2 sal in ji Îmraliyê agahî nayê girtin 2023-03-22 09:03:51   Rojda Aydin - Şehrîban Aslan   AMED - Parêzera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Newroz Uysal, diyar kir ku 2 sal in ji Îmraliyê agahiyê nayê girtin û got: "Di warê navneteweyî de biryara NY ji aliyê Tirkiyeyê ve nayê pêkanîn û Tirkiye helwesta xwe ya li ser dewamkirina vê tecrîdê didomîne.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin û ji 25’ê Adara 2021’ê heta niha ji Ocalan û girtiyên din Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim agahî nayê girtin. Abdullah Ocalan herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi parêzerên xwe re hevdîtin kir û piştî vê tevî hemû hewldanan bi hincetên cezayên dîsîplînê hevdîtin hatin astengkirin. Parêzerên îtîrazî cezayên ku Lijneya Dîsîplîne dane kirin, serî li Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê tê dayîn. Lê biryara redê tê dayîn. Piştî vê parêzeran di 12’yê Gulana 2022’an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) dan.   Yek ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrin Newroz Uysal, der barê pergala tecrîda li Îmraliyê û dê vê pêvajoyê de hevdîtinbên ku tên astengkirin nirxand.   ‘Têneqihiştina mûtleq didome’   Newroz, anî ziman ku dema ew ber bi 25’ê Adara 2023’yan ve diçin dikevin sala duyemîn a têneqihiştina mûtleq û got du sal in tu agahî ji Abdullah Ocalan nikarin bigirin. Newroz, bi lêv kir ku ev dem hem di warê her girtiyek siyasî û hem jî warê mînakên wan ên li cihanê de demek pir dirêj e û wiha got: “Li gorî şert û mercên Birêz Ocalan, ji aliyê hiqûqî, siyasî, polîtîk, civakî û helbet mirovî ve ji ber vê nezelaliyê serdemeke dijdar e. Ji sala 99’an û vir ve girtîbûna Birêz Ocalan ne di warê hiqûqû û ne jî siyasî de weke serdemeke asayî pêş neketiye. Gelek caran serlêdanên me, hincetên fîîlî, guhnedana qanûnê û pêkanîna astengiyan hatin redkirin. Bi girtina malbat, parêzer, wasî yan jî rêyên din ên ragihandinê re rû bi rû mane. Lê belê ev du salên dawî di warê mirovatiyê de serdenam herî nediyar e ku em dikarin jê re bibêjin lûtkeya herî bilind. Ev serdem hem berdewamiya qedexeya 8 salan a parêzeran û hem jî pêvajoya hevdîtina parêzeran a 2019’an e. Ji ber ku mixabin di van salên dawîn de heya ku me rewşeke awarte, bertek û pêvajoyek xwedîderketina li Birêz Ocalan ne dîtibe, çi rû bi rû û ne jî bi telefonê tu kanaleke ragihandinê pêk nehat.”   ‘Serlêdanên me bê bersiv dimînin’   Newroz, diyar kir ku wekî ku tê zanîn di pêvajoya li girav ê de tu carî mafê telefonê ji Abdullah Ocalan re nehatiye dayîn û got: "Telefona 2022’yan encama şert û mercên pandemiyê bû. Hevdîtina telefonê ya 25’ê Adara 2021’ê di encama hin îdiayên derbarê jiyana Birêz Ocalan de pêk hat. Helbet, wek parêzerên wî, ew ne awayê ragihandinê bû ku malbata wî tercîh dikir. Têkiliya herî saxlem a ku di şert û mercên îzolasyonê de gengaz dibe rû bi rû ye ku dikare bi rêkûpêk be; hevdîtina bi parêzer û malbatan re ye. Piştî vê telefonê di nava 4-5 deqeyan de qut bû. Di vê pêvajoyê de Birêz Ocalan girtiyekî siyasî ye û bi awayek asayî ji ber çima mafê wî yê parêzeriyê nayê dayîn bertek hatibûn nişandan. Li dijî vê rêbaza ku dewletê dixwest bi awayekî siyasî bi kar bîne, li ser vê telefonê rawestiya û gelek xeter dît. Muwekîlên me Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar, li gor agahiyên ku me bi dest xistine jî bertek nîşan dane. Ev şert jî ji bo me gelek giran û awarte bûn, rewşeke lezgîn bû. Lê piştî wê rojê serlêdanên me yên hevdîtinê yên parêzeran bê bersiv man. Qedexeya hevdîtina malbatê ya 3 mehan dewam kir. Dîsa bi dehan nameyên ku me şandibûn me tu bersiv negirt. Di der barê rojname, pirtûk, an hewcedariyên kesane yên ku em digihînin digihîjin tu agahiyek me tune ye.”   ‘Hîn jî bersiv nehatiye dayîn’   Newroz, diyar kir ku der barê pêvajoyên ku behs kiriye de gelek caran serlêdanên hevdîtinê û îtîrazê ji Serdozgeriya Komara Bursayê, Hakîmlixa Înfazê, Cezayê Giran û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) kirine. Newroz, da zanîn ku gelek serlêdan li Dadgeha Destûra Bingehîn hatine kirin û wiha axivî: “Lê belê AYM serlêdanên me red kir. Serlêdanên me hêj li benda lêkolînê ne. Dîsa di aliye hiqûqî de serlêdanên me yên tedbîr û lezgîn li DMME’ê hene. Heya niha jî me bersivek negirtiye. Ji xeynî vê me serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî jî da û li gorî giraniya şert û mercên tecrîdê, me yek daxwazek û serlêdaneke din a li ser binpêkirinê çêbû. Di wê pêvajoyê de 6 meh bûn em tu agahî nikaribûn bigirin. Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ji ber şert û mercên heyî pêwîstî bi lezgînî biryara tedbîrê da. Biryara tedbîrê jî ew bû ku daxwaza Birêz Ocalan û hevdîtinên parêzer û malbata wî yên serlêdan kirin demildest pêk bên. Lê ligel ku 6 meh di ser vê biryara qanûnê re derbas bûye jî Tirkiye tu pêşketin nîşan nedaye û serlêdanên me jî bêbersiv mane. Serlêdanên malbatê jî bi hinceta cezayê dîsîplînê yê 3 mehan bi awayek îfîlî tê redkirin.”   ‘Biryara Neteweyên Yekbûyî nayê pêkanîn’   Newroz, di dirêjiya axaftina xwe de da zanîn ku ji pêkanîna mekanîzmaya herî bilind a ku Tirkiye pê ve girêdayî ye jî, xwe ji pêkanîna biryara tedbîrê jî dûr dixîne û wiha pê de çû: “Di vê pêvajoyê de me serî li gelek saziyên mafên mirovan ên têkildarî saziyên sivîl an jî bi awayekî hiqûqî yên bi baro û komeleyan da. Ji bo guhertina rewşa heyî û di vî warî de însiyatîf û helwest nîşan dide. Têkildarî vê yekê serlêdanên me ji raya giştî re gelekî deng veda. Di dawiya du salan de, me di hêla qanûnên navxweyî de tu pêşveçûnek bi dest nexist û ji serdanên me tu encamek erênî derneket. Di warê navneteweyî de jî biryara Neteweyên Yekbûyî ji aliyê Tirkiyeyê ve nayê pêkanîn û Tirkiye helwesta xwe ya li ser dewamkirina vê tecrîdê didomîne.”   Pêvajoyên wek hev    Newroz, bi lêv kir ku ev qadeke ku bi salane Girava Îmraliyê veguheriye qadeke hiqûqî û hiqûq veguheriye amûrekê û wiha vegot: “Ev rêbaza ku bi şeklê hiqûqî yê awarte an jî qanûnek neqanûnî ku li wir hatiye çêkirin, bûye amûrek qanûnî; hem hiqûqa Tirkiyeyê, hem jî girtîgehên din û encamên siyasî yên vê yekê di civak û siyaseta dewletê de xwe dide der. Di van du salên dawî de me ev yek dît. Di serlêdanên xwe yên hiqûqî de me dît ku refleksa dadgerê înfazê, cezayên giran û Dadgeha Destûra Bingehîn di mekanîzmayên din ên darazê de bi awayekî hiqûqî xwe nîşan dide û şert û mercên girtîgehê jî weke zexta li girtîgehên din xwe dide der. Serlêdanên me yên qanûnî helbet dê bidomin. Heya niha biryara NY’ê nehatiye bi cih anîn, lê pêvajoya nirxandina binpêkirina rastîn li pêşberî komîteyê hê jî didome. Dîsa pêvajoya pêşdebirina serlêdanên me yên Konseya Ewropa, CPT û saziyên din ên hiqûqî piştî encamnameyê dewam dike. Ji ber ku pêvajo dewam dike, em ê şopdarê vê pêvajoyê bin û di vî warî de serlêdanan bikin. Bi yek cudahiyê; pêvajoya dawiya 6 mehên ewil û dawiya du salan ne wek hev e. Ji aliyê qanûnî ve ne wisa ye. Giraniya encam an asta binpêkirinê ji aliyê siyasî û polîtîk ve ne yek e.”   ‘Em ê serlêdanên xwe yên qanûnî bidomînin’   Newroz, dawiya axaftina xwe de wiha got: “Motîvasyona dewleta Tirk a di destpêka vê tecrîdê de an jî motîvasyona li hemberî Gelê Kurd mixabin piştî du salan girantir bû. Refleksa ku wê di vî warî de derkeve holê, divê bi heman rengî xwe bide nîşandan. Em îro tecrîdê li ser esasê israra dewletê ya di çaresernebûna pirsgirêka kurd de esas digirin, dema ku dewlet ji aliyê hiqûqî ve tu encamekê bi dest naxe, em dibînin. Di vê xalê de ji bo ku ev yek biguhere, helbet divê siyaset û helwesta dewletê biguhere. Em ê serlêdanên xwe yên qanûnî bidomînin. Serlêdanên me hem li TBB û hem jî ji Wezareta Dadê re  çêbûbûn. Em ê di qada navneteweyî de vê bidomînin. Nêzî 2 hezar parêzerên navneteweyî, der barê ronîkirina parêzbendiya birêz Ocalan an jî tecrîda heyî ya li ser pîşeya hiqûqî, serlêdan û şopandin. Ji bo berfirehkirina vê hevgirtina ku derketiye holê em ê xebatên xwe bidomînin. Lê her ku em ber bi sala duyemîn a 25'ê Adarê ve diçin, em ê bi dîtina giraniya rewşa heyî hem li pêşberî hiqûqnas û hem jî li pêşberî civakê li rê û rêbazan bigerin ku hevgirtin û dengekî mezintir bilind bikin.”