Li Geverê agirê Newrozê vêket: Serkeftin ya me ye 2023-03-19 13:32:27   COLEMÊRG - Li geverê bi hezaran kesên ku guh nedan baranê û li dora agirê Newrozê kom bûn, daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin û peyama "Serkefitna ya me ye" dan.   Li navçeya Gever a Colemêrgê bi hezaran kesên ku guh nedan serma û barîna baranê, bi dirûşma "Her der Newroz, her dem azadî” berê xwe dan Stadyûma Yenîşehirê ku qada pîrozbahiya Newrozê ye. Kesên ku bi cil û bergên kurdî tevli pîrozbahiyê bûn flamayên kesk, sor û zer girtin destên xwe. Pîrozbahî bi rêzgirtina ji bo şehîdên demokrasiyê hat destpêkirin û piştî wê jî dirûşmên "Şehîd namirin" hatin berzkirin.   Azadiya Abdullah Ocalan hate xwestin   Di Newroza îsal de daxwaza sereke azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bû. Di Newrozê de bi hezaran kesan dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana zindanan", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Jin, jiyan, azadî" û "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan" berz kirin.   Ji bo mexdûrên erdhejê re peyama hevgirtinê   Dîsa kesên di 6’ê Sibatê de di erdheja navenda wê Mereşê de jiyana xwe ji dest dabûn nehatin jibîrkirin. Ji qadê timî dirûşmên "Erdogan îstifa" û "Hikûmet îstîfa" hatin berzkirin. Di axaftinên hatin kirin de ji kesên di erdhejê de mexdûr bûne re peyamên dilsoziyê hatin dayîn. Axaftin gelek caran bi sloganên "Hikûmet îstifa" û "Bijî Serok Apo" dihatin qutkirin.   'Divê em bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin'   Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede di axaftina xwe de kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Saît got, "Em ê hesab bipirsin, li pêşiya me hilbijartineke girîng heye û gelê Geverê jî dê li ser sindoqan bersiva pêwîst bide." Piştre wiha dewam kir, "Welat bi zilm û şer tê rêvebirin. xizaniya bi salan heye. Em ê tecrîdê bişkînin. Em ê tecrîda li ser Birêz Ocalan rakin. Em weke gelên Tirkiyeyê dizanin ku muxatabê pirsgirêka Kurd birêz Ocalan e. Dema ku deriyê Îmraliyê vekirî bû. Pêwîst e bi birêz Ocalan re biaxivin.”   'Em ê li dijî îşkenceyê li ber xwe bidin'   Piştre Cîgira Serokê Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş axivî û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Meral got, “Her ferdên gelê Kurd weke Kawayê hesinkar li dijî Dehakan li ber xwe didin. Bi girankirina tecrîda li ser Birêz Ocalan dixwazin vîna gelê Kurd bişkînin. Lê Kurd dê vîna xwe biparêzin. Em ê li dijî tecrîdê li ber xwe bidin. Tecrîd ne tenê bi girava Îmraliyê ve girêdayî ye, li hemû qadan belav bûye."   'Em ê teqez bi ser bikevin'   Meral, anî ziman ku ew ê di hilbijartinên 14'ê Gulanê de ji hikûmetê "hesap bipirsin" û bang li rayedaran kir ku îstifa bikin. Meral wiha got: "Ew îstifa nakin, hûn ê bişînin. Em bi hemû hêza xwe amadekariya hilbijartinê dikin. HDP dê di vê hilbijartinê de bersiva herî mezin dide. HDP di hilbijartinê de mifteye ye, em ê vê mifteyê wekî gel dixwaze bi kar bînin. Êm ê vîna we temsîl bikin û em ê bi ser kevin."   Agirê Newrozê hat pêxistin   Piştî axaftinan Meral û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê agirê Newrozê pêxistin.    Piştre Hiwron derket ser dikê.