Parêzer Leyla Kaya: Xwedî li doza Pakistanê derkevin 2023-03-17 09:02:17   Rojda Aydin   MÊRDÎN – Parêzera Pakistanê Leyla Kaya, diyar kir ku dê di 20'ê adarê de, derbarê kujer de biryar bê dayîn û got: "Li dijî parastina kujer divê sazî û rêxistinên jinan û Baro xwedî li doza Pakistanê derkevin û tevlî danişînê bibin."    Di 16’ê îlona 2022’yan de Pakistan Demîr a 34 salî li çoltera taxa Zenganê ya navçeya Kerboran a Mêrdînê ji aliyê mêrê bi navê Mehmet Emîn Oner ve hatibû qetilkirin. Kujer di 17’ê îlonê de hatibû girtin. Di 27’ê sibatê de bi sûcê “Kuştina jin û hevjîn a bi zanetî” danişîna 2'yem hat dîtin. 3'yemîn danişîna dozê ya biryar dayînê dê di 20'ê adarê de li Edliya Mîdyatê bê dîtin.    Endama Komeleya Jinan a Rosayê û Parêzera malbata Pakistanê Leyla Kaya, têkildarî dosyeyê de axivî.   ‘Dadgehê pêşiya darizandinê girt’   Leyla, anî ziman ku ji destpêka lêpirsînê heta dozê dadgeh kujer parast û hewldan ku kujer ceza negire û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Beriya ku îfadeya kujer bê girtin dadgehê kujer şand nexweşxaneya derûniyê û xwest rapor bigirin. Lê belê Nexweşxaneya Serwîsa Psikiyatriya Edlî ya Ewlekariya Bilind a Nexweşxaneya Bajêr a Fethî Sekîn a Xarpêtê, derbarê kiryar de biryara ‘ji bo ceza bigire tu astengî tuneye’ dabû. Beriya ku îfadeya kujer bê girtin şandeya dadgehê hemû delîlan kom kir û kir dosyeyê. Bi van delîlan kujer jî wisa teşe da îfadeya xwe. Ji ber vê yekê jî me dît ku dadgehê darizandinek edilane nekir. Dadgehê li dijî qanûnan tevgeriya. Li dijî vê yekê me gelek caran îtîraz kir, lê belê dadgehê tu îtîrazên me negirt dest û red kir.”   'Bi plankiri û hovane hat qetilkirin'    Leyla, bal kişand ser 3'yemîn danişîna dozê û got: "Di 3'yemîn danişînê de kujer hat guhdarkirin. Dadgehê lêpirsîneke berfirek nekir û daxwazên me red kir. Daxwazên me û delîlên me tevahiya bingeha dosyeyê diguherîne. Ji ber ku Pakîstan 'Bi plankirî û hovane' hat qetilkirin. Lê belê dadgeh daxwaz û delîlên me red kir. Me di îfadeyên xwe de behsa bûyerên salên 95-96’an a li Amedê kir li vir jinek hatibû qetilkirin. Wê demê jî ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê kujer ceza negirt û dosya ji Dadgeha Mafên Mirova a Ewropayê (DMME) hat şandin. DMME, derbarê Tirkiyeyê de wiha got 'Ev kes gelek caran serî li we daye, lê we nekariye jinekê biparêzin’. Tirkiyeyê hat mehkûmkirin."    ‘Darizandineke edilane nayê kirin’   Leyla, bal kişand ser betalkirina Peymana Stenbolê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Bingeha vê peymana ku paşve hat kişandin jî ev biryar avadike. Her wiha DMME, dîsa dibêje ‘Hemû jinên cîhanê bi vê xetereyê re rûbirû ne. Ji ber vê yekê ji bo parastina jinan peymanekî navnetweyî derbixin’. Dema ku em dosyeya Pakistanê dinerin, wê jî gelek caran serî li darazê daye. Dosya Pakistanê yên li Dadgeha Cezayên Esliye de dozên ku dihatin dîtin hene. Her wiha ji bo Pakistanê biryara tedbîr û dûrxistinê hatibû dayîn. Pakistan gelek caran neçar maye çûye li stargeha jinan maye. Ger jinek ji ber pasîfbûna darazê û ji ber dewleta ku ji parastina mafê jiyanê berpirsyare û nikare biparêze, ger ku jinek bi awayek hovane hatiye qetilkirin, divê bi awayeke adilane darizandinek bê kirin. Lê belê ji destpêka dosyeyê heta dawiyê bi awayek bêûsûlî li dijî qanûnên xwe tevgeriyan e. Ji ber nêzîkatiya darazê me jî wan redkir. Ji ber darizandinekî edilane û bêalî nayêkirin me dadgehê red kir. Lê belê dadgehê redkirina me qebûl nekir. Ji bo ku li ser daxwaza me ya redê lêkolîn bê kirin me xwest ku dosyeyê ji Dadgehên Cezayên Giran ên Mêrdînê re bişînin. Piştî ku îtîraza me ji aliye dadgehan ve hat lêkolînkirin wê piştre biryarê bidin. Dema ku mirov lê dinêre Dadgeha Cezayê Giran a Mîdyatê an qet ûsûlan nizane, an jî pêk nayne. Ji ber ku Dadgeha Cezayê Giran a Mîdyatê darizandineke edilane nake divê bê xwestin ku ji dosyeyê paşve vekişe. Em hîn li benda biryarê ne.”   'Em ê di 20'ê adarê de li Edliya Mîdyatê bin'    Leyla, destnîşan kir ku danişîna biryarê dê di 20’ê adarê de li Dadgeha Cezayê Giran a Mîdyatê bê dîtin û wiha pê de çû: “Ger ku dadgehên cezayê giran a Mêrdînê daxwaza me di aliyê neyînî de biryarê bide, wê demê dê danişîna doza biryarê bê dîtin. Bila hemû saziyên rêxistinên jinan û baro xwedî doza Pakîstan Demîr derkevin. Di dosyeyên cezayan de destpêkê de divê îfadeya kujer bê girtin. Heta ku îfade neyê girtin dê nekaribin bêûsûliyê bikin. Lê di vê dosyeyê de hemû tişt hatin kirin û dawiyê de îfadeya kujer hat girtin. Ew ji bo ku biryarê bidin îfadeya kujer girtin. Ev jî nîşan dide ku darizandinek bêalî nîne. Lewra jî bang li hemû jinan dikin ku xwedî li vê dozê derkevin. Em ê saet 10.00’an de li Edliya Mîdyatê bin.”