi çirûska di 4’ê Nîsanê de bilind bûye îro li hemû cîhanê belav dibe. Em ê jin bi vê rêxistina xwe azadiya Rêber Apo mîsoger bikin."   Ji 8’ê Adarê heta Newrozê jin li qadan bi yek dengî azadiya rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qêriyan. Bi van peyamên hatine dayîn re jin 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz dikin.   Jinên Rojavayê Kurdistanê ku bi paradigmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şoreşa Rojava pêk anîn, bi Rêveberiya Xweser projeya wî geş dikin. Ango gavên zanista jinê, jineolojiyê jî li wir hate bihêzkirin. Endama Navenda Jineolojiyê ya Şehba-Efrînê Şîrîn Ehmed têkildarî wate û girîngîya 4’ê Nîsanê ya ji bo jinan nirxandin kir.   ‘Roja xweşikbûna Mezopotamyayê pîroz be’   Şîrînê di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Ev roj tê wateya vejîna gelê Kurd. 4’ê Nîsanê rojbûna me ye. Dayika xwedawend bi zayînê ronahî da cîhana me. Ev ronahî ji bo hemû mirovahiyê jî sûdeke mezin e. Ev roj roja nûbûnê ye, roja serhildan û têkoşîna li hemberî dagirkeran e. Roja xweşikbûna xwezaya Mezopotamyayê ye. Em bi vê wateya giran a rojbûna gelan, pîroz dikin. Em di serî de li şehîdên xwe yên têkoşînê û hemû gelê xwe pîroz dikin. Di her salvegera vê rojê de ji bo bibîranîna vê wateyê, ji bo bilindkirina wê rojê, em pîroz dikin.”   'Bingeha têkoşîna 44 salan, 4’ê Nîsanê ye'   Şîrînê diyar kir ku bingeha têkoşîna 44 salan, 4’ê Nîsanê ye û got:"Rêbertî ji bo me ronahiya li hember tarîtiya hezar salan bû. Bi taybetî jî ji bo jinan em dikarin vê wateyê bidin." Şîrînê girîngiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo jinê nirxand û wiha berdewam kir: “Divê em ji destpêka 4’ê Nîsanê ve dest bi vê têkoşîna 44 salan bikin. Ango divê em serhildana yekem a rêbertî ya di zarokatiyê de baş fam bikin. Rêbertî xwe, jiyana xwe û derdor hîna di wê demê de çavdêrî dikir û li ser fikrê xwe pêş dixist. Ferq û cudahiya di navbera jin û mêr de, ferq û cudahiya di navbera nîjadan de dît û li ser lêkolîn kir. Çima civak ji xwezayê dûr ketiye, sedema talankirin, bişaftin û dagirkeriyan çiye? Çima her gelek bi zimanê xwe naaxive? Ev hemû jî weke pirs wî mijûl dikir. Ya herî girîng jî li ser malbata xwe, diya xwe, xwişka xwe, heval û cîranên xwe yên jin çavdêrî dikir. Xwişka wî bi torbeyek ar hate firotin. Yan jî hevalê wî yê dibistanê dema bi hev re lîstok dilîstin hate zewicandin. Li ser van hemû jî nirxandinên kûr dike. Ji bo azadiya jinê, azadiya gel ev dibe bingeha têkoşînê. Di têkoşînê de jî jin di çepera pêş de cih girtin. Bi beşdarbûna jinê re jî rengê têkoşînê hat dayin û felsefeya jineolojiyê hate pêşxistin."   'Ji bo çareseriyê jineolojî'   Şîrînê diyar kir ku sîstema dagirker a bi hişmendiya mêr xwedî dîrokek hezar salan e. Şîrînê got ji bo hilweşandina vê sîstemê pêdivî bi nûbûnek mezin hebû, ev nûbûn jî bi felsefeya rêbertî zindî bû. Şîrînê wiha berdewam kir: "Rêya herî serkeftî ya hilweşandina vê sîstemê jineolojî bû. Em têkoşîna jinên femînîst slav dikin. Bi rastî bi toreke xurt re dadikevin qadan û li hemberî vê hişmendiyê bertekek baş didin nîşandan. Lê ji ber ku xwe ji hişmendiya serdest rizgar nekirin di bandora desthilatdaran de diman. Nedikaribûn weke vîna jinê derkevin pêş. Em jî dixwazin ev kêmasiyên derketine pêş bi jineolojiyê çareser bikin. Bi zanista jin-jineolojiyê em xwe nas bikin û vîna xwe deynin holê. Ji her alî ve ji bo çareseriya pirsgirêkên civakê jineolojî pêdiviyek bû. Em bi naskirina jineolojiyê re jî vê rastiyê eşkere dibînin. Em femînîzmê himbêz dikin û bi zanista jin û jiyanê jî rê didin civakê. Li hemberî dagirkerên ku etîk û estetîk xira kirine em civakê xweşiktir dikin. Jin di her qadê de xwedî li civakê derdikevin. Em hemû rengên gelan, Kurd, Ereb, Suryan, Tirk, Ermen û wekî din bînin gel hev. Em ê bi vî rengî bikaribin civakek exlakî û polîtîk ava bikin. Bi taybetî jî di warê aboriya ku bi destê jinê hate avakirin em digirin dest. Jinan di civaka xwezayî de bi çandiniyê xwe pêş xistin. Çawa ku aborî ji jinê hate dizîn talan û dijminatiyê dest pê kirin. Êdî hişmendiya qezençkirina zêdetir, karê pêş ket. Ev jî me ber bi xirabûnê ve dibe."   'Me dîrok ronî kir, em li pêşerojê dinêrin'   Şîrînê da zanîn ew dîrokê ronî dikin û li pêşerojek ronî dinêrin. Şîrînê wiha berdewam kir: "Em civaka xwezayî nas dikin û li hemberî dagirkeriyê jî pêş dixin. Çareserî di xwebûna jinê de ye. Ji bo pêşxistina vê fikriyatê jî em deyndarê rêbertî û şehîdên xwe ne. Em sedsala 21’emîn jî di vê esasê de dikin sedsala jinê. Em vê jî di şoreşa jinê de dibînin. Şoreşa Rojava berhema vê keda bi salan e. Piştî şehadeta heval Bêrîtan, di sala 1993’yan de artêşbûyîna jinê hate ragihandin. Êdî arteşek taybet a jinê ya xwe bi xwe bi rê ve dibir hate avakirin. Di 8’ê Adara sala 1998’an de piştî şehadeta heval Zîlan jî projeya rizgariya jinê li ser 10 xalan hate avakirin. Bi vî rengî naveroka 8’ê Adarê bêhtir hate tijekirin. Di vê projeya îdeolojiya rizgariya jinê de ji bo jin rola xwe rast û baş bilîzin, zêdetir li îdeolojiya xwe xwedî derbikevin hate pêşxistin. Dema Şoreşa Rojava pêk hat jî jinê pêşengtî kir. Şoreşa Rojava bi vî rengî bû şoreşa jinê. Di qada dîplomasî, siyasî, tendirustî, parastin û di hemû qadên jiyanê de jin bi rengê xwe, çanda xwe, zimanê xwe, nasnameya xwe, xwe beşdar kirin. Li hemberî metirsiya DAIŞ’ê jinên Rojava bûn mertal. Jinan DAIŞ bi berxwedana xwe tune kirin. Ev ji bo hemû jinên cîhanê jî bû hêviyek mezin. Bû modela azadiya jinê. Fikriyata rêbertî jî li vir bi awayekî eşkere xwe da nîşandan. Hemû gelên din jî di nava Şoreşa Rojava de xwe dîtin. Gelên Ereb, Suryan, Ermenî û wekî din jî niha bi beşdarbûnek xurt di nava rêxistinbûyînê de cih digirin."   'Em ê rêxistina xwe xurt bikin'   Şîrînê da zanîn bi felsefeya rêbertî ango dirûşma "Jin Jiyan Azadî" têkoşîna çirûska xwe li Rojava veda li Rojhilatê Kurdistanê û cîhanê belav dibe. Şîrînê wiha berdewam kir: "Divê em vê dirûşmê ne tenê weke dirûşmekê, weke felsefeyekê bigirin dest. Em bi vê felsefeyê xwe bi rêxistin dikin. Em ê di 4’ê Nîsanê de vê rêxistina xwe xurtir bikin. Em ê jiyanek hevpar û jiyanek azad bi hev re ava bikin. Ev roj wê bibe wesîleya serkeftina me jî. Ev roj roja ronîbûn, nûvejîna me ye. Em ê îro cardin ji nû ve ji dayik bibin. Em ê bi vî rengî xweşiktir bibin û xweşikbûnê bidin civaka xwe."   'Azadiya Rêbertî azadiya gelan e'   Şîrînê da zanîn divê em rexnedayîna xwe bidin û herî dawî ev gotinan kir: "Ev 24 sal in Rêbertî di nava Girava Îmraliyê de, di nava tecrîda girankirî de tê girtin. Di kesayeta rêbertî de xwestin darbeyekê li jinan bidin. Ji ber kêmmayîna xebatên me jî îro ev tecrîd hîna berdewam dike. 2 sal in jî bi tu awayî em agahiyê jê nagirin. Lê em dikarin bêjin wê azadiya Rêbertî îsal mîsoger bibe. Xwestin vîna me bişkînin, lê em ê bi fêmkirina felsefeya Rêbertî re jî têkoşîna xwe mezin bikin. Me agirê xwe yê Newrozê ji bo azadiya rêbertî geş kir û em ê bi wî rihî jî 4’ê Nîsanê pîroz bikin. Azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye. Azadiya Rêber Apo azadiya gelê kurd e. Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e. Klîda azadiya me hemûyan bi azadiya Rêbertî re girêdayîye. Em ê jin rexnedayîna xwe bi bilindkirina têkoşînê û azadiya Rêbertî re bidin.”