Li Newroza Amedê posterên Abdullah Ocalan 2023-03-21 16:14:01   AMED - Di Newroza Amedê ya dîrokî de ciwanan gelek posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan vekirin û dema poster hatin vekirin, girseyê bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.    Fînala Newroza ku diyarî qurbaniyên erdheja Mereşê hatiye kirin, li Amedê hate dayîn. Bi sedhezaran kesan qada Newrozê tije kirin. Di Newroza Amedê ya dîrokî de gelek posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin vekirin. Li gel posterên Ocalan, her wiha alayên PKK’ê hatin vekirin û girseyê bênavber dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Ciwanên ku posterên Ocalan hilgirtin, heta demekî li nava qadê meş li dar xist. Bi vekirina posterên Ocalan re girseyê bi yek dengî dirûşm berz kir. Girseyê tililî avêtin, li çepikan xistin û dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin.    Her wiha Koma Îsyan Ateşî di Newroza Amedê de derket ser dikê û ji bo qurbaniyên erdhejê stran got. Solîsta Koma Îsyan Ateşiyê Melîsa Yilmaz wiha got: “Ji agirê serhildanê bo kesên agirê Newrozê vêxistin hezaran silav. Di karesata erdhejê de bi sedhezaran mirovên me di bin kavilan de man. Windahiy^ne me yên mezin çêbûn û em êşa gelê xwe hîs dikin. Lê em baş dizanin ku berpirsyarên ewqas mirin û wêraniyê xweza nîne. Berpirsyar ev pergale ye ku ji bo rant û kar jiyana mirovan tune hesiband. Yên ku erdhej veguherandî komkujiyê erdhej weke firsendek bi kar anîn û bi her awayî êrişî gelê me kirin. Me jî bi awazên xwe yên bi ruhê Newrozê hatine amadekirin ev têkoşîna şoreşgerî hilgirt. Em Kawayê Hesinkar in ku li dijî zilma Dehaq bûbû agirê serhildanê, çar dilên Zindana Amedê ne ku bi agirê bedena xwe bo gel bûn sîper, her wiha Îbrahîm Kaypakkaya ne ku di îşkencexaneyan de ser da lê riz neda ne.”     Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk jî qada Newrozê bi kurdî silav kir û wiha got: “Merhaba bajarê berxwedanê. Ez we bi berxwedana Mazlum Dogan silav dikim. Newroz pîroz be. Em bi erdhejeke mezin re rû bi rû man. Me gelek mirovên xwe winda kirin, bi hezaran kes jî birîndar bûn. Lê belê em ê hesaba vê bipirsin. Ev îktîdar teqez dê hesaba vê bide. Ez şehîd Kemal Kurkut bi bîr tînim û li vir careke din dibêjim ku dê hesaba wî bipirsin. Em ê bi berxwedana gelê xwe hesabê bipirsin. Têkçûna wan nêz e. Dê rûyê wan ê qirêjî derkeve holê. Rewşa heyî nîşaneya îflasa wan e. Hûn çi bikin jî dê nekarin vê encamê biguherînin.   Rêya demokrasiyê ji Amedê derbas dibe. Ev der dilê kurdan e. Demokrasî, qada Amedê ye. Divê li dijî vî gelî cidî tevbigerin. Ji 5’ê nîsana 2015’an heta niha tecrîda li ser birêz Ocalan ku ji bo gelê kurd, gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê kesayetekî girîng e, giran kirin. Dengê birêz Ocalan li Rojhilata Navîn bû hêviya azadiyê. Fikrên wî bûn hêviya azadiyê. Gelê me dê vê tecrîdê êdî qebûl neke. Ji birêz Ocalan ev bû du sal ku tu agahî nayên girtin. Ji dengê birêz Ocalan ditirsin. Pêşeroja gelên Tirkiyeyê tune dikin. Ji 5’ê nîsanê heta niha şer xistine meriyetê. Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin. Ev îktîdar, îktîdareke dermirovî ye. Bi zîhniyeta dagirkeriyê hewl dide statûya kurdan ji holê rake. Dijminatiya kurdan dikin. Yên ku têkoşîna Xeyriyan, Sarayan didomînin dê dev ji têkoşînê bernedin. Hûn nikarin bi van zextan encamekî bi dest bixin. Em li vir careke din hemû girtiyan silav dikin.”    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar jî bal kişand ser berxwedana gelê Amedê û got: "Newroz pîroz be. Me êşa xwe veguherand têkoşînê. Em ê jiyaneke nû ava bikin. Di qadên Newrozê de deng û vîna gel bi hêzek mezin derket holê. Em ê vê îktîdarê teqes bişînin. Em ê bi gelan re carek din zimanek din avabikin. Em ê rihek din biafirînin. Ev ziman û rih dê bibe çavkaniya têkoşînê. Agirê Newrozê dilê me û rêya me ronî dike. Em ê teqes aştiyê bînin vî welatî."   Piştî axaftina Mîthat Sancar Koma Aryen û Koma Şerzan derketin ser dikê. Piştî stranan girseya ku kom bû bi dirûşm û çepikan ji qadê derketin.