Mûşê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kir 2023-03-19 15:23:49   MÛŞ - Li Mûşê di pîrozbahiyê de Newroza Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê di bin tecrîdê de tê girtin hat pîrozkirin û daxwaza azadiya wî ya fizîkî hat kirin.   Li Muşê pîrozbahiya Newrozê ku li Îstasyona Garê hat kirin bi dawî bû. Di pîrozbahiyê de li gel parlamneterên HDP'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Omer Ocalan bi hezaran kes tevli pîrozbahiyê bûn. Li qadê flamayên HDP'ê û yên Partiya Çep a Kesk hatin daliqadnin û bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat dayîn.   'Em ê Îqtîdarê bişînin'   Hevserokê HDP'ê yê Mûşê Savci Arslan, bal kişand ser krîzên civakî û aborî yên li TIrkiyeyê û got ku ew ê di hilbijartinan de AKP û MHP'ê bişînin.   Rêveberên Partiya Çep a Kesk, HDP û DBP'ê welatî silav kirin.   Newroza Abdullah Ocalan hat pîrozkirin   Parlamnetera HDP'ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî bal kişand ser Newrozê û anî ziman ku Newroz di bin siya êş û hilweşînê de tê pîrozkirin. Gulîstan got, "Mifteya Tirkiyeke azad di destê kurdan de ye û keda birêz Ocalan a ku em anîne vê astê gelek zêde ye. Newroza te pîroz be birez Ocalan."   Kawa li ber xwe didin   Parlamneterê HDP'ê yê Rihayê Omar Ocalan jî got Kawa bi sedan sal in li dijî Dehakan li ber xwe didin û got ku ku li dijî îqtîdara AKP -MHP'ê bi hezaran Kawa li qada Newrozê ne. Omer bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got, "Çima tecrîda li ser Birêz Ocalan nayê rakirin û rêya hevdîtinan nayê vekirin."   3 kes binçav kirin   Piştî axaftinan polîsên li qadê 3 ciwan binçav kirin. Ji bo binçavkirina ciwanan wekî hincet parvekirinên li ser medya civakî hatin nîşandan. Ciwanên li qadê bertek nîşan dan.   Mîr Perwer hat bîranîn   Piştî axaftinan Baran Bozyel derket ser dikê û girseyê jî li dijî qetilkirin hunermend Mîr Perwer dirûşm ber zikirin. Baran jî got, "Ez Mîr Perwer bi rêzdarî bi bîr tînim. Ji ber ku em kurdin hunera me jî tê astengkirin."   Piştî stranên Baran bi dirûşma "Bijî Serok Apo" û "Bijî Newroz" agirê Newrozê hat pêxistin.