Gelê Nisêbîne ji bo têkbirina tecrîdê bû yek deng 2023-03-21 14:48:48     MÊRDÎN - Newroza Nisêbînê ku bi dirûşma “Bijî Serok Apo” dest pê kir, bi peyama azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bû.   Bi deh hezaran kes beşdarî Newroza ku li parka Cigerxwînê ya Nisêbînê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” pêk hat bûn. Welatiyên ku bi cil û bergên xwe yên kurî beşdar bûn ji 7 heya 70’ê salî qad tijî kirin.   Gel gelek caran bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Kurdîstan”, “Jin Jiyan Azadî” û “Her der Newroz, her dem azadî” bilind kirin. Li qadê li gelek cihan pankartên “Newroz pîroz be” û “Her der Newroz, her dem azadî” û alên Partiya Çep a Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin daliqandin.    Ewilî parlamenterê HDP’ê yê Êlîhê Mehmet Ruştu Tiryakî axivî û destnîşan kir ku ev Newroz hesabpirsîna ji hikûmeta AKP’ê û MHP’ê ye û got : “Desthîlardar di erdhejê de têkçûyîna xwe amade kir. Êdî gel vê hikûmetê naxwaze û dê li ser sindoqan bersiva xwe bidin.”   ‘Em ê tecrîdê têk bibin’   Berdevka HDP’ê Ebru Gunay jî bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Hêz û coşa ku bi 8’ê Adarê dest pê kir bi Newrozê hate taçkirin. Lê serkfetina mezin bi hilweşîna faşîzmê pêkan e. Di hilbijartinê de em ê hesab bipirsin û faşîzma AKP’ê MHP’ê bi rê bikin. Yên ku rûmeta îstîfayê nikare nîşan bide bila li hemberê têkoşîna gelan bitirsin. Hilbijartina 14’ê Gulanê ji bo me xwedî rolek girîng e, em  ê jî peywir û rola xwe bilizin. Lê guhertina esasî têkbirina tecrîdê ye. Gel azadiya birêz Ocalan dixwaze û li dora agirê Newrozê dengê welatiyan ê ji bo azadiya birêz Ocalan geş dibe. Desthilatdar her çiqas di polîtîkayên tecrîdê de bi israr be jî bi ser nakeve. Ji ber ku birêz Ocalan çareseriya aştîyê û demokrasiye ye.”   Newroz bi stran û awazên hunermen Mervan Tan bi dawî bû. Gel bi dirûşma “Bijî Serok Apo” ji qadê belav bû.