'Di erdhejê de girtiyên li Mereşê terkî mirinê hatin kirin' 2023-03-16 09:03:26     Sema Çaglak    ŞIRNEX - Dayika girtiyê bi navê Fîkret Erden Sidika Erden destnîşan kir ku di erdhejê de girtiyên li girtîgeha Mereşê bi mirinê re rûbirû hatin hiştin û banga xwedî derketina li girtiyan kir.   Di 6’ê Sibatê de li navenda Bazarcix a Mereşê bi pileya 7,7 û 7,6 du erdhej pêk hatin. Erdheja ku bandor li gelek bajaran kir xesarek mezin da. Li gelek girtîgehên bajarên ku erdhej li wan pêk hatine ne malbat ne jî girtî nikarîn xwe bigihînin xizmên xwe. Malbatên girtiyan ji rewşa wan bi fikar in. Malbata Fîkret Erden ê nexweş jî yek ji wan malbatên girtiyan e. Fikret di sala 2019’an de hatiye girtin û 106 ceza lê hatiye birîn. Fîkret ji girtîgeha Şirnexê sirgûnî girtîgeha Mereşê hatiye kirin.    Dayika Fîkret Erden Sidika Erden, derbarê rewşa kurê xwe de axivî.   ‘Girtî bi îşkenceyekê sîstematîk re rûbirû ne’   Sidika, di destpêka axaftina xwe de, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û destnîşan kir ku girtî bi îşkenceyekê sîstematîk re rûbirû ne. Sidika, got: “Bila hemû dayik destê xwe bidin hev û bibin yek. Hemû sazî û rêxistinên ku mafên mirovan diparêzin divê ji bo girtiyan têbikoşin.  Hem ji bo girtîyan hem ji bo malbatên wan gelek pirsgirêk tên derxistin. Zarokên me nexweş in û ji ber cezayê wan ê demdirêj nexweşiyên wan jî zêde dibin. Em her çiqas daxwazname derbarê rewşa wan de dişinin jî daxwaznameyên me nayên qebûlkirin. Gava wan dibin nexweşxaneyê jî bi kelemçekirî dibin û îşkenceyê li wan dikin. Eşya û pêdiviyên ku em ji wan re dişinin nagihêje destên wan. Kurê min ji milê xwe seqet bûye û hewceye ku tedawî bibe.  Lê bi israr tedawiya wî nayê kirin.”   ‘Terkî mirinê hatin kirin’   Sidika, diyar kir ku di roja erdhejê de kurê wê li girtîgeha Mereşê bû ji rewşa wî gelek bi fikar bûye. Sidika, wiha axivî: “Di rojên erdhejê de em bi kurê xwe re axivin. Ji me re got ew li girtîgeha Mereşê li deriyan dixin lê kes wan dernaxîne. Ji ber erdhejên dîwar ban û gelek cihên girtîgehê hilweşiyane û parçeyên kavilan ketine ser wan. Girtiyan çiqas bang kirine jî peywirdaran tiştek nekirine. Girtiyên ku xwestine derkevin derve jî gardiyan bi ser wan de qîriyane û ew dernexisitne derve. Bi vî yekê jiyana wan kirine bin telûkeyê. Di rojên ewil ên erdhejê de girtiyên wê derê bi xetereya mirinê li cihê xwe hatin sekinandin.”   ‘Li qadekê înşaatê dimînin’   Sidika, di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku piştî 3 roj derbas bûne kurê wê dîsa telefon kiriye û got: “Kurê min ragihand ku ew piştî çend rojan çav û destê wan girêdayî bi şev ji girtîgeha Mereşê hatine derxistin û ji wan re hatiye gotin ku diçin girtîgeha Kirikkaleyê. Nehiştine girtî tu eşya û pêdiviyên xwe jî bibin. Cihê ku wan birine qadekê înşaatê ye û înşaat hêj berdewam dike. Li wê derê tu eşya û titşek din nîne. Bi rojan xwarin nedane wan û ji halê xwe re hatine hiştin. Me 3 caran pere şand lê hê jî negihaştiye destên wan. Em ji rewşa girtiyan gelek bi fikar in û nizanin çi bikin. Bila tu kes ji wê rewşê re bêdeng nemîne û destê xwe bidin ser wîjdana xwe. Dilê me bi zarokên me dişewite. Divê bi lezginî ji rewşa zarokên me re çareseriyek were dîtin û em ji wan agahiyê bigirin.”